Rist û wateya dibetiyî ya çareseriya pirsa kurd

Entegrasyona Demokratîk, dikare li ser pênc xalan were ravekirin. Vana wekî leşkerî, nasnameyî, perwerde, îdarî û pergala giştî dikarin werin rêzkirin. Awa yan jî pêwîstiya hiqûqî van hemûyan hildide nava xwe û pêşketina pêvajoyê di bingeha xwe de bi aliyê hiqûqî re têkildar e.

•
1 deqe xwendin
Rist û wateya dibetiyî ya çareseriya pirsa kurd

Ev du sal in ku pêvajoya çareseriyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê didome. Lê hîna jî tişteke şênber li holê naxuye. Ev bi awayekî xwezayî serê civaka kurd a ku baweriya wê bi dewleta tirk nayê, tevlihev dike. Bi vê re jî li dijî çareseriyê û rist û wateya 'entegrasyona demokratîk' şêlûkirineke giran pêk tê ku tevliheviya di mejiyê civaka kurd de zêdetir dike. Di vir de ristên ku dikevin ser Partiya DEMê jî girîng in ku rexneyên 'di beralîkirina van tevliheviyan de kêm dimîne' bi pêş dikevin. Bi vê ve têkildar naveroka çareseriyê çawa bi pêş dikeve, ev qunciknivîs dê li ser hin pêşnûme û pêşniyarên heyî yên li holê raweste. 

Entegrasyona Demokratîk, dikare li ser pênc xalan were ravekirin. Vana wekî leşkerî, nasnameyî, perwerde, îdarî û pergala giştî dikarin werin rêzkirin. Awa yan jî pêwîstiya hiqûqî van hemûyan hildide nava xwe û pêşketina pêvajoyê di bingeha xwe de bi aliyê hiqûqî re têkildar e. 

1- Leşkerî: Gava yekem a ku niha li ser tê muzakerekirin ev e. Dewletên serdest ên Kurdistanê vê rewşê ji xwe re wekî xetere û astengiya yekemîn dibînin. Lewma dixwazin ku beriyê ev gav were avêtin. Heya ji destên wan tê hewl didin ku kurdan di vê mijarê de bêparastin bihêlin. Ev gav xaleke herî girîng e jî. Tevgera Siyasî ya Kurd li her çar aliyên Kurdistanê jî di vê mijarê de pêşniyarên nêzî hev dike. Mînaka li Suriyê dikare hin rewşan aşkera bike. Li hemberî hewldan û daxwazên dewletên serdest ku dixwazin kurdan bê parastin bihêlin, wekî mînaka li Suriyê û Şengalê, aliyê kurd hewl dide hêzên xwe di nava sînorên Kurdistanê de fermî bike, di raman û bedenê de xwerû bihêle. Ev ji bo dibetiyên neyîniyî yên pêşerojê jî wekî misogerî tê dîtin. Dibe ku bi xweseriyên xwe re rewşên hîna sist an jî şidiyayî werin bipêşxistin ku Îran û Tirkiye jî di nava vê rewşê de ne. Li her çar aliyên Kurdistanê hêzên kurd ên ku hebûna xwe bi vî awayî biparêzin (li Tirkiyê dê hêzên ewlehiyê bi çi awayî bin, mijara nîqaşan e), wekî misogeriya aliyê kurd tê nirxandin. Lê ev dê wekî hêzên ewlehiyê yên rewa, misogeriya xala pêncemîn jî pêk bînin ku ya herî girîng jî ev e.

2-Nasname: Ev xal, piştî ku xala yekemîn were çareserkirin, wekî gaveke herî girîng dertê pêş. Ev sed sal in bi peymana Skyes Picot re ji aliyê nasnameyî ve di serî de li Tirkiyê, lê heya astekê li dewletên serwer ên Kurdistanê hemû kurd ji aliyê nasnameyî ve hatin înkarkirin ku bi Lozana bêbext re gihîşt encama qeyranî ya sed salên dawî. Bi vê re, gava duyemîn bersiva gava yekemîn e ku bi guhertina zagonên dewletên serwer ve têkildar e û bi vî awayî ev bêbextiya sed salî ya navneteweyî hedef tê girtin, ev şaşî û rûreşiya mirovahiyê tê sererastkirin. Lewma gava xala duyemîn, gaveke siyasî, dîplomatîk û civakî ye. Ev gav, bi naskirina mîsyona Birêz Ocalan û têkiliyên ku bi aliyên cuda re saz bike dikare were zelalkirin û di serî de di meclîsa Tirkiyê re, di meclîsên dewletên din re derbas bibe û şerma înkarkirina kurd û Kurdistanê ji holê were rakirin. Li vir, bi îqnakirina raya giştî ya welatên serwer ku ev sed salên dawî ye bi dijberî û dijminatiya gelê kurd hatî jehrîkirin re, dayîna pejirandin an bi rêyên curbicur ên aştiyane, zagonî, rêxistinî û hwd re jî pêkan e. Ev heya astekê bi xala pêncemîn re jî têkildar e. Lewma meşandina xebatên siyasî û dîplomatîk ên Birêz Ocalan bi partî, sazî, kesayetî û hwd ên dewletên serwer re girîng e. 

