Jin di Nobeda ji bo Pêşîlêgirtina Tundiyê de Ne
Di deklerasyona me ya 2yê mehê de em bi gelek sazî û dezgehên jinan re hatin gel hev û me got ku li dijî zêdebûna qetilkirina jinan li ber Edliyeya Amedê 10 hefteyan her roja şêşemê wê Nobeda Jin, Edalet û Bîrê bê lidarxistin.

Di encama polîtîkayên feraseta desthilatdar de sal, meh û roj kuştin, qetilkirin, tacîz û tecawiz û tunehesibandina li ser jinan zêdetir dibe. Dema em dêhna xwe didin daneyên van her 9 mehên sala 2026an, 222 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Tenê di meha Îlonê de mêran 27 jin kuştin, 52 heb birîndar kirin, 28 rastî tacîz û tecawizê hatin û her wiha 19 zarok jî ji aliyê heman ferasetê ve hatin îstîsmarkirin. Bi gelemperî ev jin ji aliyê hevjîn, bav, bira, dergistî û hwd ve hatin qetilkirin.
Bêguman qetilkirin û tundiya li ser jin û zarokan bi cezayên kêm ve û bi polîtîkayên dewletê ve girêdayî ye ku her û her kujeran diparêzin. Li ser vê bingeha qirêj a ku mêr jinan dikuje û wek biguman dide nîşandan an jî bi gotinên ‘tahrîkkirin’ û hwd mêr-kujer bi cezayekî kêm tên xelatkirin. Polîtîkayên dewleta tirk ên ku her û her kujer parastin di îrorojê de jî bi heman awayî ne û ji ber vê yekê jî her sal, her meh, her hefte û her roj jin û zarok tên kuştin û qetilkirin.
Li Kurdistanê jî li gel parastina polîtîkayên tundî û kuştina jinan; polîtÎkayên şerê taybet jî li holê ne. Bi dehan salan e ku tevger û rêxistinên jinan di nav liv û tevgerê de ne. Her ku kuştina jinan û tundiya mêran digihîje asta qirkirina jinan, rêxistinên jinan torên xwe yên têkoşîn û piştevaniyê berfirehtir dikin. Herî dawiyê di 2ê cotmehê de li Amedê, Tora Pêşîlêgirtina Tundiyê deklerasyonek da û diyar kir ku kuştina jinan nayê wateya bûyerên ji hev qûtbûyî û ragihand ku ew ê li dijî dijberiya mekanîzmayên tundiya li ser jinan dest bi Nobeda ‘Edalet û Bîrê’ bikin.
Tora Pêşîlêgirtina Tundiyê ya Amedê di 6ê mehê de dest bi nobedê kir û li pêşiya Edliyeya Amedê kom bûn.
Em jî têkildarî biryar, naverok û rojên Nobeda Edalet û Bîrê bi endameke Tora Pêşîlêgirtina Tundiyê, Semra Yansit re axivîn ku her wiha sosyolog e.
Jin wê 10 hefteyan nobedê bigrin

Endama Tora Peşîlêgirtina Tundiyê Semra Yansit di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser deklerasyona di 2ê mehê de Torê dayî û wiha bal kişand ser naveroka wê: “Di vê daxuyaniyê de li dijî zêdebûna qetilkirina jinan li ber Edliyeya Amedê 10 hefteyan her roja sêşemê wê Nobeda Jin, Edalet û Bîrê bê lidarxistin. Di nav vê torê da Komeleya Rosayê, Komeleya Rewşa Jinan a Piştgirtiyê (DAKAHDER), Komeleya Hiquqnasên ji bo Azadiyê (ÖHD), Komeleya Mafên Mirovan (İHD) Baroya Amedê a Navenda Mafên Jinan (KHM), Rêveberiya Heremî ya DEM Partiyê heye.”
‘Kuştina jinan ne tenê hejmarek e’
Sosyolog Semra Yansit da zanîn ku bi armanca li pêşiya qetilkirin û tundiya li ser jinan bigirin, derketin rê û wiha got: “Em tev dizanin ku di nav pergala dewletê de gelek hêsan e ku êdî ev bûyerên qetilkirin, tundî, tacîz û tecawizê wek hejmar bên binavkirin. Îro li Amedê di nava mehekê da 4 jin ên bi navê Gûlistan Karadağ, Sultan Akdemîr, Mizgîn Kiliç û Ayfer Çakmaz ji aliyê hevjînên xwe yan jî ji aliyê hevjînên xwe yên kevn ve hatine qetilkirin. Ev yek jî dide nîşandan kû mêr bêtirs in û zanin ku politikayên bêcezahiştinê wan wêrektir dikin. Em jî wek sazî û dezgehên jinan her hefte roja duşemê di saet 12.30an de li hev dicivin û çîroka her jinekê dubare dubare tînin ba hev û bi bîr tînin.”
‘Sala Malbatê nakokiyek e’
Semra Yansit di berdewama axaftina xwe got ku divê hişmendiyeke wekhev û azad bê avakirin û wiha pê de çû: “ Lê ev hişmendî bi hezar sal e bi têkoşina jinê tê dayîn. Jin ji bo wekhevî û azadiyê yan canê xwe dide yan jî di nava civakê de tê tunekirin. Lê ev hezar sal e tê xuyakirin ku ne jin hate ser xeta dewleta netew a ku jinê wek kole, pasîf penase dike û ne jî jinan dev ji tekoşîna xwe berdan. Ji ber kû jin êdî wêrektir û bihêz in jiyana kû wan dayîn qebûlkirin red dikin. Ji ber vê yekê tê qetilkirin. Dewlet di navbera 2025- 2035”an “Sala Malbatan” ragihand. Lê di 2025an de 391 jin û di nav 8 mehan de jî 189 jin hatine qetilkirin. Di nav van jinan de mirina bêguman jî tune ye. Li aliyekî jin bên qatilkirin li aliyekî em ê bêjin “Sala Malbatan” Ev bi serê xwe nakokîyek e. Her jinên ku tê qetilkirin çiroka wan ji hevdû cuda ye lê tiştên hevpar ew e ku kujerên wan mêr in. Bila bê zanîn ku ev tenê ne meseleya jinan e. Her qetilkirina jinekî civakê perçe dike. Her perçebunek bandorê li derdora xwe dike. Li Amedê mêr bi şîara “Em ji wê mêrxasiyê şerm dikin ku jinan dikuje” meş lidarxistin. Ev jî nişan dike ku heta jin azad nebe ê mer jî azad nebe. Jiyana hevpar tenê bi aliyekî na; bi jin û mêran bi hev re ava dibe.”
‘Em bibin parçeyekî çareserkirinê’
Semra Yansitê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Nobed dê heta 8ê kanûnê berdewam bike. Di vê nobedê de sazî û dezgehên jinan hemûyan mil daye milê hev û ji bo pêşeroja hemû jinan û mafen mirovan tev li çalakiyan dibin. Lê ev çalakî tenê bi wan ne sînorkirî e. Hemû saziyên sîvîl û saziyên siyasî û hemû kesên ku vê meseleye ji xwe re dikin derd - jin, ciwan, welatî - dikarin tev li vê çalakiyê bibin. Li pêş me 25ê mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan heye. Heya vê rojê pewîst e ku em dengê xwe xurttir derxin û em bibin parçeyekî çareserkirinê”.


