Ev ne teslîmiyet û ne jî îxanet e!
Siyasetmedar û parêzer Mehmet Tahîr Akar anî ziman ku ew bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pir bi qîmet dibîne û got: “Ev pêşnume kêm e, lê erênî ye. Ev dê deriyê pêvajoyeke nû vebike. Ev ne teslîmiyet û ne jî îxanet e.”

Şandeya DEM Partiyê di 20ê tîrmehê de li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 5 saetan hevdîtin kir. Nûnerên dewletê û Komuna Îmraliyê di 20ê tîrmehê de li ser pêşnumeya ji 12 xalan pêk tê û di 24ê gulanê de li ser nîqaş kiribûn, gihîştin mutabaqatê. Piştî vê yekê Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş nûnerên partiyan ziyaret kir. Her wiha DEM Partiyê ji partiyên ku komên wan li meclisê ziyaret kir. Piştî vê dîplomasiya navxweşî 12 xalên pêşnumeya çareseriyê di 5ê tebaxê de şandin meclisê.
Ev gava destpêkê ye
Parêzer û siyasetmedar Mehmet Tahîr Akar pêşnumeya Zagona Çarçoveyî nirxand û got: “Ev çarçove erênî ye. Ev dê deriyê pêvajoyeke din vebike. Ji bo pêvajoya bêçekbûnê mekanîzmayeke hiqûqî lazim e. Di pêvjoya çareseriyê ya 2013an de jî dema pêvajoyê dest pê kir, PKKê, siyaseta kurdî, saziyên civakî û rêxistinên demokratîk xwestin zemîneke hiqûqî bê avakirin. Gotin ku zemîna hiqûqî neyê avakirin li ser kayê ev pêvajo nayê avakirin. Ew pêvajo îro ji bo me bû tecrûbe. Ji bo civawên kurd tev li siyayaseta demokratîk bibin û ji bo Entegrasyona Demokratîk bi pêş bikeve, çarçoveya hiqûqî muhîm e. Îro bi vê çarçoveyê zemînek tê avakirin. Ev çarçove dê li meclisê bê nîqaşkirin. Dibe ku guhertin jî çêbibin. Di serî de ev destpêkek e.”
Ev ne teslîmiyet e
Mehmet Tahîr Akar li ser têgihên ‘teslîmbûnê’ yên di reşnivîsê de derbas dibe jî rawestiya û got: “Ev teslîmyet nîne. Ev ne efû ye, ne poşmanî ye û ne jî teslîmiyet e. Ev encama mutabaqatê ye. Ev meseleyeke stratejîk e. Di sala 2013an de 680 saziyên civakî û rêxistinên demokratîk li parka Sumerê ya Amedê bang kirin. Ji PKKê û dewletê xwestin ku şer bi dawî bibe û çek bên berdan. Ji wê rojê heta îro ev bang didome. Di dema serokkomarê berê Tûrgût Ozal de jî, aliyê PKKê banga siyaseta demokratîk kirin. Wê demê serokê PKKê bang li dewletê kir û got ‘Ez li mixatabekî digerim’. Lê axir îro vaye îradeyek ji bo mixatabiyê derketiye. Ji bo sivîlbûna Tirkiyeyê û pirsgirêka kurdî li meclisê bê çareserkirin vînek derketiye holê. Hemû partiyan jî dixwest PKK çekan berde. Îro ev zemîn hatiye avakirin. Qanûnek jî tê avakirin. Elbet kêmasiyên vê pêşnumeyê hene. Di serî de serokê PKKê û fermandarên PKKê ji vê zagonê sûdê wernagirin. Ji bo wan xalek tune ye. Lê ev nayê wê wateyê ku dê sibê zagonek çênebe. Li nav Tirkiyeyê hinek hêz hene naxwazin ev mesele çareser bibe. Hin hêzên navneteweyî jî hene naxwazin ev mesele çareser bibin. Di demên pêş de divê ev zagonên kêm bên çareserkirin. Lê ji bo destpêkê erênî ye. Aqilê dewleta tirk jî fêm kiriye ku heta di navbera kurd û tirkan de entegrasyona demokratîk pêk neyê, Tirkiye nikare li Rojhilata Navîn bi hêz bibe û nikare bibe xwedî qedr û qîmet. Mixabin ji şerê heyî 3 milyon trilyon dolarê Tirkiyeyê berhewa bûye. Di sala 2015an de mesele çareser bûbûya ew qas dem wenda nedibû û ew qas însan nedihatin kuştin.
