Li Îranê hejmara ciwanên betal her diçe zêde dibe

Li Îranê hem polîtîkayên navxweyî û hem jî şerê Amerîka yê li dijî Îranê bandoreke gelek xerab li ser aboriya Îranê dike. Şerê Amerîka yê li dijî Îranê bandora xwe li ser bihayê petrol û sotemeniyê kir

•
1 deqe xwendin
Li Îranê hejmara ciwanên betal her diçe zêde dibe

Rêjeya bêkariya ciwanan di nav kesên temenê wan di navbera 15 û 24 salî de, derketiye ji sedî 23,4an.

Piştî şerê Amerîka yê li dijî Îranê, li Îranê hejmara kesên xwedî kar bi qasî 450 hezar mirovan kêm bûye. 

Tirkiyeyê di sala 2025an de nêzîkî 7,7 milyar metrekûp gaza xwezayî ji Îranê îthal kir. Ev rêje ji sedî 13,2yê tevahiya îthalata wê ya gazê pêk dianî. Vê yekê Îran dikir çaremîn dabînkerê wê yê herî mezin. Lê niha her tişt guherî.

Raporên dawî nîşan didin ku Îran ji bo berdewamkirina liv û tevgera kelûpelan, her ku diçe zêdetir pişta xwe dide korîdorên bejahî. Bi taybetî yên ku ji Tirkiyeyê derbas dibin.

Li Îranê hem polîtîkayên navxweyî û hem jî şerê Amerîka yê li dijî Îranê bandoreke gelek xerab li ser aboriya Îranê dike.  Şerê Amerîka yê li dijî Îranê bandora xwe li ser bihayê petrol û sotemeniyê kir. Di meha gulanê de  enflasyon ji sedî 2,4an derxist ji sedî 4,2yan. Li Îranê ku navenda şer e, enflasyonê ji sedî 87,9 derbas kiriye. Qîmetê tumen di nava du salan de şeş qatan daketiye.

Di dawiya Sibatê û nava Adara 2026an de li Îranê piştî serhildanên gel û xwendekarên zanîngehê yên li dijî qeyrana aborî û azadiya ramanê; Rejîma Îranê înternet ji ser gel qut kir. Li gorî daneyên ji hêla rêxistinên pîşeyî û çavkaniyên beşan ve hatine parvekirin, windahiya aborî ya rojane ji ber qutbûna înternetê û pirsgirêkên xwegihandinê, zirara aborî ya rojane di navbera 3 û 8 trilyon tumen hat hesabkirin. Hate diyarkirin ku di Sibat û Adarê de nêzî 300 û 700 trilyon tumen zerar dît. 

Aktivîstê mafên mirovan ê îranî Shakrokh Tavakoli rewşa qeyrana aboriya li Îranê û bandora vê qeyranê ya li ser civakê û dewletdê nirxand. 

Shakrokh Tavakoli anî ziman ku krîza aborî ya Îranê êdî ne tenê pirsgirêkeke navxweyî ye û got: “Enflasyon, daketina nirxê pere, kêmbûna hêza kirînê, kêmbûna enerjiyê û têkçûna bazirganiyê, her ku diçe bandorê li têkiliyên Îranê yên bi welatên cîran re dikin. Ji bo Tirkiyeyê, encamên vê yekê bi taybetî girîng in; ji ber ku erdnîgarî, enerjî, veguhastin, tûrîzm û têkiliyên bazirganî yên demdirêj her du aboriyan bi hev ve girê didin.” 

Rêjeya ciwanên betal ji sedî 23 zêde bûye 

Shakrokh Tavakoli da zanîn ku nîşandarên herî dawî yên Îranê kûrahiya zextê nîşan didin û ev agahî parve kir: “Ajansa Reutersê di meha Tebaxê de ragihand ku rêjeya enflasyona salane gihîştiye ji sedî 66an. Di heman demê de bihayê xwarinê li gorî sala borî ji sedî 128 zêde bûye. Nirxê Rialê her ku diçe kêm dibe û kêmbûna enerjî û pereyên biyanî jî zext li ser malbat û karsaziyan zêde kiriye. Amarên fermî yên ku di raporên berê de hatibûn dayîn, nîşan didan ku rêjeya bêkariyê di bihara sala 2026an de ji sedî 9,1 bûye; di vê navberê de, hejmara kesên xwedî kar bi qasî 450 hezar mirovan kêm bûye û nêzîkî 800 hezar kes jî tevlî nifûsa neçalak a aborî bûne. Rêjeya bêkariya ciwanan di nav kesên temenê wan di navbera 15 û 24 salî de, derketiye ji sedî 23,4an.” 

