Tirkiye bi paş ve gavan diavêje
Dewleta Tirk di vê pêvajaya Aştî û Çareseriyê de li şûna girtiyan serbest berde, her roj berdana girtiyan dubare dubare taloq dike. Di çend mehan de bi dehan girti li ruxmê zêdetirî 30 salin girtî ne jî cezayê wan taloq dikin.

Di cîhanê de yek ji welatên herî zêde mirov lê girtî Tirkiye ye. Li gorî Midûriyeta Giştî ya Ceza û Malên Tefkîfan (CTE), li Tirkiyeyê 402 girtîgeh hene. Li gorî CTEyê di 03ê tebaxa îsal de kapasîteya girtîgehan 304.278 kes in. Li 402 girtîgehan bi giştî 433.520 girtî hene. Li gorî van daneyan li Tirkiyeyê 129 hezar û 242 girtî an li erdê radizên an jî li ser ranzeyan katên nû zêde kirine.
Li gorî van reqaman li Tirkiyeyê ji her 100 hezar mirovî nêzî 500 kes girtî ne. Li gorî nifûsa welatên cîhanê yek ji welatê herî zêde mirov lê girtî ne, Tirkiye ye. Di cîhanê de yek ji welatê ku nifûsa girtîgehan herî qelebaliq e, Tirkiye ye. Tirkiye di aliyê nifûsa girtîgehan de, di nava 208 welatên cîhanê de welatên ku nifûsa girtîgehan herî zêde di rêza 7an de ye. Di cîhanê de herî zêde li welatên El Salvador, Kuba, Ruanda, Amerîka, Turkmenistan û Tirkiye nifûsa girtîgehan zêde ye.
Li rûxmê ku Tirkiye ketiye pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk û divê bêtir ji bo aştî, demokrasî û mafên mirovan gavan bavêje jî, li şûna mafan biparêze, bêtir mafan binpê dike. Li Tirkiyeyê di 10ê Tebaxê de Qanûna Çarçove ku ji 12 xalan pêk tê û xalek jê li ser rewşa girtiyên siyasî ye jî girtiyên siyasî li şûna bêne berdan, zêdetir cezayên wan dirêj dikin û dubare, sêbare û çarbare wan ceza dikin.
Duh nûçeyek derbas bû. Tê gotin ku girtiya siyasî Nûriye Adet a 32 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Jinan a Sîncanê de tê ragirtin, Lijneya Îdare û Çavdêriyê cara 6an berdana wê taloq kiriye. Nûriye Adet diviya bû 2 sal berê ango di 2024an de serbest bihata berdan.
Dîsa çend roj berê nûçeyek din derbas bû. Hat gotin ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Bolûyê berdana Levent Cîn û Zubeyir Îdem ên ku 30 sal in girtî nin, berdana wan taloq kirin.
Du hefte berê dîsa Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Bolûyê berdana Omer Okul û Huseyîn Yildirim ên 32 sal in girtî ne taloq kir.
Beriya wê Lijneya Îdarî û Şopandinê ya li Girtîgeha Bolûyê berdana Ahmed Abdî Îbrahîm (32), Tuncay Dogan (32) û Nurettîn Ataman 33 û 4 meh in girtî ye, taloq kir.
Duh meh berê heman saziyê berdana Ahmed Abdî Îbrahîm 7 caran, Nurettîn Ataman 9 caran û Tuncay Dogan jî 5 caran taloqkirin. Di heman demê de heman saziyê berdana Nedîme Yaklav a 34 sal in girtî ye cara 7an taloq kir.
Ev agahiyên ku me li jor parve kir, pir aşkere nîşan dide ku li Ruxmê DMMEyê Mafê Hêviyê nas kiriye û biryar daye ku Tirkiye li gorî Mafê Hêviyê tev bigere jî, Dewleta Tirkiyeyê li şûna girtiyan serbest berde, her ji 3 meh-6 meh carekê cezayê girtiyan dirêj dikin. Li şûna girtî piştî 25 salan girtî man û ji Mafê Hêviyê sûd bigire, îşkence li girtiyan têne girtin û nayên berdan.
Li şûna ku bêtir li gorî pîvanên hiqûqî yên gerdûnî tev bigerin û di aliyê hiqûqî de gavan bavêjin; em dibînin ku bêtir hiqûq û qanûnên xwe binpê dikin û girtiyan du car ceza dikin.
Di vê pêvajoya ku her kes li bendê ye girtiyên siyasî û nexweş serbest bêne berdan, em dibînin ku bê navber girtiyên siyasî cezayekî din li wan tê birîn û cezayê wan dubare dubare dirêj dikin û îşkenceya mafê hêviyê li wan dikin.
Ev rewş û nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li dijî hiqûq, li dijî biryara DMMEyê û li dijî Destura Bingehîn; nîşan dide ku Tirkiye ne alîgirê çareseriyê ye. Lê divê baş bê zanîn ku di demên berê de Tirkiye di aliyê gav avêtinê de bêtir hişk bû. Lê têkoşîn û berxwedana gelê kurd hiştiye ku Tirkiye êdî neçar e gavan bavêje. Wekî encam gelê kurd û gelên Tirkiye çiqas di mafê xwe de israr bike, xwe bi rêxistin bike û li ber xwe bide, dewlet jî dê neçar bimîne ku di aliyê hiqûqî û siyasî de gavan bavêje.


