Tirkiye guhê xwe ji cîhanê re girtiye
Ji 18ê Adara 2014an ve Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryara Mafê Hêviyê da û xwest Tirkiye vî mafî nas bike. Lê Tirkiye 12 sal û 5 meh û 17 roj in biryara DMMEyê ya Mafê Hêviyê binpê dike.

Li ruxmê bi sedan akademîsyen, Xelatgirên Nobelê, parazvanên mafên mirovan ên cîhanê, nûnerên partiyên siyasî û sendîkayên Ewropa bang li Tirkiyeyê dikin jî, Tirkiye çav û guhê xwe ji bangên cîhanê re girtiye. Ligel ku piştî 10 salan Konseya Ewropa 2 sal dem da Tirkiyeyê ku Mafê Hêviyê nas bike û têxe meriyetê jî; Tirkiye hêj tecrîda diyalogê û fizîkî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşine.
Tevî tecrîda giran jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 23ê Cotmeha 2024an de gotibû; ‘Eger şert û merc bên avakirin ez dikarin ji zemîna şer derbasî zemîna hiqûq û siyasî bikim.” Lê em dibînin ku di aliyê başkirina şert û merc de tu gavên erênî nehatine avêtin. Hîn rojnameger, nivîskar, siyasetmedar, akademîsyen û nûnerên saziyên mafên mirovan, hiqûqnas nikarin biçin Îmraliyê. Li ruxmê ku parêzer û baro jî di navde bi hezaran hiqûqnas û pêşengan serî li Wezareta Dadê dan û xwestin biçin Îmraliyê jî, hêj Wezareta Dadê bersîv nedaye van serlêdanan. Li şûna ku Tirkiye Mafê Hêviyê nas bike ku Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî serbest karibe fikr û projeyên xwe yên Aştî û Civaka Demokratîk bi her kesî re parve bike û bêtir xizmeta Aştiya Tirkiyeyê bike, em dibînin ku tecrîd didome.
Ligel hewldanên Rêber Abdullah Ocalan ên dîrokî jî, hêj jî ser Rêberê Ocalan tecrîda diyalogê didome. Rêber Abdullah Ocalan di şertên giran de hewl dide ku rista xwe ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk pêk bîne. Di şertên tecrîdê de bang li PKKê kir da ku xwe fesix bike û çekan bişewitîne. Di şertên tecrîdê de projeyên aştî, çareseriya demokratîk pêş dixe. Hewl dide rista xwe ya muzakerevaniyê pêk bîne.
Tevî ku bi sedan pêşengên cîhanê û akademîsyenên ku Xelata Nobelê girtine bang li Tirkiyeyê dikin ku Mafê Hêviyê nas bike ku Rêber Abdullah Ocalan bêtir karibe xizmeta aştiya Tirkiyeyê bike jî heta niha hikûmet û dewleta Tirkiyeyê gavên şênber neavêtiye.
Herî dawî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 17ê Îlona 2025an de derbarê mafê hêviyê ya dosyeya “Koma Gurban” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Emîn Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan, biryara xwe ya demkî eşkere kir. Komîteyê di biryara xwe de ji Tirkiyeyê xwest ku gavên pêwîst biavêje û ji bo pêkanîna van jî heta dawiya meha Hazîranê ya 2026an mohlet da.
Navend û hemû Şaxên OHDê di Sibatê de bang li Wezareta Dadê kir û xwest Mafê Hêviyê nas bike û têxe meriyetê.
Komîteya Parastina ‘Mafê Hêviyê’ û Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ya Navneteweyî, di nîsanê de xwest, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevahî rabe û ji bo ‘Mafê Hêviyê’ dest bi kampanyayeke îmzeyan a navneteweyî kir.
Dîsa di Nîsanê de; 15 sendîkayên karkeran ên ji Spanya, Bask, