Perwîn Yusuf: Em asîmîlasyona kurdî red dikin
Hevseroka PYDê Perwîn Yusuf der barê geşedanên herî dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de axivî û bal kişand ser destwerdanên hêzên navxweyî yên Şamê û got: “Entegrasyon ne bi wateya asîmîlasyonê ye. Zimanê kurdî zimanê pêkhateya duyemîn a Sûriyeyê ye, em biryarên parçekirin û bisînorkirina zimanê kurdî qebûl nakin.”

Firat Tunç
Piştî ku şervanê Lîwaya Hesekê Sîpan Hiznî (Samî Şêxmûs Heso) di 11ê Îlonê de ji aliyê komên çekdar ve hat revandin û qetilkirin, li Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî li Kobaniyê gel daket qadan û dest bi xwepêşandanan kir. Piştî bertek û xwepêşandanên gel, hêzên leşkerî yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê ketin nava Kobaniyê û 83 welatî binçav kirin; di vê navberê de di navbera van hêzan û Asayîşa Kobaniyê de jî alozî derket. Dema ku hêzên leşkerî xwestin ciwanên binçavkirî bibin Helebê, ciwanan li hember vê yekê nerazîbûn nîşan da û agir pêxistin. Di encama şewatê de 9 ciwanan jiyana xwe ji dest da û 16 ciwan jî hatin binçavkirin. Li ser wan geşadanan di raya giştî de gelek şirove û nîqaş berdewam dikin. Di vê qonaxekê de ku ji bo ronîkirina qetilkirina Hiznî û cezakirina van kiryaran, komîteyeke lêkolînê hatiye avakirin, her wiha nîqaşên li ser mafên zimanê kurdî, perwerdehî û karesatên di rêkeftin û pêvajoya entegrasyonê de derdikevin holê jî di rojevê de ne.
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yusuf der barê van geşedanan, krîzên di pêvajoya entegrasyonê de, siyasetên ziman û saziyan, helwesta hikûmeta Şamê û berxwedana gel de ji rojnameya me re axivî.
‘Mekanîzmaya xweseriyê di nav entegrasyonê de tê parastin’
Perwîn Yusufê diyar kir ku proseya entegrasyonê di çarçoveya xalên peymana 29ê Çileya 2026an a di navbera Berpirsê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û hikûmeta Şamê de tê meşandin û bal kişand ser wê yekê ku dem bi dem ji aliyê hin beş û hêzên di nav hikûmeta Şamê de astengiyên mezin li pêşiya vî karî tên derxistin û got: “Di entegrasyonê de xalên hîmî parastina saziyên herêmê ye. Dema ku entegrasyon tê çêkirin û meşandin, xala esasî ew e ku hem saziyên îdarî hem jî saziyên Rêveberiya Xweser rasterast entegreyî sîstema giştî dibin. Di vir de ya herî girîng ew e ku girse, endam û rêveberiya van saziyan tê parastin û tev li pêvajoyê dibin. Dema QSD bi hemû endam û rêveberiya xwe veguhêze jî, di nav sîstemê de dîsa dibin rêvebir, li ser axa xwe dimînin û di saziyên xwe de xwe bi rê ve dibin. Saziyên Rêveberiya Xweser, çi leşkerî, çi ewlehî, çi xizmetguzarî bin, dibin parçeyek ji sîstema giştî. Mekanîzmaya ku li parêzgeha Hesekê û herêma Cizîrê tê meşandin, divê li hemû parêzgeh û herêmên din jî bi heman rengî û rêbazê bimeşe.”
‘Girtin û radestkirina ciwanan bo Helebê bêbaweriyê çêkir’
Perwîn Yusufê destnîşan kir ku nêzîkatiyên saziyên ewlehiyê yên hikûmeta Şamê û binpêkirinên li hemberî ciwanan rewşê aloztir dikin û bêbaweriyê kûr dikin û wiha axivî: "Em dibînin ku rojane pirsgirêkên nû derdikevin. Girtina ciwanan bi her şêwazî yan jî sûcê wan çi dibe bila bibe, li ser qada Rojavayê Kurdistanê, çi li Kobaniyê be çi li Cizîrê be, dadgeh, zindan û sîstemên edaletê yên heyî hene û kar û xebat li ser wan tê meşandin. Ne rast e ku tu ciwanên vê herêmê radestî parêzgeha Helebê bikî yan jî ji bajarekî bibî bajarekî din. Ev yek nerehetiyeke mezin di nav gel de çêdike û nebaweriyê di navbera saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên hikûmetê yên di pêvajoya entegrasyonê de ava dike."
