Mehmet Alî Ertaş

Mehmet Alî Ertaş

Nivîskar
Amerîka li dijî Îranê û Îran jî li dijî gelê xwe şer dike
Cîhan

Amerîka li dijî Îranê û Îran jî li dijî gelê xwe şer dike

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ku di 28ê Sibatê de dest pê kir, 7 meh û 7 roj li pey xwe hişt. Di 4 mehên destpêkê yên şer de herî kêm 3 hezar û 468 Îranî hatin kuştin. Îranê jî beriya wê li dijî welatiyên xwe êrîşên çekdarî dabû destpêkirin û herî kêm 4 hezar welatî qetil kiribûn. Tenê di 6 mehan de 532 welatî jî darve kirin.

5 Cotmeh 2026
'Heta her kes rû bi rû bi Rêber Ocalan re hevdîtinê neke tecrîd ranabe'
Hevpeyvîn

'Heta her kes rû bi rû bi Rêber Ocalan re hevdîtinê neke tecrîd ranabe'

Piştî banga Dewlet Bahçeli ya 1ê Cotmeha 2024an 2 sal derbas bûn. Di vê pêvajoya ku Dewlet Bahçelî bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir de, Rêber Abdullah Ocalan jî bang li hêza xwe kir. Bi vê yekê re; PKKê agirbest îlan kir, xwe fesix kir, çek şewitandin û hêza xwe paşve kişand. Lê heta niha dewletê ji bo gerîlla tev li siyaseta demokratîk bibe, gavên hiqûqî neavêt û hîn rê venekiriye.  Li aliyê din hîn şertên diyalog û muzakereya azad jî li Îmraliyê nehatiye avakirin û tecrîd didome.

28 Îlon 2026
Li Îranê hejmara ciwanên betal her diçe zêde dibe
Ked û Aborî

Li Îranê hejmara ciwanên betal her diçe zêde dibe

Li Îranê hem polîtîkayên navxweyî û hem jî şerê Amerîka yê li dijî Îranê bandoreke gelek xerab li ser aboriya Îranê dike. Şerê Amerîka yê li dijî Îranê bandora xwe li ser bihayê petrol û sotemeniyê kir

28 Îlon 2026
Rewş heta dawî wisa naçe
Rojev

Rewş heta dawî wisa naçe

Endamê OHDê Prz. Veysî Guneş bal kişand ser hevdîtinên bi sînor û got: “Têkiliya Rêber Ocalan a bi civakê re, bi sînorên îdarî û bi hevdîtinên kontrolkirî ve tên diyarkirin. Ev rewş nikarin heta dawiyê wisa bimeşe. Heke aktorek di çareseriya pirsgirêkeke dîrokî de xwedî roleke sereke ye, divê şertên ku ew rola xwe pêk bîne jî bên afirandin.”

21 Îlon 2026
Çima berê dikuştin û çima îro sansur dikin?
Nivîskar

Çima berê dikuştin û çima îro sansur dikin?

Sansur ji kuştinê xerabtir e. Sansur jî awayekî tecrîdê ye. Bi sansurê dixwazin agahiyê tecrîd bikin û bikujin. Dema agahî hat sansurkirin êdî pêdivî bi kuştina rojnamegeran namîne.

13 Îlon 2026
Soza aştiyê dan wan
Nivîskar

Soza aştiyê dan wan

Bi sed hezaran kurd li 25 navendan Şehîdên Azadiyê yek bi yek silav kirin û soza têkoşîna aştiyê dan. Gel diyar kir ku xwedî derketina şehîdan, xwedîderketina aştiyê ye.

12 Îlon 2026
Tirkiye guhê xwe ji cîhanê re girtiye
Nivîskar

Tirkiye guhê xwe ji cîhanê re girtiye

Ji 18ê Adara 2014an ve Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryara Mafê Hêviyê da û xwest Tirkiye vî mafî nas bike.  Lê Tirkiye 12 sal û 5 meh û 17 roj in biryara DMMEyê ya Mafê Hêviyê binpê dike.

6 Îlon 2026
Têkoşîna aştiyê ne tenê barê kurdan e
Hevpeyvîn

Têkoşîna aştiyê ne tenê barê kurdan e

Parazvana mafên mirovan Şebnem Korur Fîncanci, bi minasebeta 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê diyar kir ku ji bo aştiya mayînde bi pêş bikeve, tenê guhertina zagonên bêçekkirinê têr nake û got: “Divê gavên derbarê guhertinên demokratîkbûnê, azadiya ramanê, azadiya rêxistinbûnê, demokrasiya herêmî, mafê zimanê zikmakî û mafê hemwelatiya azad bêne avêtin. Aştî erka hemû kesan e.”