3-Perwerde: Di roja îroyîn de ji bo nasnameyek hebûna xwe bidomîne, divê li gorî pêdiviyên nasnameya mijara gotinê, bi zimanê wê nasnameyê perwerde were dayîn. Ev, mafekî gerdûnî û navneteweyî ye ku înkar û astengkirina wê li gorî zagonên gerdûnî û mirovî yek ji sûcê herî giran e. Niha li Sûriyê di vê xalê de nakokiyeke sosret tê tecrubekirin. Dewleta Sûriyeyê (her çi qasî zagonên dewletê teşeya xwe ya dawî de negirtibin jî) li aliyekî dibêje 'ez bi fermî kurdan nas dikim', lê li aliyê din jî mafê perwerdeya bi zimanê kurdî napejirîne ku çi dibe bila bibe, divê kurdên Rojavayê Kurdistanê û dîsa hemû aliyên din ên Kurdistanê vê rewşê teqez nepejirînin. Lewre ev, rewşeke giyanî û pê ve têkildar jiyanî ye. Ev jî barê civakî yê civaka Kurd e. Di vê pêvajoyê de xwepêşandanên li dibistanan û bajarên Rojavayê Kurdistanê ji bo bicihanîna vê xalê pir girîng in. Heke nasnameyek hat naskirin, perwerdeya bi wê nasnameyê mecbûr e ku bi awayekî fermî were dayîn. Hewce bike, divê kurd bi tevahî li Rojavayê Kurdistanê çalakiyên cur bi cur bikin ta ku perwerdeya bi zimanê kurdî hat pejirandin. Ev kêmasiya sazî û siyaseta kurd e jî ku di vê hêlê de hewldanên têrker nînin. Dewletên serwer ên Kurdistanê ev nêzî sed salan e ku bi darê zorê zarokên kurd hînî zimanên biyanî dikin û sûcê mirovahiyê yê qirkirina çandî û civakî pêk tînin. 

4-Îdarî: Ev, ji cudasaziyên herêman, rêveberiyên herêmî yên xweser û hwd (ku ji bo Tirkiyê tê pêşniyarkirin) bigire heya federasyonê hildide nava xwe. Her sê xalên pêşiyê di vir de dibin wate û beden. Ji bo Tirkiyeyê nemûşa 'Şertê Xweseriya Rêveberiyên Herêmî yên Ewropayê' tê pêşniyarkirin. Dîsa ev ji xweseriya şaredariyan bigire heya federasyonê, nemûşên cuda hildide nava xwe. Lê dibe ku li aliyên cuda yên Kurdistanê ev bi awayên cihê bi kar bên. Lewre îro li Başûrê Kurdistanê rêveberiyeke federal heye ku kurd (divê demokratîk bibe) naxwazin ev ast dakeve jêr. Dîsa rewşa Rojhilatê Kurdistanê cuda ye. Bakurê Kurdistanê jî dibe ku rewşeke rêveberiyê ya li gorî taybetmendiyên xwe bigire. Dîsa encamên rêveberiyê, dê şert û mercên pêşerojê, taybetmendiyên civakî yên herêman, pêşveçûna dinyayê ya pêşerojê û hwd diyar bike. Ev xal, awayê jiyana civakî jî diyar dike ku li dervayê civaka kurd, ji bo çawaniya hemû gelên herêmê xwedî raman, pêşniyar û bersiv e. 

5-Pergala Giştî: Ji vê xalê, Konfederalîzma Demokratîk tê armanckirin. Bi awayekî pêşveçûyî, demokratîk, mafane, zanistî-sincî û hwd heke her çar xalên ewilîn bikarîbin bikevin meriyetê û ji bo gel, alî û rengên din jî pêk werin, ev dikare wekî bihara gelan, rengan û mirovahiyê wateya xwe bibîne. Lê ji bo vê, divê kurd yekîtiya xwe ava bikin û Kongreya Neteweyî li dar bixin. Her wiha li gorî van şert û mercan sazî û dezgehên xwe yên kurdistanî çalak bikin û di bin vê Kongreyê de bidin xebatê. Ev ji bo ku wekî pêleke hişmendiyî, civakî, saziyî bi awayekî demokratîk û sîstematîk bandora xwe li dervayî xwe jî bike, pêwîst e û jiyanî ye. Ev dê bêwatebûna navendîbûna hişk rave bike, zêderengiyê wekî çareserî derxe pêş, pêşveçûna sincî û bedewkariya cudahiyan li ser bingeha ramana hevpar a mirovahiyê û hemû xwezayê zelaltir bike. Di roja îroyîn de li cihê ku tu sedemeke mafdar, hişane, pêwîst û derbasdar tune jî, li hemberî şerm û wehşeta şerê Rûsya û Ûkraynayê, DYA û Îranê, Filîstîn û Îsraîlê, Yemen û Erebîstana Siudî û gelek herêmên din ku ji bo berjewendiyên hin aliyên sermayedar, dibin sedema qirkirina bi milyonan mirovî, birçîbûnê, koçberiyê, êşê, trajediyên hîna girantir, çareseriyên bi vî awayî yan jî nêzî vê, ji bo mirovahiyê ji nan û avê pêwîstir in. Mirovahiya ku îro nikarîbe rûnê û pirsgirêkên xwe bi hişane, sincî û mafane çareser bike û serî li rêyên şerma şer bide, wê mirovahî û pergalê top avêtiye û divê were guhertin.