Pirsgirêka sed salan bi hiqûqa demokratîk çareser dibe

Cîgirê Hevserokên Giştî yên DBPê Huseyîn Bîrlîk diyar kir ku pirsgirêka kurd a 200 salan tenê bi derxistina qanûna çarçove çareser nabe û got: “Çareserî hêzkirina hiqûqa demokratîk, misogerkirina hemwelatiya wekhev, naskirina mafên nasname, ziman û çandê yên gelê kurd, xurtkirina demokrasîya herêmî û rakirina astengên li pêşiya siyaseta demokratîk e.”

•
1 deqe xwendin
Pirsgirêka sed salan bi hiqûqa demokratîk çareser dibe

Du sal li ser pêvajoya 1ê Cotmeha 2024an re borîn. Du sal berê Serokê MHPê Dewlet Bahçelî destê xwe dirêjî nûnerên DEM Partiyê kir û xwest aştiya navxweşî pêş bixin. Piştî vê pêvajoyê di 22ê Cotmehê de Omer Ocalan çû Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinê de got “Eger şert û mercên siyasî û hiquqî bê avakirin, ez dikari pêvajoyê ji zemîna şer bînim zemîna muzakere û diyalogê.” Piştî vê yekê şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Rêber Abdullah Ocalan li aliyekî nexşerêyek da pêşiya meclisê, partiyên siyasî û rêxistinên civakî. Li aliyê din bang li PKKê kir û xwest ku xwe fesix bike û şerê çekdarî bidawî bike. PKKê guh da bangê û xwe fesix kir. Gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê piştgirî da banga Rêber Abdullah Ocalan. Lê li hemberî vê yekê tenê Komîsyona Meclisê hat avakirin, Komîsyona Meclisê çû Îmraliyê, Qanûna Çarçove bi kêmasê be jî hat derxistin. Di 1ê cotmehê de meclis vebû. Serokê AKPê û Serokkomar Tayyip Erdogan çû slav da koma DEM Partiyê û destê xwe da hevserokên DEM Partiyê. Cigirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz jî diyar kir ku Komîsyona Çavderiyê ya tekildarî qanûna çarçoveyî dê di nava hefteyek an jî 10 rojan de li meclise bê avakirin.

Li gorî we mirov vê pêvajoya du salan, di çareseriya meseleya kurd de dikare li ku bi cih bike? Çawa şirove bike? 

Banga Devlet Bahçelî ya di 22ê cotmeha 2024an de û paşê banga Rêber Abdullah Ocalan a 27 sibata 2025an a “Banga Aştî û Civaka Demokratîk”, deriyê qonaxeke nû li ser pirsgirêka kurd a ku salên dirêj e di nav çerxa şer de ye, vekir. Paşê biryara PKKyê ya rawestandina têkoşîna çekdarî û fesixê, avakirina Komîsyona Hevgirtin, Xwişkûbiratî û Demokrasiyê li Meclîsê û di dawiyê de derxistina qanûna nû ya îsal bûn merheleyên girîng ên vê pêvajoyê. Em du salan, ji aliyê derketina nîqaşa çareseriyê ya siyasî û demokratîk ve, wek qonaxeke dîrokî dinirxînin. Tenê bi zagonekê pirsgirêka du sed salan çareser nabe. Lê gaveke din a ber bi çareseriyê ve ye û deriyekî hiqûqî vedike. Divê bê zanîn ku pêvajo tenê bi rawestandina çekan bi dawî nabe. Çareseriya pirsgirêka kurd hewceyê bihêzkirina hiqûqa demokratîk, misogerkirina hemwelatiya wekhev, naskirina mafên nasname, ziman û çandê yên gelê kurd, xurtkirina demokrasiya herêmî û rakirina astengên li pêşiya siyaseta demokratîk e. Ji ber vê yekê em van du salan wek qonaxeke girîng a pêvajoyeke ku hîn nehatiye temamkirin dinirxînin. Ji niha û pê ve, ya girîng ew e ku zemîna siyasî bi mekanîzmayên hiqûqî û demokratîk bê berdewamkirin.

Gelo ev zemîna dîrokî rast tê nirxandin an na? 

