Enflasyona meha Îlonê eşkere bû: Zêdebûn didome
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) û Koma Lêkolînê ya Enflasyonê (ENAG) daneyên enflasyonê yên meha Îlonê bi raya giştî re parve kirin; li gorî TUÎKê enflasyona salane daketiye ji sedî 29,73yan, lê li gorî hesabên ENAGê enflasyona salane gihîştiye ji sedî 46,61ê.

Daneyên enflasyonê yên meha Îlonê ji aliyê saziyên fermî û lêkolînerên serbixwe ve hatin ragihandin. Di navbera reqamên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) û saziya serbixwe Koma Lêkolînê ya Enflasyonê (ENAG) de ferqa kûr dîsa bal kişand.
Li gorî TUÎKê enflasyona mehane ji sedî 1,84 e
Saziya fermî TUÎKê da zanîn ku di meha Îlonê de Buhayê Xercê yê Mezêxeran (TUFE) li gorî meha borî bi rêjeya ji sedî 1,84 zêde bûye. TUÎKê ragihand ku bi vê zêdebûnê re asta enflasyona salane gihiştiye ji sedî 29,73yan.
ENAG: Enflasyona salane ji sedî 46 derbas kir
Koma Lêkolînê ya Enflasyonê (ENAG) ku ji aborînas û akademîsyenên serbixwe pêk tê, bîlançoya xwe ya meha Îlonê belav kir. Li gorî hesabkirina ENAGê, meha Îlonê bihayê bazarê ji sedî 2,10 giran bûye. Her wiha ENAGê destnîşan kir ku enflasyona salane gihîştiye ji sedî 46,61ê.


