Giyana Kurdên Azad ava bûye

Van rojên ku gelê kurd lehengên xwe yên cangorî di dil û bîra xwe de veşartin, em bûne şahidên gelek rewşên bi êş, şanazî û serfiraziyê. Bi baweriya min, divê her kes şahidiyên xwe binivîse da ku bîra me ya dîrokê çêbe

•
1 deqe xwendin
Giyana Kurdên Azad ava bûye

Van rojan her mînaka ku derdikeve pêşiya me, bi qasî dîrokekê tecrubeyan ava dike, me dike zanyarên jiyanê, me ber bi zanyariyê ve diherikîne. Mirov heyîneke dîrokî, civakî û çandî ye. Ger van aliyên xwe biparêze, ev rojên ku em tê re derbas dibin gelek tiştan ji me re dibêjin. Anku jiyan gelek tiştan nîşanî me dide ku ji temenê me pir pir mezintir in. 

Yên ku dîrokîbûn, civakîbûn û çandîbûna xwe winda kirine yan jî danîne aliyekî, lê bi dîmen wek mirov xuya dikin, di nava loda derewan de lotikan diavêjin; dixwazin di aliyê rabirdûyê de baweriya gelê kurd, di aliyê siberojê de jî hêvîya gelê kurd bişikînin; dixwazin ji gelê kurd re bêjin; ‘hûn duh ne tiştek bûn, îro jî ne tiştek in. We pir berdêl dan, lê we tiştek bi ser nexist.’ 

Çi bi zanayî û nezanî, çi rasterast û ne rasterast, lê têkiliya van nêzikatî û êrîşan teqez bi dijminên gelê kurd re heye. Kî vê dike divê bizanibe û divê em bizanibin ku ew teqez dixwaze pêşiya serkeftinên gelê kurd bigire. Lewra vekirî ye; dewlet mecbûr maye ku bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê re were ber masê, lê ji bo ku morala gelê kurd bixîne, ji bo ku bi gelê kurd re hesta serkeftinê çênebe, her tiştî dike. Çima? 

Lewra em di pêvajoya muzakere û tekoşînê de ne. Serdest bi kêfa xwe nehatine ser maseyê, wan ji neçariyê ew tercîh kiriye. Heta ku em rastiya xwe bidin pejirandin û hêza li hemberî xwe bidin guhartin em ê muzakere û tekoşînê bidomînin. 

Ger ez bixwazim pirsa “Me di vî pêncî salî de çi qezenc kir?” bibersivînim, nikarim ji navê derkevim. Lewra me hebûna xwe qezenc kir. Li şûna bersivê ez li her kesî pêşniyaz dikim, dibêjim; li rewşa dinyayê, rewşa dewletan, rewşa gelan û mirovahiyê mêze bikin, pênc deqîqeyan çavên xwe bigirin û bifikirin; ger di van pêncî salan de ev Rêbertiya, ev Tevgera Azadiyê tune bûya, em ê wek gelê kurd , wek jin, wek civak niha tam li ku bûna? Her kes dikare bersiva xwe bi hûrgilî binirxîne. 

Carinan hin mînak merivan dihejînin û di kêliyê de têgihîştinên mezin ava dikin. Herhal mirovahiyê ji tiştên wisa re gotiye mûcîze. Van rojên ku gelê kurd lehengên xwe yên cangorî di dil û bîra xwe de veşartin, em bûne şahidên gelek rewşên bi êş, şanazî û serfiraziyê. Bi baweriya min, divê her kes şahidiyên xwe binivîse da ku bîra me ya dîrokê çêbe. 

Dixwazim mînakekê ji wan şahidiyên xwe binivîsim: Em çûn taziyeyekê, dayikekê gelekî bala me kişand. Çariya bi morî û sipî dabû serê xwe. Rûyê wê bi xirûr û ken bû. Kîjan kom dihate serdanê, wê tîlîlî dida, bi dengekî xurt ew pêşwaz dikirin û digot; “Şikir ji xwedê re, şikir ji xwedê re”. 

Min ev gotin ji dayik û bavên kurd pir bihîstiye, lewra mirina jirêzê, mirina ji ber tiştên kirêt û berdêla rehmetîbûyînê didin ber hev û dibêjin ‘şikir’. Lê sekna dayikê ya li hember şehadeta keça xwe ya şehîd gelekî bala min kişand. Min ji hevalan pirsî û çîroka dayika dilaza hîn bûm. 

Dema keça wê ji holê winda bûye, derdorê jê re gotiye;  ‘yan keça te çûye nav DAÎŞê yan jî bi mêrekî re reviyaye. Ev tişt ji dayikê re bûye derd. Reş li xwe kirine. Her roj giriyaye, ji hundir derneketiye. Ehd kiriye, roja ku agahiyeke xêrê ji keça xwe bigire dê şahiyê bike. Tam ew roja ku agahiya şehadeta keça xwe bihîstibû, ev xeber wekî mizgîniyê pêşwaz kiribû. Ji ber ku min ji dayika delal re negotiye, loma navê wê nanivîsim. An na pêwîst e ku em çîroka her dayikê, her malbata xwe binivîsin. Hem wan bikin bîra civakî hem jî bi civakê, bi mirovahiyê bidin nasîn. Ev rûmetek e.

Min çîroka dayê bi çi mebestê nivîsî; me di vî pêncî salî de çi qezenc kir? Her tişt li aliyekî, me ev giyana birûmet qezenc kir. Ev giyana ku dikare şehîdên xwe bi lîlandin, şahî û serbilindî pêşwaz bike. Şikir ji avakarên vê  şanaziyê re!