Li Îranê xerçkirina benzînê ji hilberînê zêdetir e 

Shakrokh Tavakoli destnîşan kir ku krîza sotemeniyê pirsgirêka bingehîn nîşan dide û wiha pêde çû: “Rayedarên Îranê mikur hatine ku asta xerckirina benzînê ji ya hilberîna navxweyî zêdetir e. Texmînên dawî nîşan didin ku xerckirin rojane bi qasî 135-137 milyon lître ye. Ev beramberî hilberîna ku nêzîkî 120-130 milyon lître ye. Sizayên aborî, astengiyên darayî û têkçûna rêyên îthalatê, tijekirina vê kêmasiyê dijwartir kirine. Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan gotiye ku pêvajoya Îranê di 20ê Adara 2026an de bi dawî dibe de û ji bo îthalata benzînê nêzîkî 6 milyar dolar xerc kiriye. Ev zext rasterast bandorê li Tirkiyeyê dikin. Li gorî Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, bazirganiya dualî ya bi Îranê re di sala 2025an de bi giştî gihîşt nêzîkî 5,5 milyar dolarî. Ev yek bi qasî 3,0 milyar dolar hinardekirina Tirkiyeyê û 2,5 milyar dolar jî hawirdekirinê li xwe digire. Hinardekirina Tirkiyeyê makîne, plastîk, kîmyewî, berhemên çandiniyê û wesayîtan dihewîne, di heman demê de Tirkiye gaza xwezayî, berhemên çandiniyê, metal û kelûpelên din ji Îranê hawirde dike.” 

Tirkiye herî zêde gazê ji Îranê temîn dike 

Shakrokh Tavakolî li ser pêwendiya di warê enerjiyê de jî rawestiya û wiha pêde  çû: “Tirkiyeyê di sala 2025an de nêzîkî 7,7 milyar metrekûp gaza xwezayî ji Îranê îthal kir. Ev rêje ji sedî 13,2yê tevahiya îthalata wê ya gazê pêk dianî. Vê yekê Îran dikir çaremîn dabînkerê wê yê herî mezin. Di navbera mehên Adar û Gulanê yên sala 2026an de, radestkirina gaza Îranê gihîşt 2,72 milyar metrekûpî. Ev yek li gorî heman heyama sala 2025an ji sedî 39,6 zêdetir bû. Tenê di meha Gulanê de, Îranê 951,3 milyon metrekûp gaz dabîn kir. Ev jî ji sedî 26,1ê îthalata mehane ya gazê ya Tirkiyeyê pêk dianî.”

Trafîka sînorê Tirkiyeyê zêde bûye 

Shakrokh Tavakolî, bal kişand ser zêdebûna krîza abrî û wiha axivî: “Bazirganî ji ber têkçûna rêyên deryayî ji nû ve tê şekilkirin. Raporên dawî nîşan didin ku Îran ji bo berdewamkirina liv û tevgera kelûpelan, her ku diçe zêdetir pişta xwe dide korîdorên bejahî. Bi taybetî yên ku ji Tirkiyeyê derbas dibin. Rojnameya Financial Times ragihand ku di destpêka sala 2026an de, trafîka baran a li deriyê sînorî yê Gurbulakê bi awayekî berçav zêde bûye û bazirganiya dualî jî ji sedî 19 bilind bûye. Ev rewş dikare ji bo şîrketên lojîstîk û bazirganiya sînorî yên Tirkiyeyê derfetên karsaziyê biafirîne, lê di heman demê de dibe sedema qerebalixiyê, zêdebûna lêçûnên veguhastinê û rûbirûbûna zêdetir a li hember sizayan û rîskên jeopolîtîk.” 

