‘Gel li ser axa xwe JES, HES û GES’an naxwaze’

Di bingeha aboriya civakî ya Serhedê de têkiliyên piştgiriyê û di hilberînê de bikaranîna hevpar a çavkaniyan heye. Derketina ser zozanan, hevkarî, lênihêrîna ajalan, parvekirina berheman û zanîna ku di navbera nifşan de tê veguhastin, ev hemû, têkiliya mirovan a bi hev re jî diyar dikin. Tengbûna cihên av û mêrgan dikare vê pergalê ji hev belav bike.

•
1 deqe xwendin
‘Gel li ser axa xwe JES, HES û GES’an naxwaze’

Bi salan e ku li ser axa Kurdistanê çawa ku polîtikayên şerê taybet di meriyetê de ne û li ser jin, zarokan her cure tunehesibandin tê meşandin, bi heman awayî li ser ekolojiya wê jî ev polîtîkayên qirkirin, talankirin û çêkirina projeyên bendav, JES, HES û GESan tên meşandin. Di van salan de ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk berdewam dike jî, em dibînin ku dewlet pêşî li ber şîrketan vedike û ekolojiya Kurdistanê tê talankirin. Yek ji van cihên ku bi mehan e gel li hemberî JESê li ber xwe dide jî Gimgim û Çewlik e. Têkildarî mijarê û têkoşîna li van deran tê dayîn û her wiha li ser gelek milên din ên ekolojiyê em bi parlamentera Mûşê, Sumeyye Boz re axivîn.

Germegerm, dixwazim rewşa dawî ya li Gimgimê (Varto) bipirsim ku ji 3ê meha gulanê ve li wê derê nobeda li dijî çêkirina JESê ya li gundê Xwarikê berdewam dike. Tu dikarî ji destpêka biryara projeya JESê û nobeda ku zêdetirî 150 rojan li pişt xwe hiştî, qal bikî?

Piştî ku li ser beşekê ji mêrgên ku gel bi hev re bi kar tîne, destûra lêgerîna çavkaniyên jeotermal û sondajê ji şîrketa IGNIS H2 Enerji Üretim A.Ş. re hat dayîn, têkoşîna li Xwarikê bi pêş ket. Gundiyan û muxtaran nerazîbûnên xwe gihandin saziyên têkildar; lê ev nerazîbûn hatin redkirin. Gel dît ku sondaj dikare rê li ber avakirina JESê veke û bi kêmanî li ser 16 gundên derdorê bandorê bike. Li vir cografyaya ku tê parastin, ajalvanî lê tê kirin, av lê tê parvekirin û bi cihên baweriyê û hafizeya nifşan watedar bûye. Cihê ku di dosyaya şîrketê de wek qada xebatê tê dîtin, jiyana gelê Gimgimê ye. Têkoşîna ku bi serlêdan û çalakiyan bi pêş ket, bi nobeda konan ya ku di 3ê gulanê de bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê dest pê kir, bû rêxistinbûneke domdar. Gund û taxan bi dorê nobet dewr girtin û kesên ku li cihên cuda dijîn li dora biryareke hevpar berpirsiyarî girtin ser xwe. Ev nobeda ku bi beşdariya jin û ciwanan berdewam dike, baweriya gel bi hev û hêza tevgerîna hevpar mezin kir. Me jî ev nerazîbûn anîn Meclîsê. Di çarçoveya pêvajoya hiqûqî de, keşfa ku diviyabû di 8ê cotmehê de bihata kirin, ji ber pirsgirêkeke têkildarî jêhatîbûna pisporê jeolojiyê yê di heyeta pisporan de hat bipaşxistin. Di 8ê cotmehê de nobed di roja xwe ya 158an de berdewam dike. Nayê qebûlkirin, gelê ku bi mehan neçar hatiye hiştin ji bo parastina jiyana xwe nobedê bigire, hîn jî bi nezelaliyê re rû bi rû bê hiştin. Eşkere ye ku gelê Gimgimê JESê naxwaze. Wateya siyasî ya vê berxwedanê jî li vir e: Di navbera şîrketê û saziyên dewletê de, li dijî biryardana wan a li ser paşeroja xwe, gel nîşan dide ku ew alî û xwediyê biryarên xwe ye.