Em pêvajoya îroyîn tenê wek “pêvajoya çareseriyê ya nû” nabînin. Em bawer dikin ku ev pêvajo wateyeke xwe ya firehtir heye. Ji ber ku di banga Rêber Ocalan de jî mesele tenê dawîlêanîna pevçûnê nîne; mesele avakirina “Aştî û Civaka Demokratîk” e. Ji vî aliyî ve, qonaxa îroyîn, ji aliyekî ve îhtimala derbasbûna siyaseta pevçûnê li dîrokê nîşan dide û ji aliyê din ve ji bo demokratîkekirina Tirkiyeyê qadeke fireh vedike. Rastxwendina vê zemînê çi qasî giring be, awayê bikaranîna vê derfetê jî hawqasî giring e. Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin. Pêşketinên li Sûriyeyê, rewşa kurdên li herêmê, siyaseta hundirîn a Tirkiyeyê û pirsgirêka kurd êdî ji hev nayên veqetandin. Ji ber vê yekê tişta ku îro pêdivî pê heye, derbasbûna ji nêzîkatiya kevn a ku pirsgirêka kurd tenê ji pencereya ewlehiyê ve dinirxîne, ber bi perspektîfeke nû ya demokratîkkirina hemû Tirkiyeyê ye. Îtifaqeke dûvdirêj a nava gelan dikare bi nexşerêya Rêber Apo bi pêş bikeve. 

Ji bo avêtina gavên îdarî û hiqûqî yên pêwîst çi berpirsiyarî dikevin ser milê dewletê û siyasetmedaran?

Îsal li Meclîsê “Qanûna Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî” bi rêjeyeke zêde a dengên parlamenteran hat pejirandin û bû qanûn. Erê, kêmaniyên xwe pir in. Lê cara yekem meseleya kurd ji sêdarê daket ser maseyê. Bi pêşengiya Rêber Apo hebûna gelê kurd hate qabûlkirin. Ji ber vê yekê îro pirsgirêk ne tenê ew e ku “qanûn dê bê derxistin an na?”. Pirsgirêka bingehîn ew e ku ev qanûn dê çawa pratik bibe û çawa dê bibe beşek ji çarçoveyeke berfireh a hiqûqa demokratîk. Dema ku hin encamên qanûnî tên girêdan bi tesbîta saziyên ewlehiyê û biryara MGKyê, ev nîşan dide ku pêvajo hîn bi tevahî ji bandora burokrasiya ewlehiyê rizgar nebûye. Ji bo me çareseriya demokratîk nikare were kêmkirin û bi biryarên saziyên ewlehiyê ve were sînordarkirin. Îradeya Meclîsê, serweriya hiqûqê û beşdariya demokratîk a civakê divê bingeh û esas bin. Berpirsiyariya dewletê ew e ku pêvajoyê nexe nav sînorên burokratîk û ewlehiyê. Berpirsiyariya siyaseta demokratîk ew e ku beşdariya hemû beşên civakê esas bike. Berpirsiyariya civakê jî ew e ku nîşan bide aştî tenê mijara muzakerayên di navbera dewlet û aktorên siyasî de nîne; civak bi xwe jî xwediyê vê pêvajoyê ye.

Vê pêvajoyê di hevsengiyên herêmî yên Rojhilata Navîn de atmosfereke çawa afirand? 

Guhertina herî giring ew e ku pirsgirêka kurd a tenê bi gotina ewlehiyê dihat nîqaşkirin, îro zêdetir bi têgihên aştî û çareseriya demokratîk tê nîqaşkirin. Di civaka Tirkiyeyê de nîqaşa aştî, çareseriya demokratîk û civaka demokratîk firehtir bûye. Ev nayê wê wateyê ku hemû pirsgirêk hatine çareserkirin. Lê ji aliyê zemîna siyasî ve guhertineke giring e. Ji aliyê Rojhilata Navîn ve jî em bi veguherîneke berfireh re rûbirû ne. Pêşketinên li Sûriyeyê, rewşa kurdên li herêmê û siyaseta ewlehiyê ya Tirkiyeyê rasterast bandorê li hev dikin. Ji ber vê yekê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê ne tenê pirsgirêkeke hundirîn a Tirkiyeyê ye; ew ji bo paşerojeke bi aştî û demokratîk a Rojhilata Navîn jî giring e.

Li dijî paradîgmaya ewlehîparêz, ji bo gelên herêmê û siyaseta Tirkiyeyê çi guherî? 

Paradîgmaya ewlehîparêz salên dirêj pirsgirêka kurd wek “pirsgirêkeke ewlehiyê” dît. Lê îro zelaltir tê dîtin ku pirsgirêkên civakî û siyasî bi tenê bi siyaseta ewlehiyê nayên çareserkirin. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê siyaseta demokratîk, hemwelatiya wekhev, hiqûq, demokrasîya herêmî, dadmendiya aborî, azadiya jinan û mafên çandî bi hev re bên nirxandin. Em naxwazin li şûna paradîgmaya ewlehiyê tenê paradîgmayeke din a ewlehiyê were danîn. Em dixwazin paradîgmayeke demokratîk bê avakirin ku civakê dike xwediyê siyaseta xwe.

Qezenca vê pêvajo ya ji bo gelên Tirkiye û herêmê çi ye? 

