‘Bê bersiv û bê hesab namîne’
Fermandariya Giştî ya YPJ û Berdevka YPJê Roksen Mihemed der barê êriş û destdirêjiya li hemberî wêneyên jinên şehîd de daxuyanî dan; YPJê ev kiryar wekî şikandina xetên sor ên wijdanê civakê pênase kir û hişyarî da ku ti êrişeke li ser pîroziya şehîdan bê bersiv namîne, her wiha bang li aliyên peywendîdar kir ku tavilê sûcdaran ceza bikin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî êriş û hewldanên qirêj ên li dijî pîrozî û wêneyên jinên şehîd da. YPJê destnîşan kir ku ev kiryar rasterast rûmeta şehîdan dikin hedef û binpêkirina hemû pîvanên mirovahî û exlaqî ne.
‘Yên li beramberî jinên azad têk çûn êriş dikin’
Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJê de hat gotin ku şehîd nasname, rûmet û nirxên herî pîroz ên hebûna gel in:
"Kesên ku li beramberî îrade û berxwedana jinên azad têk çûne, îro bi rêbazên nemirovane û li derveyî exlaqê mirovahiyê êrişî şehîdên me dikin. Ev dîmenên bêexlaq û kiryarên qirêj bi tu awayî ne layiqî gelê me û welatê me ne; êrişeke rasterastin li ser rûmet û nirxên hevpar ên tevahiya civaka me."
Banga hesabpirsînê ya li Hikûmeta Şamê
YPJê di daxuyaniyê de bang li Hikûmeta Şamê kir ku li gorî berpirsiyariyên xwe tevbigere û wiha dewam kir:
"Em bang li Hikûmeta Şamê dikin ku tavilê bikeve nav liv û tevgerê û bi awayekî herî tund hesab ji van êrişkaran bixwaze. Bila baş bê zanîn ku em li hemberî van êrişan bi tu awayî bêdeng namînin û tu êrişên li ser pîroziya şehîdên me bê bersiv û bê hesab namînin."
Fermandariyê her wiha bang li gelê welatparêz, bi taybetî li jin û ciwanan kir ku li hemberî şerê derûnî hişyar bin û xwedî li nirxên şehîdan derkevin.
Roksen Mihemed: Destdirêjiya li sembolên şehîdan êrişa li ser hemû jinan e
Berdevka YPJê Roksen Mihemed jî têkildarî qetandin û destdirêjiya li ser wêneyên şehîdan daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ev kiryar ne qanûnî ne:
"Bi van kiryaran destdirêjî li bîr, wijdan û nirxên mirovahiyê tê kirin. Şehîd sembola têkoşîn, rûmet û azadiya me ne; ji bo parastina xak, edalet û wekheviyê têkoşiyane. Destdirêjiya li ser sembolên şehîdên jin tê wateya destdirêjiya li hemû jinan. Em bang li hikûmeta veguhêz, parêzgarê Hesekê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikin ku bi berpirsiyarî nêz bibin û sûcdaran ceza bikin."