Projeya JESê ya ku li Gimgima Mûşê ji aliyê şîrketa Emerîkayî ve tê xwestin bi heman awayî li Kanîreşa Çewlikê jî hatibû plankirin. Gelo rewşa li Çewlikê di çi halî de ye?

Li Kanîreşê Platforma Parastina Jîngehê ya Geliyê Perî û Platforma Ekolojiyê ya Kanîreşê têkoşînê dimeşînin. Bi xebatên rêxistinbûnê, agahdarkirinê û hiqûqî yên li gundan, li dijî projeyan helwesteke hevpar tê bipêşxistin. Di nerazîbûnên li dijî hewldanên jeotermal ên li derdora Lîçik û Çêrme de, cihgirtina herêmê li ser xetên fayê yên çalak jî girîngiyeke mezin heye. Di meha Tebaxê de, dema pêvajoya dadwerî hîn berdewam dikir, anîna makîneyên kar bi alîkariya cendermeyan li Lîçikê, aliyê siyasî yê mijarê bi eşkereyî nîşan da. Dema hewl hat dayîn ku xebata şîrketê bi hêza dewletê bê bipêşxistin, gundî ji bo parastina qada jiyana xwe neçar hatin hiştin ku li hemberî hêzên ewlehiyê bisekinin. Di encama berxwedana gundiyan û parêzvanên jiyanê de makîne hatin derxistin û xebat bi awayekî demkî hatin rawestandin. Lê ev destkeftî nayê wateya betalkirina teqez a projeyê; têkoşîn berdewam dike. Berî ku nakokiya hiqûqî bê çareserkirin, li qadê rewşeke fiîlî afirandin, ev zextek e ku dikare rêyên ku gel serî lê daye bêencam bihêle. Daxwaza gelê Kanîreşê ew e ku projeyên qada jiyana wan tehdît dikin, bên betalkirin, ne ku bi danûstandinên bi şîrketê re, çend tawîz bên girtin. Girîngiya piştgiriya bi Gimgimê re jî ew e ku li dijî hewldanên heman şîrketê bi hev re tevbigerin. Sînorên îdarî av, hilberîn û têkiliyên civakî yên van gundan ji hev naqetînin. Ji ber vê yekê têkoşîn jî, li hemberî têgihiştina ku herêmê wek qadên ruxsatê yên ji hev qut dibîne, îradeyeke hevpar a gel derdixe holê.

Li Mûşê bi taybetî li herêma Serhedê hem şîrketên ku ruxsata lêgerînên madenê girtine; hem jî Projeyên JES û HESan û kanên keviran li ser qadên xwezayê, çavkaniyên avê û li ser zozanan tehdîdeke çawa ava dikin? Ev projojeyên heyî li ser ekolojiyê û gelê herêmê encamên bi çi awayî ava dikin?

