Fermana li dijî êzidiyan didome
DAIŞê di 3yê tebaxa 2014an de li Şingalê fermana 74emîn pêk anî. 12 sal berê DAIŞê di êrîşê de bi hezaran êzidî revandin û kuştin. Bi dehhezaran êzidî jî koçber bûn. Li Şingalê çalakiyên salvegera 12emîn a fermanê berdewam dikin. Berdevka Têkiliyan a TAJÊ Riham Hico anî ziman ku fermana li dijî civaka êzidî bi rêbazên cuda didome, lê têkoşîna wan jî her berdewam e.

Çeteyên DAIŞê, bi hezaran kal, pîr, jin, zarok û ciwanên êzidî kuştin. Bi dehhezaran neçar man ku koç bikin. Hêj bi hezaran êzidiyên koç kirine venegeriyane warê xwe. DAIŞê bi hezaran jin û ciwanên êzidî dîl girtin û ew kirin kole. Îşkenceyên herî dijwar li wan kirin. Bi hezaran malbat ji warên xwe hatin koçberkirin, mal û milkên wan hatin talankirin, perestgehên wan ên pîroz hatin wêrankirin. Piştî şervanên azadiyê Şingal ji destê DAIŞê rizgar kir, civaka êzidî parastina xwe ava kir û di aliyê rêxistinî de rêvebiriya xweser ava kir. 11 sal in civaka êzidî hem parastina xwe dike û hem jî xwe bi rê ve dibe. Berdevka Têkiliyan a TAJÊ Riham Hico, derbarê salvegera fermana 74an a Şingalê û geşedanên piştî fermanê pirsên rojnameya me Azadiya Welat bersivandin.
Di serî de beriya komkujiyê li Şingalê jiyaneke çawa hebû?
Ewil hemû şehîdên fermana 74an, yek bi yek bi hurmet û rêzdarî bi bîr tînim. Şehîdên Şingalê, PKK, YJA Star, YPJ, YPG û hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînim. Em sersaxiyê ji hemû civaka êzidî, Şingalê û civakên Kurdistanê re dixwazin. Ev fermana 74an e tê serê civaka êzidî. Bi sedan fermanên nehatine nivîsandin hene. Civaka êzidî her tim bi fermanan re rû bi rû maye. Ji bo wê mirov nikare bibêje beriya vê fermanê aramî hebû. Di dîrokê de her dem siyaseta qirkirin, tunekirin, çewisandin û siyaseta bêhêvîkirinê li seranserî dîrokê li ser civaka Şingalê hatiye meşandin. Di sed salên dawî de di serdema rejîma Baasê de jî dîsa li ser vê axê siyaseta tunekirina civaka êzidî hatiye meşandin. Bi taybet siyaseta tunekirina êzidiyan li ser Şingalê hatiye meşandin. Di dema rejîma Sedam de êzidî ji çiyayê Şingalê vala kirin û şandin deştê. Bi avakirina muceamaayê re, xwestin êzidiyan ji çiyê derbixin. Ev siyaseteke li dijî êzidiyan bû. Piştî wê jiyan li êzidiyan zahmet bû. Av û kar tune bû. Civaka Şingalê muhtacî derve kirin. Şingal û Rebîa wekî hev dûrî Mûsilê ne. Xeta avê ji bo Rebîayê kişandin, lê xeta avê nekişandin Şingalê. Xwestin Şingalê vala bikin û êzidiyan her tim xulamê xwe bihêlin. Ji ber tunebûna avê, beriya fermanê gelek êzidî koçî Rebîayê bûn. Navbera Şingal û Rebîayê nêzî 40 kîlometre heye. Êzidî ji bo debarê diçûn li Rebîayê baxçe diçandin. Di aliyê îdarî de jî Şingal hat parçekirin. Gelek gundên êzidiyan di aliyê îdarî de ne girêdayî Şingalê ne. Gelek gundên girêdayî Şingalê jî gundên ereban in. Xwestin di aliyê erdnîgariyê de tevliheviyekê çêbikin. Xwestin bibêjin Şingal ne axa êzidiyan e. Gundên Koço, Hakîmiya, Sîba, Til Izêr, Rambûsî girêdayî Buacê e. Tilizêr ne girêdayî Şingalê ye. Wekî nehiyeyekê girêdayî Buacê ye. Hemû gundên êzidiyan ji Şingalê qut kirin. Li başûrê Kurdistanê jî heman tişt pêk anîn. Başîka, Şêxan û Beadir girêdayî Mûsilê ne. Di aliyê îdarî de gundên êzidiyan di nav xwe de parçe kirine. Di dema Sedam Hisên de jî siyaseta parçekirina êzidiyan ferz kirin.
