Li Rojava azadiya jinê, bawerî û têkoşîna jiyana hevpar

Çîroka jinên Rojava ne tenê çîroka berxwedanê ye; çîroka avakirina jiyanê ye. Loma têkoşîna Rojava ne tenê parastina axekê ye; ew lêgerîna jiyanekê ye. Jiyaneke ku mirov tê de bi rûmet, bi dad, bi bawerî û bi azadî li kêleka hev bijîn…

•
1 deqe xwendin
Li Rojava azadiya jinê, bawerî û têkoşîna jiyana hevpar

Fîgen Keleş

Ez ne nivîskar im. Li ser bergê tu pirtûkê navê min nehatiye nivîsandin. Gotinên min ne ji nav pirtûkan, ji nav jiyanê hatine; ji wan êşên ku min bi çavên xwe dîtin, ji wan çavên ku li rê man, ji dengê wan jinan ku bi salan kesî guh nedaye wan.

Berî her tiştî, ez dayik im.

Dayikbûn ne tenê ew e ku tu zarokekî bînî dinyayê. Carinan dayikbûn ew e ku êşa zarokekî ku te qet nedîtiye, bikeve dilê te. Ku dayikek li gundekî dûr digirî û germahiya hêsirên wê di ser rûyê te re dadikeve; ku zarokek di şeveke tarî de ji dengê teqînan dilerize û li vî serê cîhanê xew ji çavên te direve.

Ez jin im.

Jineke ji vê axa ku stranên dayikan û nalîna wan bi hev re bihîstine. Li ser vê axê dapîrên me li ber tenûrê nan pijand, li ser dergûşan lorî gotin, şîna miriyên xwe girt, keda xwe da zeviyan û her carê ku jiyan hilweşiya, wan ew kevir bi kevir ji nû ve ava kir.

Dilê min bi henaseya dayikekê ji bo aştiyê lê dide.

Lê aştiya ku ez behsa wê dikim, ne ew e ku navê wê tenê li ser pelekî tê nivîsandin; ne ew bêdengiya kurt e ku çek demekê bêdeng dibin û paşê her tişt vedigere cihê xwe yê berê. Aştî ew e ku jin bê tirs biaxive; ku zarok bi zimanê dayika xwe lorî bibihîze û bi wî zimanî xewnan bibîne; ku kes ji ber baweriya xwe neyê biçûkxistin û tu kes ji ber nasnameya xwe serê xwe netewîne.

Loma, dema ez li Rojava dinêrim, ez tenê perçeyek ax nabînim di navbera çend xêzên sînoran de. Ez dayikan dibînim. Ez jinan dibînim ku bi her du destên xwe kevir ji nav wêraniyê hildan û dîwar ji nû ve bilind kirin. Zarokên ku di bin siya şer de jî pirtûkên xwe hembêz dikin û diçin dibistanê… Û cîranên ku bi hemû birînên xwe ve hê jî derê xwe li hev nagirin…

Têkoşîna ku li Rojava ji nav gel şîn bûye, ne tenê li dijî zordestiyê ye; hewldaneke ji bo hûnandina jiyanê ya ji nû ve ye. Jiyaneke ku jin tê de li qeraxê nemîne, gel ji hev neyên dûrxistin, bawerî nebin şûrên li ser stûyên hev û tu kes ji ber nasnameya xwe bêdeng neyê hiştin.

Di vê jiyana nû de azadiya jinê bû wek stûna navenda malê; ku ew bikeve, ban jî dikeve. Jina ku bi sedsalan deng jê hatibû birîn, keda wê nedihat dîtin û biryara wê di destê kesên din de bû, hêdî hêdî rabû ser xwe. Êdî ew ne li ber derî li benda biryarên kesên din e. Ew bi xwe diaxive, dixwaze, biryarê dide, rê nîşan dide û bi destên xwe jiyana xwe ava dike.

Ji ber ku azadiya jinê ne azadiya nîvê civakê ye. Heta ku jin di zincîran de be, tu mal azad nabe; heta ku jin bêdeng be, civak nikare bi dengê xwe biaxive. Li vir jin ne wek tiştekî ku divê tenê bê parastin, lê wek xwediya hêz, hiş, biryar û daxwaza xwe tê dîtin.