1 Îlon 2026
‘Divê aştî tenê di dema şer de neyê xwestin’
Hevpeyvîn

‘Divê aştî tenê di dema şer de neyê xwestin’

Îmzekara Aştiyê Prof. Dr. Nejla Kurul têkildarî 1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê anî ziman ku di 2025an de li tevahiya cîhanê zêdeyî 2,8 trilyon dolar pere li şer hatiye xerçkirin û got: “Bêguman divê em qîmetê bidin bêdengkirina çekan. Lê ji bo aştiyek mayinde tenê bêdengkirina çekan têr nake.”

1 Îlon 2026
Ji bo aştiyê têkoşîn, berdêl û fedekarî divê
Rojev

Ji bo aştiyê têkoşîn, berdêl û fedekarî divê

Îsal gelên Tirkiyeyê bi rist û wateyek cuda 1ê îlonê pêşwazî dikin. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û agirbesta yek alî ya PKKê û çekşewitandinê; gelê Kurdistanê û Tirkkiyeyê 1ê îlonê bê şer û bê kuştin pêşwazî dike. Akademîsyen Ozcan Kirbiyik destnîşan dike ku di vê pêvajoyê de bêtir rist dikeve ser milê akademîsyenan û hemû beşê civakê. Ozcan Kirbiyik destnîşan dike ku aştî tenê bi daxwazê pêş nakeve û divê bêtir ked, têkoşîn, fedekarî û berdêl bên dayîn.

29 Tebax 2026
Tirkiye bi paş ve gavan diavêje
Forum

Tirkiye bi paş ve gavan diavêje

Dewleta Tirk di vê pêvajaya Aştî û Çareseriyê de li şûna girtiyan serbest berde, her roj berdana girtiyan dubare dubare taloq dike. Di çend mehan de bi dehan girti li ruxmê zêdetirî 30 salin girtî ne jî cezayê wan taloq dikin.

22 Tebax 2026
Piştî Rejîma Şamê hilweşiya 10 hezar 416 mirov hatin kuştin
Rojev

Piştî Rejîma Şamê hilweşiya 10 hezar 416 mirov hatin kuştin

Li gorî dane û raporên Saziya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) piştî hatina El Şara kuştina mirovan zêdetir bûye. Piştî rejîm hilweşiya û Colanî hat ser kar li Sûriyeyê 10 hezar û 416 mirov hatin kuştin.

20 Tebax 2026
Parêzer Arli: Di her gavekê de têkoşîna li dijî înkarê heye
Rojev

Parêzer Arli: Di her gavekê de têkoşîna li dijî înkarê heye

Endamê Şaxa OHDê yê Enqereyê Bariş Arlî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Hezar Kîlometre bi gavekê dest pê dike’ nirxand û got: “Birêz Ocalan destnîşan dike ku gelek pirsgirêkên civakî û hiqûqî hene. Di her gavekê de têkoşîna li dijî înkarê heye.”

18 Tebax 2026
Ji her demê bêtir parastin
Nivîskar

Ji her demê bêtir parastin

Eger mirov ji civakê qut bibe, ji hiş, wîcdan û sincê mirovî qut dibe. Eger hiş, wîcdan û sincê mirov biçe, bê parastin dimîne û her tişt ji dest diçe. Parastina vê yekê bi xurtkirina pergala Aştî û Civaka Demokratîk pêkan e.

17 Tebax 2026
Gelê Başûr dibe qurbanê PDKê
Rojev

Gelê Başûr dibe qurbanê PDKê

Hikûmeta başûrê Kurdistanê, ji ber helwesta PDKê ya ku dixwaze li dijî YNKê serdest be, 660 roj in hê jî hikûmeta nû li herêmê nehatiye avakirin. Gel li dijî vê rewşê bêzar e. Dewleta Iraqê û Amerîka jî her tim ji bo qeyrana siyasî hebe di nav hewldanan de ne. PDK li şûna çareser bike qeyranê ava dike.

12 Tebax 2026
Ev ne teslîmiyet û ne jî îxanet e!
Rojev

Ev ne teslîmiyet û ne jî îxanet e!

Siyasetmedar û parêzer Mehmet Tahîr Akar anî ziman ku ew bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pir bi qîmet dibîne û got: “Ev pêşnume kêm e, lê erênî ye. Ev dê deriyê pêvajoyeke nû vebike. Ev ne teslîmiyet û ne jî îxanet e.”