Shakrokh Tavakolî, anî ziman ku Tirkiyeyê di 2024an de pêşwaziya 3,27 milyon geştyarên Îranî kir û got: “Herçend dibe ku daxwaza ji derveyî sînor, ji ber cudahiyên bihayê, hîn jî xurt bimîne, lê berdewambûna xirabûna rewşa dahata malbatên Îranî û daketina nirxê riyalê dikare bibe sedema kêmbûna lêçûnên geştyariyê, kirîna milk û veberhênana taybet.” 

Shakrokh Tavakolî, li ser têkiliyên civakên mezin ên li ser çand, ziman u aboriyê jî rawestiya û wah lê zêde kir: “Civakeke mezin a Îranî li Tirkiyeyê dijî û têkiliyên xwe yên malbatî, çandî û bazirganî yên bi Îranê re didomîne. Xirabûna rewşa aborî bandorê li wan malbatan dike ku girêdayî şandina pereyan, geştan û têkiliyên bazirganî yên li ser sînor in. Herwiha, niştecîhên Îranî dikarin bi parvekirina ezmûnên malbatî û agahiyên piştrastkirî yên derbarê rewşa navxwe ya Îranê de, beşdarî nîqaşên giştî bibin. Nêrînên wan ji bo têgihiştina wê yekê girîng in ka zextên aborî, wêdetirî statîstîkên fermî, çawa têne jiyîn.” 

Shakrokh Tavakoli, li ser gilî û gazincên aborî yên civakê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Rêxistina Mûcahidên Gel a Îranê (PMOI/MEK) û Encûmena Neteweyî ya Berxwedana Îranê behsa "Yekîneyên Berxwedanê" dikin ku li nava Îranê çalak in, û wan wekî beşek ji tevgereke rêxistinkirî ya ku dixwaze guhertina siyasî pêk bîne, nîşan didin. Piştrastkirina serbixwe ya derbarê mezinahî û çalakiyên wan de sînordar e. Girîngiya vê mijarê li vir ew e ku dibe ku dijberiya rêxistinkirî çarçoveyeke siyasî peyda bike da ku gilî û gazincên aborî û civakî, li gel xwepêşandanên spontan, bên anîna ziman.” 

Tavakoli, li ser niştecîhên Îranî yên li Tirkiyeyê dijîn jî agahî dan û wiha bi dawî kir: “Pêwendiya bi malbat û civakên li nav Îranê re dikare xwediyê aliyekî agahdarkirinê be: parvekirina agahiyên piştrastkirî yên derbarê rewşa aborî, mafên mirovan û nêrînên cihêreng ên têkildarî paşeroja siyasî ya Îranê. Her biryareke derbarê paşeroja Îranê de dikeve ser milê xweyên Îranî, lê dîaspora xwediyê şiyaneke taybet e ku dikare ezmûnan li seranserê sînoran bi hev ve girê bide. Ji bo Tirkiyeyê, ev pirsgirêk hem pratîkî ye û hem jî siyasî ye. Krîzeke aborî ya dirêj a Îranê dikare bazirganiya dualî biguherîne, zextê li ser pergalên enerjî û veguhastinê bike, bandorê li ser şêwazên geştiyariyê û koçberiyê bike, û li kêleka xetereyên nû ji bo karsaziyên Tirkiyeyê derfetên nû biafirîne. Rewşa Îranê wekî pireke bejayî di navbera Tirkiye, Qefqasya û Asyaya Navîn de tê vê wateyê ku bêîstîqrariya di aboriya wê de dikare encamên wêdetir ji têkiliya dualî hebin. Ji ber vê yekê krîza aborî ya Îranê dibe pirsgirêkek aborî ya herêmî. Ji bo Tirkiyeyê, têgihîştina pîvan û rêça wê ji bo birêvebirina berjewendiyên bazirganî û enerjiyê yên tavilê û ji bo nirxandina ka têkiliya aborî ya di navbera her du cîranan de çawa dikare biguhere girîng e.”