Tûrhan: Muzakere derfetê têkoşînê fireh dike
Siyasetmedarê kurd Diyadîn Tûrhan ê ku 32 salan di zindanê de mabû, anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê gavên şênber û daxwaza xwe ya aştiyê raber kirin e, lê heta niha ji xeynî komîsyonê û derxistina qanûnê çarçoveyî dewletê gaveke şênber neavêtiye û got: “Dewlet xwe mijûl dike.”

Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, nêzîkî du salan li pey xwe hişt. Di nava vê pêvajoyê de gelek gavên şênber ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ve hatin avêtin. Tevgera Azadiyê agirbest îlankir, çek şewitand, xwe fesix kir. Herî dawî hêza xwe ji bakurê Kurdistanê vekişandin. Lê li hemberî vê yekê tenê dewletê komîsyona meclisê ava kir û qanûnên çarçoveyî radestî meclisê kir. Piştî ku ev qanûnên çarçoveyî li Meclisê hatin derxistin demeke dirêj e li benda gavên pratîke. Ji bo ku qanûnên çarçoveyî bikevin meriyetê Desteya Şopandin û Tespîtê hat avakirin. Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) civîna xwe pêk anî. Lê encameke ku pêvajoyê pêş bixe derneket.
Siyasetmedarê kurd Diyadîn Tûrhan ê ku 32 salan di zindanê de mabû derbarê meşandina pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de ji rojnameya me re axivî. Diyadîn Tûrhan di destpêkê de anî ziman ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, dê bikeve sala sêyemîn û got: “Di dema borî Tevgera Azadiyê bi gavên şênber, dilsoz û daxwaza xwe ya aştiyê raber kiriye. Lê dewlet giran tevdigere, wext ji demê re dihêle û xwe mijûl dike. Ev dibe sedema şolîbûnan. Ev bi xwe re bê bawerî, şik û gumanan tîne. Zemîna provokasyonan ava dike. Diyar e ku dixwaze hêza kurdan lewaz bike. Ev bi karekterê pêvajoyê re jî girêdayî ye. Têkoşîn û muzakere di zikê hev de ne. Dewletê navber nedaye şerê taybet. Bi rêbazên psîkolojîk û dîplomatîk didomîne. Çima? Gelo dixwaze destê xwe xurtir bike, destê kurdan jî lewaz bike. Qeyrana heyî, şerê li Rojhilata Navîn dişopîne. Li gorî rewşê belkî xwedî plansazî yên cuda be jî. Wisa xuya dike ku aqilê dewletê derbarê têkiliya bi kurdan re ne zelal e. Heyîna kurdan pejirandiye lê dê çawa û çi qasî bigire nava xwe? Mirov pê dernaxe dê bingeha hiqûqî û siyasî çi bi xwe re bîne. Û mirov nizane dê mafê kurdan di astekî de bigire yan na? Ev dibe sedema bê biryariyan. Bê biryarî jî qadê ji derdorên dijberê pêvajoyê re vedike. Li ser niyeta dewletê em dikarin bi hin spekulasyonan li pêş bixin. Lê ne hewce ye. Em şertên siyayasî, leşkerî, aborî û dîplomatîk binirxinin dê baştir be. Li pêşiyê komarê kîjan xetere hene, bêyî Kurdan dê bikaribe ji heqê van xetereyan derkeve. Bersiva van pirsan dewletê tîne ser maseya muzakereyê. Gav avêtinê çi qas paş guh bike jî nikare asteng bike. Şert xwe ferz dikin.”
‘Her du alî jî îradeya xwe ya çareseriyê diparêzin’
Diyadîn Tûrhan bi lêv kir ku di rêveçûna pêvajoyê de pirsgirêk hene û got: “Pêvajo nexitimiye. Pirsgirêk ji helwestên dewletê, ji zimanê negatîf rûdidin. Em weke gel, weke tevger lez dikin û em dixwazin zû xwe bigihînin encamekê. Lê dewlet giran tevdigere. Pirsgirêk mezin e, bingeha wê ya dîrokî û civakî heye. Aliyê wê yê navnetewî jî heye. Şerê 50 salan bi xwe re bîrek daye avakirin. Di vê bîrê de hest û pêşdarazî pir in. Ev hemû li ser rêveçûna pêvajoyê bandor dike. Sedema pirsgirêkan ev e. Lê her du alî jî îradeya xwe ya çareseriyê diparêzin. Lewma ez dibêjim xitimandin nîn e.”