Di dema hikûmeta PDKê de jî feraset nehat guhertin. PDKê jî li herêmê guhertineke mezin çênekir. Di aliyê îdarî de gav neavêt. PDKê hemû êzidî ji kedê qut kirin û gelek ji wan kirin leşker. Di her malekê de endamek kirin pêşmerge û beriya fermanê hemû êzidî bê çek hiştin. Êzidî ewil bi PDKê piştrast bûn. Gotin kurd in, ji me ne. Dê xiyanetê bi me nekin. Lê PDKê di fermanê de baweriya êzidiyan şikand. Êdî baweriya êzidiyan bi ti hêzan nayê. Niha di nav civakê de dibêjin ‘Yên bi hawara me de hatin jî kurd bûn, yên em firotin jî kurd bûn’. Beriya fermanê jiyaneke êzidiyan a polîtîk û rêxistinkirî tune bû. Jiyana êzidiyan belavbûyî bû. Ev hemû bûn sedem ku di fermanê de nikaribin xwe biparêzin.
Çima bi taybetî li dijî êzidiyan û li Şingalê ev komkujî pêk anîn?
Armanca sereke tunekirina civaka êzidî bû. Di aliyê ol û mezhep de ji derveyî hêzên radîqal, xwestin ji xeynî dînê îslamê ti baweriyên din li ser vê axê nemînin. Bi kafirbûnê em pênase kirin û wisa êrîş kirin. Li gorî wan kesên ne misilman diviya bû nejîn. Bi van êrîşan armanc ne tenê kuştina me bû. Bi vê êrîş û fermanê xwestin, çand, nasname, ziman, ol, cil û bergên me biguherînin. Bi vê êrîşê xwestin rengê me nehêlin. Bi êrîşê em kuştin, dîl girtin û li bazaran firotin. Sedemeke din jî êzidî beşeke ji vê axa esîl in. Şengal warê êzidiyan e. Plana vê êrîşê, ji plana spî û kembera erebî ne cudatir e. Dîtin ku bi kembera erebî nikarin Şingalê ji êzidiyan vala bikin û wan bikin misilman xwestin ji Şingalê derbixin. Xwestin Şingalê vala bikin. Planên her kesî li ser vê axê heye. Yên ku DAIŞ ava kirin û wekî amûr bi kar anîn jî ev hêz in ku li ser Şingalê plana wan heye. Hêzên ku DAIŞ bi ser Şingalê de ajotin, armanca wan guhertina demografîk bû. Şingal cihekî stratejîk e û di sêgoşeya Iraq, Tirkiye û Rojava de ye. Armanca Îranê avakirina Hîlala Şiî bû. Armanca sûniyên Iraqê dewleteke îslamî û armanca Tirkiyeyê jî avakirina împaratoriya Osmanî bû. Ferman li ser berjewendiyên hêzên navdewletî pêk hat.
Beriya ferman pêk bê hêzeke parastinê ya çawa hebû?
