Çima berê dikuştin û çima îro sansur dikin?
Sansur ji kuştinê xerabtir e. Sansur jî awayekî tecrîdê ye. Bi sansurê dixwazin agahiyê tecrîd bikin û bikujin. Dema agahî hat sansurkirin êdî pêdivî bi kuştina rojnamegeran namîne.

Çima berê rojnameger dikuştin û çima îro hesabên medya dijîtal asteng dikin û agahiyan sansur dikin. Ji bo em pirsa vê bersîvê bidin; divê em vegerin salên 1990î. Divê em ji wê demê heta îro werin. Divê em şert û mervên wê demê û belavkirina agahiyê û şertên niha bidin ber hev. Divê em bipirsin ka armanc kuştina rojnameger e! An armanc kuştina agahiyên ku rojnameger belav dike ye?
Di salên 1990î de rayedarên dewletê rojnameger dikuştin. Çima? Ji bo rojnameger rastiyên heyî lêkolîn nekin, dernexin holê û li gel belav nekin. Di şexsê rojnameger de rastî û heqîqet dikuştin. Agahî qetil dikirin. Armanc ew bû ku fikr û rastî belav nebe. Armanc dikirin ku bi kuştinê, kurdan û rojnamegerên azad, ji pîşeya rojnamegeriya azad dûr bixin. Dewletê armanc dikir ku her kes rastiyê nizanibe. Ji bo hêza xwe li ser civakê ferz bike, ji bo serweriya xwe li ser civakê ferz bike, ji bo feraseta yek ziman, yek al, yek çand û yek nasnameyê li ser civakê ferz bike, dixwest kes dijberî wê dernekeve. Yen ku li dijî wê derdiket û yên ev rastiya dianîn ziman, dihatin revandin û kuştin. Wê demê bi revandin, binçavkirin, girtin û kuştinê rojnamegerî qetil dikirin û civak ji agahiyan mahrûm dikirin. Çavkaniya belavkirina agahiyan û kaniya heqîqetê qut dikirin. Armanc dikirin ku ew tîr ji kevan dernekeve.
Çima îro sansur, qedexe û asteng dikin?
Wê demê her kes ne rojnameger bû. Wê demê ajans û înternet zêde pêş neketibû. Tenê agahiyên rast bi destê rojnamegerên azad belav dibû. Medya dijîtal, telefonên bi aqil û platformên medya dijîtal ew qas pêş neketibûn. Agahî zû belav nedibû. Ji bo agahî belav nebe, raste rast kesên ku wan agahiyan kom dikin û belav dikin (yanî rojnameger) dikuştin. Bi kuştina rojnameger di esasê xwe de agahî dikuştin. Heqîqet dikuştin.
Lê niha medya dijîtal, telefon, înternet û gelek platformên medya dijîtal pêş ketine. Agahiyek di çend saniye û deqîqeyan de li gelek mirovan belav dibe. Piştî ku tîr ji kevan derket êdî veger tune ye. Piştî agahî ji destê rojnameger derket û ket hawizê medya dijîtal, êdî bi lez belav dibe û pêlê wê digêjin her kesî. Piştî ew agahî belav bû, êdî wî-wê rojnamegerê bikujin jî bê fêde ye. Dijberî fêdeyê zerar e. Çima zerar e? Dema îro rojnamegerek bê kuştin bêtir bertek tên nîşandan. Bêdir kuştina rojnameger li wî welatî û cîhanê belav dibe. Lê dema platformek medya dijîtal bê girtin an jî astengkirin bi qasî kuştinê bandorê li ser civakê nake. Ji ber vê yekê li şûna rayedarên dewletê bi kuştina rojnamegeran raste rast civakê bîne hemberî xwe, bi sansurê civakê sist dike û bi girtina platformên medya dijîtal rê li pêş belavkirina agahiyan digire. Di esasê xwe de, rayedarên dewletê bi sansura malper, platformên madya dijîtal bêtir digêje armanca xwe.
Dema hesabekî platforma Medya Dijîtal (Wekî X, înstagram, youtube, facebook û hewd ) bê girtin, zêde ev girtin, di aliyê hest û fizîkî de bêtir bandorê li ser civakê nake. Zêde bertekên civakê li dijî vê girtinê dernakeve pêş. Dibêjin ev hesab hat girtin dê yekî din vekin? Ji ber ku sansur bêtir kiryareke fikrî û ruhî ye. Lê bandora wê ji kuştina mirovan zêdetir e. Dema sansur dikin, her çendî mirov nakujin û xwe nakin kujer jî, di encamê de, agahiyan dikujin û êdî ew agahî nayê belav kirin. Yanî bi sansurê bêtir digêjin armanca xwe.
Dema em li raporên MKG û DFGê dinerin, em dibînin ku di mehên dawî de sansur û serdegirtina malan zêde bûye. Di tebaxê de gelek hesabên medya dijîtal û nûçeyên li ser medya dijital hatin parvekirin, hatin astengkirin. Nûçeyên der barê Holdîngan de hatin çêkirin bûn hedef. Hesabên X li Tirkiyeyê hatin qedexekirin. Ragihandina hesabên X yên Medya Haber TV, Ajansa Nûçeyan a Etkînê û JINNEWSê hatin astengkirin. Hesabên Ajansa Mezopotamya, rojnameger Nasuh Bektaş û Firat Fistik ên X yê li Tirkiyeyê hatin astengkirin. Hesabê înstegramê yê Nujin Medyayê hat astengkirin. Di meha îlonê de jî gelek hesab hatin asteng kirin. Di encamê de dema dewlet sansur dike ji kuştinê bêtir li karê ye. Ji bo bertekan li hemberî xwe kom neke û bigêje armancê, li şûna kuştinê sansurê tercîh dike. Lê îro em baştir zanin ku sansur jî rêbazekî kuştinê ye û tecrîd e.


