NATO barê hinekan girantir dike
Şerên Amerîka yên li heremê ne tenê şerê li Yêmenê li dijî Husiyan e. Ne tenê dijî Husiyan Parastina Siûdiye jî. Eniya şerên Amerîka ya li Rojhilata Navîn firetir e. Şerê Îsrîlê ya li dijî Hamasê, Şerê Îsrîlê ya li dijî Hîzbullahê, Şerê Amerîkayê ya li Iraqê li dijî Heşdî Şabî û Şerê Amerîkayê ya li dijî Îranê ye.

Şerê Yêmenê di navbera Hikumeta Yemenê û Husiyan (Ensarullah) de her diçe gur dibe. Erebîstana Siûdî di şer de destek dide hêzên Hikumeta Yemenê. Îran jî li dijî Hikumeta Yemenê û Erebîstana Siûdî desteka siyasî, moşek û dironan dide Husiyan. Ev şer her roj bi geşedaneke nû di be rojev.
Di şerê 11ê Îlona 2026an de Husî bi serketin û serweriya xwe ya li ser tengava Babul Mendebê îlan kirin. Bi maşek û dironan gef li serweriya Erebîstana Sûdî xwar. Bi vê serketina Husiyan destê Îranê hem dirêj bû û hem jî xwirt bû. Bandora qedexeya seyrûsefera li tengava Hurmizê ya Îranê; piştî serweriya li ser tengava Babul Mendebê hê zêdetir zextê li bazirganiya cîhanê kir. Taybet jî li bihayê neftê...
Ji ber vê encamê di 5ê Cotmeha 2026 an de li paytexta Erebîstana Siûdî Riyadê civîneke awarte ya li ser peymana Mekeyê pêk hat. Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Selçu Bayraktar beşdar bûn. Payeya şandeya Tirk têra xwe bilind e. Tenê Erdogan jê kêm e! Ev jî destnîşan dike ku Tirkiye çiqa pute dide peymanê.
Di civînê de Fermandarê Giştî Yê Berê Yê Bejahiya Pakistanê Numan Mahmod ji bo 3 salan wek sekreterê Peymana Parastina Mekkeyê (PPM) hat bijartin.
Li gor agahiya BBCyê da; Tirk û Pakistan dê bi lezgîn leşker û ezmunên xwe yên leşkerî ji bo destek bidin Erebîstana Siûdî dê bişînin heremê.
Endamê Meclîsa Nûneran a Amerîkayê Joe Wilson piştî civîna Riyadê bi dawî bû li ser encama civînê daxuyanî da û wiha got: “Peymana Parastina Mekkeyê (PPM) ya di navbera Tirkiye, Pakistan û Erebîstana Siûdî de hat avakirin di xwe de patansiyela NATOyê ya Rojhilata Navîn dihewîne. Ji bo ku mîsyona PPMê birêxistin kirin sipasiya hersê welatan dikin.” Ev piştgirî rengê siyaseta Amerîkayê diyar dike.
Di gotarên me yên berê de jî hat gotin ku hewildana PPMê projeya plankirî ya Amerîkayê ye. Di berdêla birêxistinkirina PPMê de jî bertîlên ku Amerîkayê û hevkarên Amerîkayê pêşkêşî Tirkiyeyê kiribûn jî hatibûn destnîşankrin. Taybet jî ji bo avakirina vê organîzasyonê Amerîka û hevkarên Amerîkayê xwe ji peymana li dijî DAIŞê vekişandin û li dijî Kurdan piştgirî dan Enqere û Şamê.
Amerîkayê bi siyaseta xwe ya dijberiya Kurdan Enqere û Şamê li ber deriyê xwe girê da û barê “NATOya li Rojhilata Navîn” her ku biçe dê zêdetir bike. Muxatabê barê zêdetir jî dê Tirkiye û Şam be.
Ev bar her roj xwe bi gaveke nû dide nîşandin. Di vê hesabê de Erebîstana Siûdî Serokkomarê Şamê Şara vexwede Riyadê û ji bo li Yemenê li dijî Husiyan şer bikin ji Şara xwest leşker bişîne eniya şer ya li Yêmenê. Rayedarên Sûriyeyê red bikin jî malpera Şarkul Avsat diyar kir ku Rayedarên Amerîka yên nexwestin navê wan bê aşkarakirin dane zanîn ku dê Suriye daxwaza Siûdî qebûl bike û 10 an 20 hezar leşker yên tumena 90emîn ya li herema Şamê û tumena 84emîn ya li herema Siweydayê bişîne yêmenê.
Şerên Amerîka yên li heremê ne tenê şerê li Yêmenê li dijî Husiyan e. Ne tenê dijî Husiyan Parastina Siûdiye jî. Eniya şerên Amerîka ya li Rojhilata Navîn firetir e. Şerê Îsrîlê ya li dijî Hamasê, Şerê Îsrîlê ya li dijî Hîzbullahê, Şerê Amerîkayê ya li Iraqê li dijî Heşdî Şabî û Şerê Amerîkayê ya li dijî Îranê ye. Ev jî îro bûye siyaseta “NATOya Rojhilata Navîn. Amerîkayê bi siyaseta “NATOya Rojhilata Navîn” piştgiriya ku Tirkiye û Şamê li dijî Îranê didan Amerîkayê aşkera kir. Bi gotineke rehetir Îran û Tirkiye piştî şerê li Yêmenê bûn dijberên hev ên eniya şer.
Korefamiya siyaseta nijadperest tê zanîn. Enqere dê çiqa karibe binê barê NATOya Rojhilata Navîn de rabe dê di van eniyên şer de diyar bibe.