Yek ji sedemên fermanê hêza leşkerî ku li Şingalê bû, Şingal neparast. Şingal ne bê parastin bû. Beriya fermanê nêzî 12 hezar pêşmerge û 8 hezar leşkerên artêşa Iraqê li Şingalê hebûn. Lê beriya êrîşê li ser Şingalê li hev kirin û hêza parastinê ji Şingalê vekişandin. Hêzên leşkerî li dijî DAIŞê li ber xwe nedan. Bi DAIŞê re li hev kirin û xwe vekişandin. Beriya êrîşê pêşmergeyan bi civaka êzidî re civîn kirin û gotin ‘Li Şingalê pirsgirêk tune ye, ewlehî heye. Netirsin em ê we biparêzin.’ Civaka êzidî jî baweriya xwe bi wan anî. Civaka êzidî hat xapandin. Xiyanet li civaka êzidî hat kirin. Civaka êzidî bû qurbana xala 140an. Bi vê xalê peyman çêkirin û li ser Şingalê li hev kirin. Êzidiyan wek vînekê nabînin. Li gorî wan êzidî bijîn an nejîn ne girîng e. Êzidî koçber bibin an nebin ne girîng in. Ji bo wan berjewendî hebûn. Tê gotin ku beriya komkujiyê li paytext Urdin Ammanê civînek pêk anîn. Beriya ku DAIŞ têkeve Mûsilê, li Ammanê Mesûd Barzanî, Serokê Iraqê, nûnerê Amerîka, Îsraîl, Erebistana Siûdî, nûnerên Hêzên Selefiyan û gelek kesên din beşdarî vê civînê bûne û li vir plan kirine. Li vir biryar wergirtin ku DAIŞ ewil bikeve Til Eferê û piştre êrîşî Şingalê bike. Di vê civînê de îxanet li civaka êzidî hate kirin.
Li pişt êrîşa DAIŞê kî hebûn? Ev hatin ronîkirin û çiqas hesap ji êrîşkar û piştgiran hat pirsîn?
Di serî de hêzên navdewletî, hêzên Erebistana Siûdî, Qeter, Yemen, Lîbya, piraniya dewletên ereb û Tirkiye li pişt DAIŞê bûn. Van hemû hêzan alîkarî da DAIŞê. Ev wekî rojê zelal e. Tifaqa Ammanê hebû. Ev tifaqa hatiye veşartin. Di hemû salvegerên komkujiya Şingalê de me xwest naveroka civîna Ammanê bê ronîkirin. Ev hêzên navborî hemû li pişt DAIŞê bûn.
Heta niha hesap ji van hêzan nehatiye xwistin û ti hezan hesab nedaye. DAIŞ bûye qurbaniyê feraseta pergalekê. Pergala ku DAIŞ ava kir, wekî amûrekî bi ser êzidiyan de şand. Bi dehan ciwanên êzidî piştî fermanê bi zorê tev li DAIŞê kirin û şandin Reqa, Tebqa û Dêrazorê kirin bombeyên zindî û teqandin. Hinekan di nav HSDê de xwe teqand. Yên ku ferman pêk anîn, hêzên ku pişta xwe dan civaka êzidî bûn. Rêvebirên ku wê demê Şingal bi rê ve dibirin bûn. Hêzên parastina wê demê û berpirsyarê wê demê bûn. Yên ku Şingal neparastin û piştgirî dan DAIŞê tev sûcdar in. Hîn hesap ji wan nehatiye xwestin. Nêzî 16 welatan komkujiya li ser civaka Şingalê qebûl kiriye, lê mafekî me nedaye me. Rêvebiriyeke me bi fermî qebûl nekirine. Parastineke me ya rewa nehatiye qebûlkirin. Îro jî Şingal rastî êrîşan tê. Beriya banga Aştî û Civaka Demokratîk jî her roj balafirên şer ên dewleta tirk êrîşî Şingalê dikir. Bi dehan fermandarên ku Şingal parastin, di êrîşên balafirên şer ên dewleta tirk de hatin şehîdkirin. Heta niha rêvebiriya Şingalê bi fermî nehatiye qebûlkirin. Li ser civaka êzidî siyaseta qirêj didome. Divê berpirsyar bên darizandin û civak di aliyê ziman, çand û nasnameyê de bi her awayî bê parastin. Lê em dibînin ku her roj li ser civaka êzidî êrîş û gef hene. Bi vê şêwaza gef û êrîşan ferman berdewam e. Heta niha aqûbeta êsîrên me nediyar e. Bi hezaran mirovên me li kampan dijîn. Bi dehhezaran mirovên me rastî êrîşên hov tên. Lê hesab nehatiye pirsîn. Hesabpirsîn ew e ku nasname, çand û vîna êzidiyan qebûl bikin û êzidiyan wekî civakeke xwedî statu nas bikin. Lê ne Iraq, ne PDK û ne jî hêzên navdewletî ev yek kiriye. Hesap ji ti kesî nehatiye pirsîn.
