Soza aştiyê dan wan
Bi sed hezaran kurd li 25 navendan Şehîdên Azadiyê yek bi yek silav kirin û soza têkoşîna aştiyê dan. Gel diyar kir ku xwedî derketina şehîdan, xwedîderketina aştiyê ye.

Rêber Abdullah Ocalan dibêje ‘Ew bûn pira ku di navbera jiyan û mirinê de hatiye avakirin. Li cem me ji bo şehîdan zêde girî nîne. Şehîd parçeyên me yên ji bo me nayên cûdakirinin. Pêwiste em hêza şehîd, girêdana şehîd, berxwedan û bîranîna şehîd, di hundirê kesayeta xwede bidin jiyîn. Rêberên me yên rastî û timî, şehîd bi xwene. Bi bîranîna şehîd, bi bîranîna serkeftinê ye. Pêwiste ew weke kes neyên dîtin, ew saziyek in. Di bîranîna şehîd de divê li şûna mirinê, mirov qala jiyandinê bike. Divê mirov qala serkeftina mutlaq bike.’
Di hemû civak û baweriyan de şehîd nirxên şoreşê yên herî giranbiha û pîroz in. Rêber Abdullah Ocalan di nirxandineke xwe ya din de ji bo şehîdan wiha dibêje; ‘Şehîd pêşengên şoreşê ne, nirxên me yên herî pîroz û giranbiha ne. Partiya me partiya şehîdan e.”
Bi taybetî gelê kurd şehîdên xwe wekî stêrka geş a li ezman ku rêya wî ronî dike dibîne. Loma me di van hefteyên dawî de dît ku, dema mijar dibe şehîd û bîranîna şehîdan gel tu astengiyan nas nake û hemû diherikin qada bîranînê.
Gelê kurd ji 23ê Tebaxê heta îro 12ê Îlonê bi sedan Şehîdên Azadiyê (Nêzî hezar şehîd) yên di dem û cihên cuda de di şer de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn. Li 25 bajaran bi sed hezaran kurd herikîn qadên û tev li bîranînê bûn. Bi hevre ketin pêşbirgê da ku wan bibîr bînin û soza ku daye şehîdên nû bikin û wan yek bi yek silav kirin. Yek bi yek bibîr anîn û yek bi yek di dilê xwe de bi cih kirin. Gel di bîranînê de soza xwe ya bi şehîdan re nû kir. Li her navendekê bi hezaran ji bo şehîdan silav bikin û soz bidin wan ketin dorê. Wekî ku biçin hecê û li dora Kevirê Reş (Hacerü’l-Esved) ê pîroz doj bibin û îbadeta xwe nû bikin. Wekî ku soza xwe ya edalet, wekhevî, azadî, sadiqi û mirovahiyê nû bikin. Li her bajarî û her navenda bibîranînê; bi dehan wêneyên Şehîdên Azadiyê hatin rêzkirin û gel yek bi yek li pêş wan bejna xwe tewand û gotin “Şehîd namirin”, “Soza te soza me, rêya te rêya me ye.”
Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi sed hezaran kurdên herikîn qadên bibîranînê, nîşan dan ku şehîd nirxên wan ên herî pîroz e û tenê şehîd dikarin yekîtiya gelê kurd ava bike.
Me dît ku gelê kurd ji bo meş, mîtîng, daxuyanî û çalakiyên demokratîk bi belavok û bangan bi qasî tê xwestin li hev kom nabin. Bi qasî tê xwestin tev li van çalakiyan nabin. Lê di van bîranînên dawî de me dît ku bêyî xebatek bê kirin, bêyî ku bang bê kirin û bêyî ku gel bê vexwendin, bi sed hezaran mirov ji malên xwe, ji kolan û taxên xwe, herikîn qadên bîranînê û Şehîdên Azadiyê bibîr anîn. Şehîdên Azadiyê nîşanî her kesî dan ku tenê ew dikarin gelê kurd komî ser hev bike û wan bi rêxistin bike. Şehîdên Azadiyê nîşan dan ku ew ne tenê nirxên malbatekê û partiyekê ne; ew nirxên hemû civakê ne û loma civak ew qas li wan xwedî derdikeve û êşa malbatên wan parve dike. Me careke din dît ku gel bi dil û can bi şehîdên xwe re ne û bi dil û bi can li Şehîdên Azadiyê xwedî derdikevin. Me dît ku gel destnîşan kir ku li ruxmê ew qas êşa giran jî ji bo aştiyê amade ye û ewê ji bo aştiyê têbikoşin. Gel destnîşan kir ku xwedîderketina şehîdan, xwedîderketina aştiyê ye.