Qezenca herî bingehîn ew e ku ramana “Şer qeder e” lawaztir bûye. Pergala modernîteya kapîtalîst şer û kuştin û talan weke qederekê nîşanî gelên Rojhilata Navîn dida. Rêber Apo bi modernîteya demokratîk feraseteke nû ava kir. Ev bû sedema aramiyê, kes namire û aboriya şer wê veguhere refahekê ji bo gel. Ya duyem, têgihiştina ku pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka gelê kurd e, lê bi paşeroja demokratîk a hemû civaka Tirkiyeyê ve girêdayî ye, zêdetir xwe dide der. Ya sêyem, ji bo firehkirina qada siyaseta demokratîk derfetek derketiye holê. Lê em van tiştan wek qezencên temambûyî nabînin. Ev derfet hîn divê bên parastin, mezin kirin û bi garantiya hiqûqî ya demokratîk bên domdarkirin.

DBPê di du salan de li qadê polîtîkayeke çawa meşand? 

Ev pêvajo ne tenê li Enqereyê, Meclîsê yan di nav saziyên dewletê de dikare bê meşandin. Aştî divê civakî bibe. Ji ber vê yekê civînên gel, xebatên jinan û ciwanan, perwerdehiya demokratîk, xebatên atolyeyan û rêxistinkirina herêmî ji qadên bingehîn ên xebata me bûn. Ev, bi hezaran civînên gel, bi sedan perwerdehî û plansaziyên gel dike rûknekî bingehîn ê vê pêvajoyê. Em tenê siyaseta hilbijartinê nakin. Ji bilî demên hilbijartinan jî pêdivî heye ku mekanîzmayên ku gel bikare pirsgirêkên xwe nîqaş bike, biryaran bide û xwe bi rêxistin bike bên xurtkirin. DBP li her deverê bi hişmendiya “muzakere, tekoşînek e jî’, bi vê motîvasyonê, rêxistina xwe xurt dike. Ji ber ku civaka demokratîk tenê bi daxwaza dewleteke demokratîk nayê avakirin. Pêwîst e ku civakeke rêxistinkirî, hişyar û xwediyê biryara xwe bê avakirin.

Bi taybetî ji bo rêxistinbûna qada civakî û avakirina civaka demokratîk xebateke çawa pêk hat?  

Ji bo me yek ji bingehên herî giring ên civaka demokratîk ew e ku mirov li cihê ku lê dijî, xwediyê gotin û biryaran be. Em ne di wê astê de ne ku em bibêjin, me xwe li gorî pêdiviyên demê amade kiriye, lê belê em ne wek berî du salan jî di cih de mane. Xebat tên meşandin, lê ne di wê astê de ye ku em dixwazin lê bin.  Ji ber vê yekê, xurtkirina komîn û meclîsan li astên tax, gund, navçe û bajaran giring e. Dema ku mirov pirsgirêkên xwe bi hev re nîqaş dike, çareseriyan ava dike û beşdarî biryaran dibe, siyaseta demokratîk di jiyana rojane de cihê xwe digire. Meclîsên jinan û rêxistina ciwanan jî parçeyên giring ên vê perspektîfê ne. Armanc tenê avakirina formên nû yên rêxistinbûnê nîne. Armanc ew e ku civak ji wê rewşa tenê ji dewletê daxwazkirinê derkeve û bibe xwediyê jiyana xwe. Civaka demokratîk li vir dest pê dike.

Li gorî tespîta “Polîtîka, hunera nirxandina îmkan û firsendên dîrokî ye”; berpirsiyariyên ku pêvajoyê danîne pêşiya we ji aliyê DBPê ve çawa hatine famkirin?

Derfetên dîrokî bi xwe dernakevin holê, tekoşîneke xurt jê re lazim e. Ji bo vê xwendina rast a siyasî, civaka rêxistinkirî û rêbazeke rast a siyasî pêwîst e. Îro derfeta ku derketiye holê divê ji bo mezinkirina perspektîfa çareseriya demokratîk bê bikaranîn. Ji bo me, DBPê, berpirsiyariyeke bingehîn ew e ku daxwaz û hêviyên civakê bixin navenda siyaseta demokratîk. Divê pêvajo tenê bi gavên ku dewlet dê bavêje ve girêdayî nebe. Em, wek DBP, bingehên xwerêxistinkirinê mezin dikin û gelê xwe ji pêşerojeke diyarker re amade dikin. Erka siyaseta demokratîk tenê ew nîne ku li bendê bimîne. Her wiha, ew jî erkên me yên sereke ne ku em hêza civakê derxin holê, qada demokratîk mezin bikin û qadên nû yên demokratîk biafirînin.

Ji bo ku mirov nekeve xefikên taktîkî, divê rêbazeke siyasetê û nexşerêyeke çawa were şopandin da ku îmkanên ku derketine holê bi çareseriyeke demokratîk tacîdar bibin?