Piştî rizgarkirina Şingalê, civaka êzidî çawa xwe parast û bi rêxistin kir?
Piştî fermanê li ruxmê hemû êrîşan û siyaseta qirêj, civaka êzidî hêza xwe ya parastinê ava kir. YBŞ, YJŞ û asayîşa xwe ava kir. Di heman demê de rêvebiriya xwe ava kir. Xwe birêxistin kir. Civaka êzidî bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo, bi paradîgmaya Rêber Apo xwe birêxistin kir. Ji bo parastina çand, ax, nasname û hebûna xwe di her alî de xwe birêxistin kir û têkoşîna xwe berdewam dike. 12 sal in bi her awayî li dijî axa êzidiyan êrîş pêk tên. Lê civaka êzîdî hemû êrîş pûç kirin û gotin em êdî ne êzidiyên berê ne. Di plana 9ê cotmehê de êzidiyan planên wan pûç kirin. Gotin em êdî ne êzidiyên beriya 2014an in. Em baweriya xwe bi kesên din naynin. Em destûr nadin ku kes li ser doz û xwîna me xwe bide jiyîn. Ev doz doza me ye. Ev qebiya me ye. Em ji bo qebiya xwe têdikoşin û em ê têbikoşin. Tevî hemû êrîşan êzidiyan li Rojhilata Navîn û cîhanê îsbat kir ku êdî êzidî ne pariyek in ku bi rehetî bên daqurtandin. Êzidî bûne xwedî hêz û nasname. Ev bersivdayîna li dijî fermanê ye.
Koçberiyê bandoreke çawa li ser jiyana êzidiyan kir?
Bandora fermanê û koçberiyê li ser civaka êzidî pir neyînî bû. Bi sedhezaran êzidî koçber in. PDK destûr nade ku civaka êzidî vegere ser axa xwe. Rê li pêşiya koçberiya derve vedike. Bi propaganda ‘Şingal ne ewle ye’ rêya koçberiyê vedikin û civaka êzidî di kampan de digire. Civak di çilê havînê de di kampan de dijî. Her roj çadir dişewitin. Însan di kampan de dimirin. Mirov tên kuştin. Li van kampan jiyan pir pir zahmet e. Zivistan pir dijwar e. Siyasetek pir qirêj li ser koçberan tê meşandin. Koçberên Ewropayê jî 3-4 qat li gorî koçberên başûrê Kurdistanê êşê dijîn. Ziman û çanda xwe ji bîr dikin. Ji baweriya xwe dûr dikevin. Koçkirin jî wekî berdewama fermanê ye. Her kes dixwaze koçberan wekî çekê bi kar bîne. Em wekî Rêvebiriya Xweser û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bang li civaka xwe dikin ku li axa xwe, welatê xwe û warê xwe bijîn. Em bang li hemû civaka xwe ya êzidî dikin ku li Şingalê vegerin. Şingal koka kurdan e. Eger êzidî nemînin, zehmet e ku kurd jî bimînin. Ji bo kurd bijîn, divê li Şingal, êzidiyan û nasnameya xwe ya esasî xwedî derkevin.