Bawerî jî di vê jiyanê de ne dîwarek e ku mirovan ji hev qut dike; dikare bibe pireke ku wan digihîne hev. Dad, dilovanî, wekhevî û rûmeta mirov ew nirx in ku divê ne tenê li ser zimanan, di nav jiyana rojane de jî bijîn.

Baweriya ku ji dil tê, nabe zincîr li dest û lingên kesekî din. Jinê bêdeng nake, nasnameyekê biçûk nake, mirovî ji jiyaneke birûmet bêpar nahêle. Îslam jî bi dad, dilovanî û rûmeta mirovan tê xwendin. Bawerî û azadî ne dijberên hev in; dijberî li wir dest pê dike wexta ku bawerî dibe amûra desthilatê û hinek bi navê Xwedê kesên din dixin bin nîrê xwe. Baweriya ku ji kaniya dilovanî û dadê diherike, mirovî bilind dike; wî naşkîne.

Li Rojava jin ne tenê di rojên şer de xuya bû. Ew li malê, li dibistanê, di civînan de, li zeviyê û di rêveberiya civakê de jî hebû. Carinan çek girt, carinan pênûs. Carinan li ber tenûrê nan peht, carinan li dibistanê tîp nîşanî zarokan dan. Carinan li ber derî li benda yên xwe ma, carinan di civînê de rabû ser piyan û gotina xwe bi dengekî bilind got.

Loma çîroka jinên Rojava ne tenê çîroka berxwedanê ye; çîroka avakirina jiyanê ye.

Dema tariya DAIŞê li ser gund û bajaran belav dibû, jinan nîşan da ku tirs nikare her tiştî bişikîne. Wan ne tenê erd parast; rûmeta xwe, jiyana xwe û mafê hebûna xwe jî parast. Dengê wan ji sînorên Rojava derbas bû, gihîşt gelek welatan û li wan deran bû nîşana jina ku serê xwe natewîne.

Lê şer bi bêdengbûna çekan naqede. Şer dikare bajarekî di şevekê de wêran bike; lê avakirina civakê karê salan e, karê her rojê ye. Divê mirov dîsa baweriya xwe bi hev bînin; jin û mêr li ser bingeha wekheviyê li kêleka hev bijîn; gel hevdu wek metirsî nebînin; xwediyên baweriyên cuda di bin heman esmanî de bê tirs biperizin û cejnên xwe pîroz bikin.

Jiyana hevpar li wir dest pê dike ku mirov nasnameya xwe diparêze, lê ya yê din tune nake.

Li wir ku zimanê dayikê ne cihê şermê, kaniya bîranînê ye.

Li wir ku jin ji bo axaftinê destûrê ji kesî naxwazin.

Li wir ku zarok li dibistanê li kêleka hev rûdinin û kes ji wan napirse bê ka baweriya wan çi ye, zimanê wan çi ye.

Rojava, bi hemû birîn, kêmasî û dijwariyên xwe ve, li bersiva pirseke kevn digere:

Gelo mirovên ku ziman, bawerî û çîrokên wan ji hev cuda ne, dikarin bêyî ku yek li ser yê din serdest bibe, bi hev re bijîn?

Bersiva vê pirsê ne di gotaran de ye.

Ew di jiyana rojane de tê ceribandin.

Di destê wê jinê de ku biryara xwe dide de.

Di devê wî zarokî de ku bi zimanê dayika xwe peyva xwe ya yekem dibêje.

Li dora sêniya cîranên ku baweriyên wan cuda ne, lê nanê xwe parve dikin.

Û di civakekê de ku naxwaze tu kes li qeraxê bimîne.

Azadî ku tenê ji bo hinekan be, ne azadî ye.

Wekhevî ku jin jê bêpar bin, ne wekhevî ye.

Bawerî ku rûmeta mirov dişikîne, ji dilovaniyê dûr ketiye.

Û jiyana hevpar, heke dengê yekî bibe sedema bêdengkirina yê din, nikare reh berde.

Têkoşîna Rojava ne tenê parastina axekê ye.

Ew lêgerîna jiyanekê ye.

Jiyaneke ku mirov tê de bi rûmet, bi dad, bi bawerî û bi azadî li kêleka hev bijîn…

Jiyaneke ku dayik êdî şevan bi tirsa mirina zarokê xwe hişyar nemîne, lê li ber serê wî rûne û ji bo siberoja wî xewnan bibîne…

Û dibe ku aştiya rastîn jî hema li wir dest pê bike:

Li cihê ku dayik dikare bê tirs xewnan bibîne…