Pirsgirêka hevpar a van projeyan ew e ku xweza tê daxistin asta çavkaniyên ku şîrket dikarin derxin û bi kar bînin. Dema çemek bi kapasîteya enerjiyê, çiyayek bi rezerva madenê û mêrg bi nirxa ruxsatê tê pîvandin, jiyana zindiyan a wê cografyayê û têkiliya wê bi gel re li derveyî hesabê dimîne. Li Serhedê çem, çavkaniyên avê, zozan û mêrg hemû bi hev re parçeyekî gewdeyeki giştî ne û hevdû têr dikin. Destwerdana HESan li herikîna xwezayî, qirêjiya ku dikare ji ber xebitandina şilavên jeotermal ên JESan derkeve û texrîbata li ser axê û rûberê nebatî ji aliyê maden û kanên keviran ve; ev hemû dikarin hêmanên cuda yên vî gewdeyê giştî bixin bin zextê. Bandor li sînorê ruxsata şîrketê nasekinin; bi avê tên veguhastin, digihîjin beşên jêrîn ên hewzeyê û qadên jiyana zindiyan parçe dikin. Dayîna destûrên cuda ji gelek projeyan re li heman cihî, dikare texrîbata giştî veşêre. Xweza dikare bê parçekirin û ruxsat ji bo wê dikare bê dayîn, lê bi parçekirinê xweza nayê parastin. Ev nêzîkatî ewlehiya avê û tenduristiya jîngeha gel tehdîd dike û hebûna zindiyên din jî dike beşek ji bedela xebata şîrketê. Em li dijî vê pergala nirxan in ku veberhênanê di her şertê de di ser her tiştî re digire. Navê projeyê, ku wek ‘venûker’ hatiye danîn, vê projeyê ji aliyê ekolojîk ve bê guneh nake; berjewendiya giştî jî, bi enerjiya ku tê hilberandin an madena ku tê derxistin nikare bê pîvandin. Saziyên ku destûrê didin mecbûr in ku tevahiya hewzeyê û bandorên berhevkirî lêkolîn bikin, çavdêriyeke serbixwe dabîn bikin û domdariya jiyanê esas bigirin. Xebateke ku ji kapasîteya xwenûkirina xwezayê derbas dibe, çavkaniyên paşerojê ji bo qezenca îro ya şîrketê xerc dike.

Bi heman mijarê ve girêdayî, ev proje dê li ser aboriya civakî ya li herêma Serhedê û her wiha çanda wê guherînên çawa bi xwe re bînin?

Di bingeha aboriya civakî ya Serhedê de têkiliyên piştgiriyê û di hilberînê de bikaranîna hevpar a çavkaniyan heye. Derketina ser zozanan, hevkarî, lênihêrîna ajalan, parvekirina berheman û zanîna ku di navbera nifşan de tê veguhastin, ev hemû, têkiliya mirovan a bi hev re jî diyar dikin. Tengbûna cihên av û mêrgan dikare vê pergalê ji hev belav bike; hilberînerên deyndar ji ber pêdiviyên hilberînê yên ku têne kirîn, dibe ku neçar bimînin ku karê şîrketê pêşkêş kirî bikin. Her çi qas tapoya axê di destê gundiyan de bimîne jî, dema ku derfeta hilberînê ji destê wan bê girtin, bêmilkkirin pêk tê. Soza şîrketê ya karê çend salan û windakirina derfetên debarê yên bi nifşan berdewamkirî, ne heman tişt in. Têkiliya ku tê de qezenc derdikeve derve û bedel li vir dimîne, herêmê dixe rewşa cografyayekê ku tenê madeya xav û enerjiyê dabîn dike. Kêmbûna çandî jî ji vê têkiliya aborî derdikeve. Zimanê kurdî, navên cihan, qewl û gotin, zanîna der barê demsalan de û pratîkên bîr û baweriyê, ev hemû li cihên ku jiyan lê berdewam dike tên veguhastin. Dema zozanek nayê bikaranîn, mirovên ku li wir diciviyan û hafizeya ku hilgirtibûn jî ji hev dûr dikevin. Bi çûyîna ciwanan re domdariya vê veguhastinê lawaz dibe. Li Kurdistanê, piştî qutbûna ji ber koçberiya bi zorê, lawazketina têkiliyên bi zehmetî hatî parastin an ji nû ve hatî avakirin, ji ber windakirina debarê encamên civakî yên kûr bi xwe re tîne. Cihgirtina şîrketê di navenda têkiliyên herêmî de bi rêya belavkirina kar û îhaleyan, dikare cihê berjewendiya hevpar bide têkiliyên kesane û girêdayîbûna bi berjewendiyên şexsî ve. Parastina çandê vê yekê jî pêwîst dike ku şertên hilberîn û piştgiriyê yên ji bo zindîhiştina çanda mirov jî bên parastin. Ji ber vê yekê xurtkirina kooperatîfan û hilberînerên biçûk û qadên bikaranîna hevpar, hem ji bo serbixwebûna aborî hem jî ji bo domdariya çandî ya herêmê girîng e.

