Piştî Rejîma Şamê hilweşiya 10 hezar 416 mirov hatin kuştin

Li gorî dane û raporên Saziya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) piştî hatina El Şara kuştina mirovan zêdetir bûye. Piştî rejîm hilweşiya û Colanî hat ser kar li Sûriyeyê 10 hezar û 416 mirov hatin kuştin.

•
1 deqe xwendin
Piştî Rejîma Şamê hilweşiya 10 hezar 416 mirov hatin kuştin

Li Rojhilata Navîn her roj bi dehan mirov têne kuştin. Yek ji welatê ku herî zêde mirov lê têne kuştin jî Sûri ye. Li Sûrî piştî ku bi fermî şer qediya jî dîsa kuştina mirovan didome. Tenê di 20 mehên dawî de 10 hezar û 416 mirov hatin kuştin.  

Li gorî rapora dawî ya SOHRê 8 endamên Hêzên Ewlekariya Navxweyî "Asayîş" li taxa Şêx Meqsûd hatin kuştin. Li gorî çavkaniyên pêbawer ên SOHR, cenazeyên wan dê îro, li bajarên Hesekê û Kobaniyê werin veşartin.

Li gorî dane û raporên SOHRê ji 8ê kanûna 2024an heta niha, ango di 20 mehên dawî de 10 hezar û 416 sivîl hatin kuştin. Ev dane nîşan dide ku her roj bi dehan mirov li Sûriyê têne kuştin. 

Tenê ji destpêka sala 2026an ve, SOHR mirina 100 endamên civaka Elewî di tawanên mezhebî de belge kiriye, di heman demê de bangên berdewam ji bo eşkerekirina şert û mercên van tawanan û hesabpirsîna sûcdaran berdewam dike.

Her çend Ehmet El Şera hat ser dethilata Şamê û aşkere kir ku dê aramiyê bîne Sûriyê û kuştinê rawestîne jî, di daneyan de tê dîtin ku dijberî vê yekê kuştin zêdteir bûye. Tê gotn ku li zindanên Esed, di serdema Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de îşkence zêdetir bûye. Nûnerên SOHRê destnîşan dikin ku pitî rejîma El Şera bû desthilat, 76 kes li zindanan hatin kuştin. 

Nûnerên SOHRê destnîşan dikin ku ji 2011an û vir de 78 hezar û 273 mirov rastî û îşkenceya giran hatine û li wan îşkence hatiye kirin. Tê gotin ku di vê pêvajoya 15 salan de 26 hezar mirov jî hatine windakirin. 

Di 8 mehan de 94 kes bi maînan mirin 

Daneyên raporan aşkere dike ku di 8 mehên dawî de li tevahiya Sûriyê 94 kes ji ber bermahiyên şer hatin kuştin û 138 kes jî birîndar bûne. Ji miriyan 86 û ji birîndaran jî 127 zarok in. Jin jî bi giranî bandor bûn û bi tevahî 232 kes ji van bûyeran bi bandor bûne. 

Ev bermahiyên şer ku nehatine komkirin û nehatine îmhakirin li ser jiyana civakê bandoreke pir neyînî çêdike. Ji ber nayên paqijkirin gefeke mezin li civakê dixwe. 

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê  (SOHR) ragihand ku heta 18ê Tebaxê li deverên ku ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve tên kontrolkirin, 79 zarok û 7 jin jiyana xwe ji dest dan û 121 zarok û 10 jin jî birîndar bûn. 

Rapor nîşan dide ku piştî hilweşîna Esad û hatina Colanî li şûna kuştin raweste û revandina mirovan kêm bibe, dijberî vê yekê dîsa kutin û revandin zêde bûye û ev jî nîşan dide ku li şûna aramiyê metirsî zêde bûne.