Pêşî, divê pêşketinên demkî û armanca demokratîk a demdirêj ji hev bên veqetandin. Em ê ji aliyekî ve daxwaza gavên demokratîk û hiqûqî yên dewletê bi hêz bikin. Ji aliyê din ve em ê hêza xwe ya civakî û rêxistinî bi van gavên dewletê ve girê nedin. Ji bo vê yekê, divê ev li ser sê xetên bingehîn were meşandin: ya yekem, têkoşîna hiqûqî û demokratîk; ya duyem, rêxistinkirina civakê ya ji jêr ve; ya sêyem jî hevkariyên bi hêzên cuda yên demokrasiyê re.  Siyaseteke wiha li gorî pêşketinên rojane diguhere, lê siyaseta ku veguherîna demokratîk a demdirêj dike armanc, wê bibe siyaseteke stratejîk. Aqilekî kurd bi cerebeyên xwe yên dirokî hatiye avakirin, bi taybetî bi pêşdîtinên Rêber Apo gelê kurd bûye hêzeke diyarker li Rojhilata Navîn. Kurd ne kurdên berê ne û ji dek û dolaban têr bûne; ev nêrîn her ku diçe bandora xwe mezintir dibe. Em nabêjin metirsî derbas bûye; berovajî, çi qasî fersend hene ew qasî jî talûke jî hene. Lê Rêber Apo ji gelê kurd re mîraseke pir biqîmet ava kiriye. Xwedîlêderketina vê mîrasê dê ne tenê ji bo gelê kurd, dê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bibe bingeha aramiyê.

Dema ku em li du salên dawî dinêrin, kêmasî û lawaziyên bingehîn ên ku derketine holê çi ne?

Yek ji pirsgirêkên herî giring nezelaliya pêvajoyê ye. Di qonaxên cuda de der barê nêzîkatiya dewletê û hikumeta li ser kar de pirsgirêka zelaliyê hat raçavkirin. Pirsgirêka duyem, beşdariya civakê ye ku carinan li paş pêşketinên siyasî maye. Pirsgirêka sêyem jî ew e ku hişmendiya ewlehîparêz hîn bi temamî nehatiye derbaskirin. Di hin beşên qanûnê de hîn jî rolên giring ji burokrasiya ewlehiyê re hatine dayîn. Ev tişt hemû bi me nîşan didin ku çareseriya demokratîk tenê bi biryarên di asteke bilind a dewletê de nayên pêkanîn. Gerek muzakereyeke demokratîk bi pêş biketa, ew jî bi şert û mercên Rêber Apo ve girêdayî ye. Bi tenê hevdîtinên heyetê û malbatê têrê nakin. Şertên azadiya Rêber Apo bi cîh hatibûna em ê niha di merheleyeke din de bûna. Pêdivî ew e ku wek ser muzakerevanê gelê kurd şertên Rêber Apo, rêxistina civakê, rola Meclîsê û garantiya hiqûqî bi hev re bi pêş bikevin.

Hişmendiya ku pêvajoyê tenê bi bendewariya ji dewletê ve û bi siyaseta "bisekine û bibîne" ve bi sînor dike, li qadan pirsgirêkên çawa derxistin holê? Ji bo çareserkirina vê yekê hûn ê xeteke çawa bi pêş bixin?

Xetera herî mezin a siyaseta “bisekine û bibîne” ew e ku hêza rêxistinkirinê û îradeya siyasî ya civakê lawaz dike. Baweriya bi pêvajoyê lewaz dike. Gavin hene ku ji bo avêtina wan qanûna derketî hewce neke. Bendewariya gel ew e ku demildest girtiyên siyasî bên berdan, mafê hêviyê were bicîanîn, pergala qeyûman bê rakirin. Heke hemû pêşketinên siyasî bên girêdan bi gavên dewletê ve, civak ji rewşa xwedîtiya pêvajoyê derdikeve. Ji ber vê yekê, xeta me ya ji niha û pê ve zelal e: Em ê ji dewletê daxwaza gavên demokratîk û hiqûqî bikin, lê di heman demê de em ê rêxistinbûna civakê xurt bikin. Em ê mercên pêwîst amade bikin ku xwesazkirin û xweavakirina ji nû ve û xwegûhertineke li gorî konjektûra cîhanê pêk bê. Ji taxan heta bajaran, civînên gel, meclîsên jinan û ciwanan, xebatên perwerdehiya demokratîk û rêxistina herêmî divê em firehtir bikin.  Parêzvanê herî mezin ê aştiyê ne tenê sozên dewletê ne; civaka rêxistinkirî ye. Em ê ne li bendê bin, em ê azadiyê pêk bînin.