‘Berxwedana zindana Kobaniyê hişyariyeke xurt bû ji bo Şamê’
Perwîn Yusuf bi dirêjî li ser bûyerên vê dawiyê yên li zindana Kobaniyê û sedemên ku rê li ber tevliheviyê vekirine rawestiya û ev tişt anî ziman: "Hewldana sewqkirina girtiyan bo Helebê hewldaneke heya bejê çewt bû û bû sersedema pirsgirêkeke mezin ku di zindana Kobaniyê de derket. Tişta rast ew bû ku girtî rasterast radestî edaleta Kobaniyê bibûna. Bajarê Kobaniyê ne ew çend mezin e ku hejmareke mezin a artêşê yan hêzên ewlehiyê ji Helebê werin û lê bi cih bibin. Li wir asayîşa Kobaniyê heye ku ew jî rasterast tevî Wezareta Hundirîn bûye. Hatina hêzên derveyî herêmê bêbawerî çêkir. Dema xwestin ciwanên ku beşdarî xwepêşandanan bibûn ji zindana Kobaniyê radestî Helebê bikin, hemû girtiyên di zindanê de rabûn û ev tişt red kirin. Girtiyan gotin: 'Em îradeya xwe radestî wan nakin; hêza Kobaniyê, dadgeha Kobaniyê û asayîşa Kobaniyê heye.' Ev berxwedan û helwesta xurt hişyariyeke rasterast bû ji bo hikûmeta Şamê ku gelê Kurd nahêle îradeya wan bibe mijara bazirganiyê."
‘Hêzên tarî û dewletên derve naxwazin îstîqrar li Sûriyeyê çêbibe’
Perwîn Yusufê diyar kir ku qetilkirina endamê QSDê Sîpan Hizniyê li Efrînê ji aliyê "Hêzên Eşîran" ve û provokasyonên paşê, beşek ji planeke qirêj in û wiha pê de çû: "Bûyerên rojane nîşan didin ku hikûmeta Şamê di wê astê de nîne ku ewlehiya herêmê peyda bike. Bi salan e eşîrên kurd, ereb û suryan bi hev re Rêveberiya Xweser meşandin û nehiştin şerê navxweyî derkeve. Lê îro dema kurd tev li sîstemê dibin, rasterast dibin şirîkên vî welatî. Lê belê, hêzên tarî yên di nav hikûmeta Sûriyeyê de û ew dewletên ku dest li şoreşa Sûriyeyê werdane naxwazin ev tifaq bi ser bikeve û îstîqrar çêbe. Ji bo wê jî divê hemû pêkhate, partî, eşîr û ronakbîrên herêmê destê xwe bidin hev, tifaqên xwe xurt bikin û van planên tarî beravêjî bikin."
‘Bisînorkirina kurdî bi çend saetan xapandin e’
Perwîn Yusufê di berdewamiya axaftina xwe de pênaseya rastî ya entegrasyonê kir û li hemberî siyaseta perwerdehiyê ya Şamê wiha got: "Rastiyeke girîng heye: Entegrasyon ne bi wateya helandin û asîmîlasyonê ye. Berevajî vê yekê, divê ev pêvajo ber bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk ve bibe. Çênabe ku ji aliyekî ve entegrasyon were axaftin û ji aliyê din ve xapandin çêbe. Dabeşkirin yan jî bisînorkirina zimanê kurdî bi çend saetan tenê nayê qebûlkirin û em vê biryarê red dikin. Zimanê kurdî zimanê pêkhateya duyemîn a Sûriyeyê ye. Ew zimanekî zanistî, elmî, dîrokî û edebî ye; nayê wê astê ku tenê bibe dersa çend saetan. Zarokên me divê bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibînin û dîroka xwe bixwînin, ne dîroka gel û welatekî din. Entegrasyon ne li ser înkarê ye; parçekirina ziman û çandê xapandin e."
‘Bêyî mafên Kurdan Sûriye demokratîk nabe’
Perwîn Yusufê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rola her çar parçeyên Kurdistanê û ji bo piştevaniyê wiha bang kir: "Kurd divê li Şamê di hemû biryaran de, di artêşê de, di ewlehiyê de û di rêveberiya giştî de hebin. Heta ku hebûna Kurdan di hemû mekanîzmayên welat de bi awayekî qanûnî û azad neyê erêkirin, Sûriye demokratîk nabê. Em xapandineke din yan jî şovên nû yên şovenîstî qebûl nakin. Têkoşîna mamoste û xwendakaran a ji bo zimanê kurdî pîroz e. Daxwaza me ew e ku her çar parçeyên Kurdistanê piştgiriyê bidin van çalakiyan da ku raya giştî bi rastiya vê entegrasyonê bihese. Têkoşîna me ya ji bo hevjiyana azad û mafên rewa wê heta serkeftinê berdewam bike."


