Pêşketina dualî û tekoşîna serdemê
Bandora dem û serdema têde tê jiyîn, di serketinê de diyarker e. Li gorî derfet û rêbazên serdemê xwe amadekirin û li gorî wê xwe rêkûpêkkirin, di riya serketinê de rêbaza sereke ye. Ger ne wisa be dê xwedûbarekirin derkeve holê. Xwedûbarekirin jî genîbûn û dawî mirin e.

Di xwezayê de dualîstiya hebûna hizrî û laşî bi hev tîkirinê re carcaran jî dijbertiyê dike. Ev yek taybetî di nava giyaneweran de herî zêde xwe di mirovan de dide der. Lewra pêşketina hişî ya mirovan li gorî me di nava sewalan de di asta herî pêş de ye. Di vê dualîzmê de carinan hiş tiştên şênber, carinan jî tiştên şênber hiş/razberiyê pêş dixe an jî dimîne bin badora wê de. Ango kirde gelek caran tê guherîn. Di kirdebûnê de tişta diyarker hewcedariyên demê û hêza heyî ye. Ger hewcedariyên demê guherînekê an jî çalekiyekê araste bike, wê demê rola kirdeyê li gorî hewcedariyê tê guherîn. Di nava mirov û civakan de jî ev têkilî kêm zêde bi heman awayî ye. Li gorî hewcedariyê carinan kes dibin badorker/kirde carinan jî civak berê kesan ba dide û wan çalak dike. Her çiqas civak ji kesan pêk jî bê lê her wisa civak bi hêza zanebûna kolektîf an jî tirsê bi pîvanên xwe li kesan dide pejirandin an jî kirin.
Vê rewşa dualîst di şoreşên cîhanê de jî bal kêşandiye ser xwe. Gelek caran xwestî an jî nexwestî civakê hineke kes kirine pêşengên xwe û li pey meşanê re di nava pîvan û xwestekên xwe daye meşandin. Helbet her civak ne weke hev jî be, di dîrokê de rewşa kurdan jî gelek caran ev dualîstî derxistiye hole. Di gelek serhildanan de pêşengan ne ji ber xwestine, ji ber rewşa civakê an jî zordariya dijmin a li ser civakê, bi awayeke xwezayî bûne pêşeng. Di vê mijarê de serhildanên pêşngên Kurd Şêx Seîd û Seyîd Riza balkêş in. Hizir û armanca destpêkê û asta gihaştina serhildanan di navbera xwe de pirên gelek dirêj hene.
Serhildana herî dawî ya Tevgera Azadiyê de di nava vê dualîstiyê de vê carê kirde kes bû û berê civakê bada ser berxwedan û serhildanê. Civaka bi gotina wan a ''Kurdistan di binê vê gora betonî de mefta ye'' hema bêja hatibû tunekirin. Bayên demê yên sosyalîzm û komunîzmê, ciwanên kurd jî xistibûn nava lêgerînekê. Di vê lêgerînê de cihê xwe piranî di nav çepgirên tirk de digirtin. Lê di kesayeta birêz Ocalan de ev alîgirî wergeriya hevkariyê û ciwanên û rewşenbîrên kurd jî weke aliyekê xwe dan pêş.
Qasî 50 salan bi defretên herî kêm re ev tekoşîn giha milyonan, êdî ne li welat li hemû cîhanê belav bû. Di vê têkiliyê de kirde keseke be jî, civak guherî û rewşa heyî hate guherîn. Bandor û pêşengtiya kesekê be jî, bi demê re êdî civak polîtîze bû û kemilî. Roja îro jî rewşa civakê gihaye asteke wisa ku bandorê li rêxistinan bike. Mînaka lêxwedîderketina êrîşên tunekirin û qirkirina Rojavayê Kurdistanê nîşaneya vê ye. Li hemberî yeknegirtina partî û hêzên kurd, gel li hemû beş û dîasporayê derket qadan û peyama yekgirtin û yekbûnê dan. Ev asteke gelek bilinda hişmendiyêye ji bo gelê kurd.
Ev şiyariya pêncî salan ji kurdên herî hatî xistin û tunekirin re jî bû hêviya hebûnê. Kî çi dibêje bila bêje, lê kurdên berê bi kurdbûna xwe şerm dikirin û bi vê şermkirinê re, ketî nava lêgerîn û hewildana xwe weke dijminê xwe nîşandanê, ji bo xwe bide pejirandin birakujî û hemû nirxên xwe firotin jî di nav de hemû qirêjî kirîn û dikin, îro bilêv nekin jî lê êdî dibêjin em kurd in û di dilê xwe de şadbûna hebûnê dijîn. Lewra ruxmî hemû hewildanê wan ên tirkbûnê wan ji me baştir fêm kirin ku ew ne tirkin û dê tu carî weke tirk neyên pejirandin. Her wisa ruxmî hemû alîkariya wan a ji bo tunekirina neteweya xwe îro yên rû reş dîsa ew in.
Bandora dem û serdema têde tê jiyîn, di serketinê de diyarker e. Li gorî derfet û rêbazên serdemê xwe amadekirin û li gorî wê xwe rêkûpêkkirin, di riya serketinê de rêbaza sereke ye. Ger ne wisa be dê xwedûbarekirin derkeve holê. Xwedûbarekirin jî genîbûn û dawî mirin e. Lewra êdî dijminê te dizane tu çi dikî û li gorî wê dafîkên mirinê li pêşiya te datîne. Dema pêşengê sereke xwe pêk tîne an jî pêş dixe, vê yekê li gorî serdema xwe bike, ji pirsgirekên serdemê re dikare bibe bersiv. Helbet ev bi kesekê pêk bê jî divê şewla xwe bide hemû tekoşêrên ji bo armancê şer dike jî. Çavlêkirina şopîneran di şoreşan de diyarker e. Ger pêşneg tenê di xwe de guherînê çêke û di tekoşer û civakê de vê nede avakirin, rizgarî ne pêkan e.
Di pêşentiya birêz Ocalan de vê carê kesayetên şoreşger û canfeda hatin rêxistinkirin, bi vê re kesayêtên ne ji rastiya serdemê û zanistê dûr, bi çekê re di nava çenteyên wan de pirtûk û pênûs jî heyî rêxistin kir. Guherîn û asta zanebûna xwe li nava tevger û gel de jî da belavkirin. Ger ne wisa ba dê piştî evqas salên li girava îmraliyê jî hem ji aliyê gel ve hem jî ji aliyê herkesê ve weke mûxatap ango muzakerevan nehata dîtin. Dema bi komploya navneteweyî hatî girtin dê rêxistin û tekoşîna wî biqediya.
Ger baweriya xwe ya bi kurdê azad û welatê azad neaniya û ji bo wê ew bawerî nedaya hezaran milîtan û gelê xwe, gel li qadan bi diruşma ''Bijî Serok Apo'' berê xwe ne didan tangan, li zindanan bi heman diruşmê berxwedan ne dihat meşandin û îro hezaranan mîlîtan ne digotin ''Bijî Serok Apo'' nediçûn mirinê. Bi vê zanebûn belavkirinê re hevsengiya di navbera şênberî/maddî û Razberî/hişî de hatiye avakirin. Ango ew gotina gorbiheşt nivîskarê mezin Dildar a ''Dîn îman û a îman Kurd û Kurdistan'' heya asteke pêk hatiye.


