Weşana Halk TVyê hat qutkirin

Polîsan li Stenbolê bi ser avahiya kanala Halk TVyê de girt; piştî serdegirtinê ji bo kanalê qeyûm hat tayînkirin û weşana televîzyonê hat qutkirin.

•
1 deqe xwendin
Weşana Halk TVyê hat qutkirin

Polîsan îro bi ser avahiya Halk TVê ya li Stenbolê de girt. Piştî serdagirtinê qeyim tayînî kanalê hat kirin û weşana televîzyonê hat sekinandin. Di kanalê de lêgerîna polîsan didome. Polîs nahêlin xebatkarên kanalê têkevin hundir.

Rêvebirê Giştî yê Weşanê yê Halk TVê Suat Toktaş, xwest ku weşana rasterast bidome da ku mafê bingehîn ê gel ji bo agahdarkirinê were parastin, lê qeyim ev yek qebûl nekir.