Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin

Hesabê fermî yê medyaya dîjîtal Xê yê Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi daxwaza Serokatiya Ewlehiya Sîber a girêdayî Serokkomariya Tirkiyeyê hat astengkirin; rêveberiya Xê bi rêya e-peyamekê ji ajansê re ragihand ku girtina hesabê li ser daxwaza saziya fermî ya serokkomariyê pêk hatiye.

•
1 deqe xwendin
Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin

Zext, qedexe û pêkanînên sansurê yên li dijî saziyên çapemeniya azad bênavber berdewam dikin. Piştî astengkirina dehan caran a malperên înternetê û hesabên medya dijîtalê, car din jî hesabê fermî yê medyaya dîjîtal ê Ajansa Mezopotamyayê (MA) hat armancgirtin.

Hesabê fermî yê ajansê yê li ser platforma Xê li Tirkiyeyê ji bo bikarhêneran hat astengkirin.

Xê bi e-peyamekê agahî da ajansê

Rêveberiya platforma Xê der barê biryara astengkirinê de bi rêya e-peyamekê daxuyanî da rêveberiya Ajansa Mezopotamyayê. Di agahdariya hat şandin de hat diyarkirin ku astengkirina hesabê fermî li ser daxwaza rasterast a Serokatiya Ewlehiya Sîber a girêdayî Serokkomariya Tirkiyeyê hatiye pêkanîn.

Ev pêkanîna sansurê di demekê de pêk hat ku tenê beriya çend rojan malpera MAyê cara 44emîn hatibû astengkirin û li dijî saziyên çapemeniyê pêleke nû ya desteserkirin û girtinê dihat meşandin.