Dema em ji milê jinan ve mêze bikin, qirkirina ekolojiyê dê bi taybetî li ser jin û zarokan encameke çawa derîne holê? Bi taybetî jî dema em dêhna xwe didin rola jinan a di ajalvanî û çandiniyê de, talankirina ekolojiya Kurdistanê wê bandoreke çawa li ser jinan bike?

Nedîtina hilberîna ku bi keda jinan tê domandin tê hesabê şîrketê û dervehiştina jinan ji pêvajoyên biryardayînê, du rûyên heman newekheviyê ne. Jina ku ajalan xwedî dike, şîr didoşe  û li zeviyê dixebite, dema li ser dahat û milkê ne xwediyê heman hêzê be, dikare ji wan biryaran jî bê dûrhiştin ku rasterast bandorê li jiyana wê dikin. Dema qezenca şîrketê wek nirxekî aborî tê hesibandin, hilberîna ji destê jinê çûyî, dema wê ya xerc kirî û keda wê ya lênihêrînê ya zêde bûyî nayên hesibandin. Bi vî awayî bedela hilweşîna ekolojîk bo hundirê malê tê veguhastin. Dema av kêm dibe, divê ew avê peyda bike; dema debare kêm dibe divê ew zêdetir bixebite; dema nexweşî derdikevin, divê lênihêrînê bigire ser milên xwe. Serdestiya sermayeyê ya li ser xwezayê dike ku keda jinan ji aliyê pergala mêr-serdest ve bi awayekî berfirehtir bêberamber were bi kar anîn. Girtina berpirsiyariya lênihêrînê ji aliyê keçan ve di temenê biçûk de, dikare vî barî veguhêze nifşên nû; negihştina ava paqij û têrnexwarin jî geşedana zarokan tehdîd dike. Lê em nikarin têkoşîna ekolojîk a jinan li Kurdistanê bi van windahiyan sînordar bikin. Hişmendiya azadiyê ya tevgera jinan ava kirî li gund û qada nobedê jî dihêle ku jin bi navê xwe biaxivin. Jin dema axa xwe diparêzin, di heman demê de li dijî wan jî têkiliyan radiwestin ku li ser keda wan teserufê dikin; jin dixwazin hêza wan a di hilberînê de di biryardayînê de jî cihê xwe bigire. Ji bo jinên ciwan ev rêxistinbûn qadekê vedike ku bikarin ji çarçoveya rolên li wan ferzkirî derkevin û bibin kirdeyên jiyana giştî. Eger jin bibin sembola berxwedanê û karên rojane ji wan re bimînin, lê biryardayîn jî ji mêran re bê hiştin, ev jî têkoşînê ji hundir ve lawaz dike. Ji bo azadiyê têrê nake ku jin tenê li wir bin; her wiha, rêxistinbûna jinan a serbixwe, hêza wan a biryardayînê û diyarkirina jiyana xwe, pêwîst e ku ev zêdetir bin.