Divê Ocalan bi serbestî siyasetê bike
Divê ji bo serok û fermandarên PKKê jî zemîna hiqûqî bê avakirin. Ev aliyê pêşnumeyê kêm e. Divê êdî Îmralî jî bi serbestî siyasetê bike. Heta ku birêz Abdullah Ocalan daxilî siyasetê nebe û bi siyasetmedar, rojnameger, rewşenbîran re nîqaşan neke û ev rêya diyalogê venebe, dê fêda wî negihîje pêvajoyê. Divê ew jî bikaribe bi hêsanî rista xwe pêk bîne. Dîsa xala bipirsgirêk jî xala ‘Kesên mirov kuştine ne daxilî vê pêşnumeyê ye’. Ev tespîta wê pir zor û hezmet e. Gelek kes li ser îtîrafkaran tên darizandin. Divê çarçoveya vê yekê bê firehkirin. Divê di siberojê de ev kêmasî hêdî hêdî temam bibe.”
Mehmet Tahîr Akar li ser rista hiqûqnasan jî rawestiya û got: “Divê di serî de hemû raya giştî ya Tirkiyeyê vê meselê baş fêm bike. Divê vê biryara stratejîk a kurdan fêm bikin. Ev jî, divê bi destê baroyan, partiyan û saziyên sivîl ji gel û civakê re bê vegotin. Divê nehêlin ku gel şaş fêm bike. Mînak di 2015an de pêvajo baş bi gel nedan fêmkirin, kaos çêbû û hikûmet ji îktidarê ket. Piştre valahî çêbû û şer çêbû. Ev mesele ne tenê meseleya partiyan e. Meseleya hemû gelê Tirkiyeyê ye. Ev biryara şirîkatiya qedera gelê kurd û tirk e. Ev biryareke stratejîk e. Divê baroyên Tirkiyeyê van kêmasiyên çarçoveyê ji wezareta dadê, meclisê û komîsyonên eleqeder re bîne ziman û temam bike.
Baweriya bi hev muhîm e
Mehmet Tahîr Akar da zanîn ku divê berî her tiştî hemû partiyên di nav meseleyê de baweriyê bi hev bînin û wiha pêde çû: “Dema partiyên eleqedar baweriyê bi hev bînin dê gav zûtir bêne avêtin. Ev qanûn li meclisê bê qebûlkirin, dê benda ku li pêş çareseriyê bûye asteng rabibe. Ev bend rabe, dê gavên şênber bêne avêtin.”
Mehmet Tahîr Akar li ser helwesta Bahçelî ya “Divê bê kirin” jî rawastiya û wiha pêde çû: “Banga Bahçelî ji Tifaqa Cûmhûr ji AKPê re ye. Dema Bahçelî mijarekê dixe rojevê nebza civakê digire û dixwaze bertekên civakê bipîve. Mijarê dixe rojeva Tirkiyeyê û dixwaze mijar bê axaftin û nîqaşkirin. Tişta ku Bahçelî dike taktîkek e. Dema Bahçelî di 1ê cotmeha 2024an de banga çareseriyê xist rojeva Tirkiyeyê, ez ne bawer im ku bêyî agahiya AKPê gav avêtibe. Aqilê dewletê di nav vî karî de ye.”
Mehmet Tahîr Akar bal kişand ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ser tifaqa gelê kurd û tirk û wiha got: “Birêz Ocalan di pêvajoya 2013an de got ‘Ev pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tifaqa stratejîk a çaremîn e.’ Tifaqa kurd û tirkan a yekemîn Milazgir, ya duyemîn Çardêran e, ya sêyemîn ya Şerê Rizgariyê ye. Ev tifaqa ku niha tê avakirin jî tifaqa gelê kurd û tirk a çaremîn e tê avakirin. Gelê kurd û tirk cara çaremîn e tifaqeke stratejîk bi hev re çêdikin. Tayîp Erdogan jî got. Di encamê de ev biryara dewletê ye. Bi vê gavavêtinê dê bandora erênî li her derê bike. Mafê Hêviyê di hiqûqa navneteweyî de jixwe heye. Divê Tirkiye vê yekê pêk bîne.”
Mehmet Tahîr Akar li ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî rawestiya û herî dawî wiha got: “Ji niha û şûn de divê diyalogên bi Abdullah Ocalan re aşkere berdewam bikin. Hemû nûnerên beşên civakê, parlementer, nûnerên saziyên civakî bikaribin biçin hevdîtinan bikin. Siyasetmedar rojane difikirin. Hinek dibêjin teslîmiyet, hinek dibêjin îxanet. Lê ew stratejîk difikirin. Feydeya hemû gelê Tirkiyeyê tê de heye. Komar bi vîn û keda gelê kurd û tirk bi hev re hatiye avakirin. Divê êdî komar demokratîk bibe. Divê pergaleke demokratîk û aştiyane ku her kes xwe tê de bibîne, bê avakirin. Divê gelê kurd û tirk dest bidin hev.”