‘Divê dewlet pêşî li provokasyonan bigire’
Diyadîn Tûrhan destnîşan kir ku zimanê dewletê pirsgirêkeke micid e û ew hişmendî diyar dike û wiha qal kir: “Ev ruheke. Tirkiye tûj xwe li ser vî ruhî dide jiyîn. Ev ruh rûpoşa diziyê, qirkirinê, gendeliyê û sextekariyê ye. Gelek derdor xwe li ser vî ruhî didin jiyîn. Divê di destpêkê de hişmendî biguhere. Dema ku hişmendî biguhere dê ziman jî biguhere. Zimanê ku tê bikaranîn, rê nade ku desteka pêvajoyê di nav civakê de belav û mezin bibe. Di serê gelê Kurd de nakokiyan, şik û gumanan dide avakirin. Her wiha cesaret û hêviyê dide derdorên ku naxwazin pêvajo bi pêş bikeve. hin derdor li dijberê pêvajoyê ne û li bingeke wisa digerin. Bi manîpulasyonan heman kes û derdor hem bi hestên gelê Kurd û hem jî bi yên gelê Tirk dilîzin. Ji her du civakan re dibêjin; ‘We ew qas ked, bedel, xwîn da, fedekarî kir ka çi jê hat? Giş vala çû. Zimanê dewletê jî ji avakirina vê bingehê re dibe alîkar. Ev xetereyeke mezin e. Armanceke vê pêvajoyê ew e ku civak neyên li hemberî hev. Lê ziman û manîpulasyonên heyî xizmeta dijminantiyan dikin. Bi gelemperî karker, xwendekar û jinên Kurd ji hêla komên faşîst ve tên hedef girtin. Divê dewlet pêşî li van provokasyonan bigire.”
‘Kurd di ferqa van kemasiyan de ne’
Diyadîn Tûrhan diyar kir ku li ser qanûna bi navê “Qanûna Çarçoveyê'' gelek nîqaş tên kirin û hê jî nîqaşên li ser pêvajoyê didomin û wiha pêde çû: “Ev tişteke baş e û asayî ye. Lewre cara yekemîn e ku dewlet gaveke bi vî rengî diavêje. Lewma nîqaş pêdiviyeke asayî ye. Hem di hêla zimanê hatiye bikaranîn hem jî ji hêla naverokê ve qanûn kêm in. Kurd di ferqa van kemasiyan de ne, pirsgirêkan dibinin û dixwînin. Lê vê bingeha heyî dixwazin ku weke firsendeke aştiyê bikarbînin. Dixwazin ev gav bê avêtin ku gavên dinê jî li pey werin. Niha hêviyek heye, hin hewldan hene, komîsyon ava dibin, civînên van komîsyonan pêk tên. Lê divê zûtir gav bên avêtin û bi gavên cuda aliyên kêm ên qanûnê bên temamkirin.”
‘Girtiyên azadiyê bîra têkoşînê ne’
Di berdewama axaftina xwe de Diyadîn Tûrhan destnîşan kir ku dema qala girtîgehan û hevalên girtî tê kirin, ew pir xemgîn dibe û wiha bal kişand ser rewşa zindanan: “Heta duh ez li zindanê bûm. Rewşa girtîgehan pir hesas e. Hem ji hêla Tevgera Azadiyê ve û hem jî ji hêla dewletê ve mijareke girîng e. Mesele ne tenê girtî ne, mesele polîtîkayên girtin û cezakirinê ne. Ev jî parçeyekî şer e. Em ê çawa qanih bibin ku dewletê dev ji dijminatiya Kurdan berdaye? Em ê awirên xwe dagerînin ser zindanan. Kengê deriyê zindanan vebû û girtiyên azadiyê derketin wê demê dê civak bibêje; ‘Rast e, di pêvajoyê de samîmiyetek heye.’ Mixabin di vê mijarê de sozên tên dayîn, nayên bicihanîn. Çima? Girtiyên azadiyê bîra têkoşînê ne. Bi derketina wan dê hêz û coşekî bidin xebatan. Ev nayê xwestin.”
‘Li bendê mayîn û temaşekirin xeflete’
Di dawiya axaftina xwe de Diyadîn Tûrhan xwest beriya her tiştî pêvajo rast bê xwendin û wiha axivî: “Muzakere jî aliyekî pêvajoyê ye. Aliyê din ê pêvajoyê têkoşîn e. Her du hev temam dikin. Muzakere derfetê têkoşînê fireh dike, têkoşîn jî bîra muzakereyê xurt dike. Li bendê mayîn û temaşekirin xeflete. Di bingeha têkoşînê de xwe birêxistinkirin heye. Serkeftin û asta rêxistinbûnê hev temam dikin. Ev tê zanîn, ked û hewldan heye. Lê nebes e. Kengê em dikaribin bi dewletê gav bidin avetin, em ê wê demê bibêjin; xebata me gihaştiye astekî. Niha bingeha netewa demokratîk tê avêtin. Dê neteweya demokratik li ser vê bingehê dê bê avakirin. Netewa demokratîk li gel cudahiyan li ser esasê wekhevî û azadiyê pevre jiyîn e. Ji bo vê jî divê di nava civakê de û di hişmendîyê de divê guhertin û veguhertin pêk bên. Dewlet gav biavêje jî gav navêje jî dê ev xebat bên meşandin. Divê em hewldanên xwe yên di vê mijarê de kûr û fireh bikin. Di vê xebatê de em çi qas serkeftî bin, rêveçûna pêvajoyê dê jî ew qas lez û herikbar bin.”