Em dema bala xwe didinê di nav hiqûqa navneteweyî de qirkirina xwezayê wek yek ji sûcê herî giran hatiye pênasekirin. Li ser axa Kurdistanê talankirina xwezayê, şewitandina dar û daristanan, çêkirina projeyên HES, JES, GES û bendavan bi salan e ku hebû û vaye di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de jî di asta herî jor de berdewam dike.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê çawaniya têkiliya bi Kurdistanê re biguherîne. Dema behsa naskirina îradeya siyasî ya gel tê kirin, nabe ku erdnîgariya jiyana gel hê jî bi berdewamî wek qadeke teserufa navendî bê dîtin. Berdewamkirina nêzîkatiya ku bi hinceta ewlehiyê di polîtîkayên çavkaniyan de îradeya herêmî bêbandor dike, têgihiştina berê ya rêvebirinê vediguhêze serdema nû. Ji bo ku aştî di jiyana civakî de rehên xwe berde, divê hêza gel zêde be li ser biryarên der heqê pêşeroja xwe de. Ji ber vê yekê, dadmendiya ekolojîk yek ji ceribandinên şênber ên pêvajoyê ye. Têkoşîna ji bo naskirina ekokujiyê wek sûcekî serbixwe di hiqûqa navneteweyî de girîng e; lê sînorên hiqûqa heyî nikarin bibin hinceta bipaşxistina lêkolîna berpirsiyarên texrîbatê. Daristanên di demên berê de hatine şewitandin, qadên jiyanê yên hatine windakirin û encamên wan ên li ser gel divê bibin mijarên rûbirûbûnê. Divê eşkere bibe ka kîjan biryar hatine dayîn, kî berpirsiyar e û çima hesab nehatiye pirsîn. Sererastkirina zerarê jî nikare bi çandina çend daran bê bisînorkirin; divê ekosîstemên xerabûyî, debareya jidestçûyî û hafizeya civakî ya bi mekânê re jinavçûyî li ber çavan bên girtin. Eger nerazîbûna gelê ku qada jiyana xwe diparêze wek pirsgirêka ewlehiyê bê dîtin, nexwe pêbaweriya ku ji bo aştiyê hewce ye jî, ji destpêkê ve birîndar dibe. Li gundekî aştî ew e ku mirov dema axa xwe diparêzin bi zextê re rû bi rû nemînin, bikarin biryaran biguherînin û ji bo windahiyên xwe yên berê bigihîjin edaletê. Heta ku ev veguherîna ku jiyana gel diparêze pêk neyê, zemîna madî ya aştiyê dê kêm be.

Li meclisê têkildarî mijarê hûn gelek caran pêşnûmeyên pirsan jî didin. Bi giştî bersivên çawa ji pirsên we re tên?

Me li ser texrîbata xwezayê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek pêşnûmeyên pirsan û yên lêkolînê dan. Di demên dawî de jî me projeyên JESê yên li Gimgim û Kanîreşê jî bi gelek pêşnûmeyan anîn rojevê. Lê em ji wezaretên têkildar bersiva pirsên xwe nagirin. Rayedarên ku destûrê didin şîrketan, dema em sedemên van destûran dipirsin bêdeng dimînin. Ev bêdengî dibe rêyek ji bo reva ji hesabdanê û bêbandorkirina çavdêriya Meclîsê. Gava ku serlêdana şîrketê muhatap bê girtin û pirsa nûnerên hilbijartî yên gel bêbersiv bê hiştin, ev yek nîşan dide bê ka desthilata giştî ji bo berjewendiyên kê dixebite. Wezaret ne cihê veşartina biryarên nakok e. Heke hûn desthilatê bi kar tînin, lazim e ku hûn sedemên xwe eşkere bikin, nîşan bidin ka nerazîbûn çawa hatine nirxandin û berpirsiyariya encaman bigirin ser milên xwe. Nabe ku mafê gel ê agahdarbûnê bi daxwaza wezaretê ya bersivdayînê ve bê girêdan. Em ê vê helwestê normal nebînin. Em ê dev ji şopandina ruxsatan, destûran û şopandina kêmasiyên çavdêriyê bernedin û pirsên gel di rojeva raya giştî û Meclîsê de bihêlin.

Em dibînin ku li Kurdistanê ji aliyekî ve polîtîkayên li ser tunekirina ekolojiyê didomin ji aliyê din ve jî li gelek bajarên wekî Amed, Wan, Şirnex, Êlih û hwd amûrên tiryakê û bûyerên fihûşê hwd zêdetir dibin. Di dem û pêvajoyeke wekî niha de, sedema zêdebûna van tiştan çi ye gelo li kolanên bajarên kurdan?