11 Tebax 2026
TOKÎ kirine goristana karkeran
Rojev

TOKÎ kirine goristana karkeran

Her roj karker dibin qurbana kar. Lê ev mirin û kuştina karkeran zêde nayê dîtin û nabe rojev. Tenê di 3ê tebaxê de 3 karker bûn qurbana kar. Li navçeya Mucur a Kirşehîrê, li navçeya Bayramîç a Çanakkale û li navçeya Giyadîn a Agirî bi giştî 3 karker bûn qurbana kar. Tenê di 6 mehên dawî de 1063 karker bûn qurbana kar.

4 Tebax 2026
Gefa DAIŞê ya li dijî Şamê zêde dibe
Rojev

Gefa DAIŞê ya li dijî Şamê zêde dibe

Rojnameger û Pispora Têkoşîna li dijî DAIŞê Lamar Erkendî anî ziman ku dezgehên ragihandinê yên Şamê destnîşan dikin ku metirsiya DAIŞê ya li dijî Şamê zêde dibe.

4 Tebax 2026
Fermana li dijî êzidiyan didome
Hevpeyvîn

Fermana li dijî êzidiyan didome

DAIŞê di 3yê tebaxa 2014an de li Şingalê fermana 74emîn pêk anî. 12 sal berê DAIŞê di êrîşê de bi hezaran êzidî revandin û kuştin. Bi dehhezaran êzidî jî koçber bûn. Li Şingalê çalakiyên salvegera 12emîn a fermanê berdewam dikin.  Berdevka Têkiliyan a TAJÊ Riham Hico anî ziman ku fermana li dijî civaka êzidî bi rêbazên cuda didome, lê têkoşîna wan jî her berdewam e.

3 Tebax 2026
Ma kuştin serbest e?
Nivîskar

Ma kuştin serbest e?

Li Tirkiyeyê mêrên ku li dijî jinan tundî pêk anîne û hatine girtin, çawa ku ji girtîgehan derdikevin yekser diçin jinan qetil dikin. Balkêş e hemû mêrên ku jinan qetil dikin tev bi destûra girtîgehê derdikevin.  Tenê di 2 salên dawî de nêzî 10 mêr bi destûra girtîgehê hatin berdan û roja din çûn jin qetil kirin.

26 Tîrmeh 2026
Em Şîyar bûn êdî em komunên parastinê ava bikin
Nivîskar

Em Şîyar bûn êdî em komunên parastinê ava bikin

Piştî salekê dîsa çalakiyên “Şiyar be” û “Rabin” ketin rojevê. Ev xebateke gelek girîng, taybet û gelekî jî bi qîmet e. Ev ne tenê karekê saziyekê an jî çend saziyan e. Ji bo ev xebat bigêje armanca xwe xebateke kolektif, bi biryar, bi israr û bi dîsîplîn divê. Dema Şiyar be qediya. Divê êdî em li her derê komunên parastinê ava bikin.

23 Tîrmeh 2026
33 salin nexşerêyên aştiyê xêz dike
Rojev

33 salin nexşerêyên aştiyê xêz dike

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 33 salan de bi dehan caran nexşerêyên aştî û çareseriya demokratîk danî pêşiya Tiriyeyê.  33 sal in ji bo aştiyek mayinde û siyaseta demokratîk têkoşiya. Lê dewlet li dijî vê yekê 33 sal in di şer de israr dike.  Li şûna gavên ji bo aştiyê bavêje, 52 rojin dîsa tecrîdê giran dike.

15 Tîrmeh 2026
Li şûna Mafê Hêviyê Tecrîda Nûjen pêş dixin
Nivîskar

Li şûna Mafê Hêviyê Tecrîda Nûjen pêş dixin

50 rojin agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin. Em dibînin ku tecrîda li Îmraliyê dîsa bi rêbazeke nû ket meriyetê. Vê carê rayedarên dewletê û desthilata AKPê Tecrîda Nûjen ango Tecrîda Spî dixin meriyetê.

13 Tîrmeh 2026
Parastina navê Kobanê, parastina Kobanê ye
Nivîskar

Parastina navê Kobanê, parastina Kobanê ye

Hişmendiya Şamê dixwaze navê Kobanê bike Eyn El Ereb. Ev hewldana li dijî entegrasyonê ye. Ev hişmendiya parastina Netew Dewletê û hişê dewletê ye. Ev hişmendiya înkar û îmhayê ye û li dijî paradîgmaya Entegrasyona Demokratîk e. Parastina Navê Kobanê parastina Kobanê ye.

11 Tîrmeh 2026