Dema ku em talankirina xwezayê, bêpêşerojhiştina ciwanan, lawazhiştina jinan li hemberî îstismarê û neparastina zarokan bi hev re difikirin, em dibînin ku em bi hilweşînekê re rûbirû ne ku ji aliyên cuda ve jiyana civakî dorpêç dike. Bazirganiya tiryakê û torên îstismara cinsî, dema ji bêewlehiyê sûd werdigirin, îradeya mirovan, têkiliyên wan û hêza wan a tevgerîna hevpar jî lawaz dixin. Lê xizanî bi serê xwe binecihbûn û bêcezahiştina van avasaziyan rave nake. Divê bê lêkolînkirin ka belavkirina tiryakê ji aliyê kê ve tê birêvebirin, avasaziyên ku jinan bi tehdît û deyndarkirinê îstismar dikin çawa dixebitin û têkiliyên qezenc û parastinê digihîjin ku derê. Em qebûl nakin ku ew dewleta ku li bajarên kurdan dikare hemû xebatên siyasî û protestoyan ji nêz ve bişopîne, di behsa torên sûc de bibêje ev «bûyerên takekesî» ne û xwe ji berpirsyariyê bide aliyekî. Têkiliyên mihtemel bi karmendên dewletê re, îhmalkariya erkan û îdiayên parastina van tiştan divê bi awayekî serbixwe bên lêkolînkirin. Bêcezahiştin hêza rêxistinên sûc mezintir dike û nahêle ku kesên zerardîtî biaxivin. Hem nêzîkatiya ku ciwanên tiryak xebitandî sûcdar dike, lê dest nade kesên ku bazirganiya van madeyan bi rêxistin dikin, hem jî feraseta ku berê xwe dide jinên îstismarkirî, lê tora îstismarê hilnaweşîne, ev her du jî vê pergalê ji nû ve hildiberînin. Dema mijar zarok bin, navê vê yekê bi eşkereyî îstismara cinsî ye. Dema em behsa êrîşa topyekûn dikin, mebesta me bandora hevpar a hemû van hilweşînan e li ser kapasîteya gel a xweparastinê. Avasaziyên ku jiyana ciwanan dixin bin kontrola xwe, jinan bi tirsê bêdeng dikin û zarokan bêparastin dihêlin, têkoşîna li hemberî wan her wiha parastina paşeroja siyasî ya civakê ye jî. Li gel hilweşandina torên sûc û avakirina mekanîzmayên piştgiriyê yên bibandor, divê piştgiriya li taxan jî xurt bibe. Zemîneke civakî ku mirov ji ber tirs û şermê tenê neyên hiştin û jin û ciwan bikarin bi awayekî rêxistinkirî gotina xwe bibêjin, ev dikare bingehekê dayîne da ku bandora van avasaziyan bê şikandin.

Tiştekî ku tu lê zêde bikî, heye? Eger hebe, kerem bike…

Gelê me yê ku li Gimgim û Kanîreşê jiyanê diparêze û jin û ciwanên ku nobedê berdewam dikin, ez wan silav dikim. Berxwedana wan berpirsiyariyek e ku me hemûyan bi hev ve girê dide. Tenêhiştina gundekî li hemberî şîrketê rê li ber destwerdanên li cihên din jî vedike; piştgiriya ku li cihêkî mezin dibe jî, hêzê dide hemû têkoşînan. Ji ber vê yekê, divê em têkiliyên parêzvanên jiyanê yên li Kurdistanê bi gelên din re xurt bikin ku li herêmên cuda yên Tirkiyeyê li dijî madenan, projeyên enerjiyê û talankirina xwezayê li ber xwe didin. Bi parastina cudahiyên xwe, li dora daxwazên hevpar rêxistinbûn, hêza gel mezin dike li hemberî sermayeyê û mekanîzmayên siyasî yên wê destek dikin. Rêxistinên jinan, ciwanan, sendîkayan, rêxistinên pîşeyî û welatiyên me yên ji welatê xwe dûr dijîn, ez bang li hemûyan dikim ku berpirsiyariya vê têkoşînê ew jî bigirin ser milên xwe. Divê em li qadên nobedê amade bin, pêvajoya hiqûqî bişopînin, pêdiviyên berxwedanê bi hev re dabîn bikin û daxwazên gel li her derê biparêzin. Em ê jî xebata xwe ya li Meclîsê tevî îradeya rêxistinkirî ya li qadê bidomînin. Bersiva herî xurt a biryardariya gelê Gimgim û Kanîreşê, piştgiriyeke bênavber e ku barê wan sivik bike û hêza têkoşîna wan zêde bike.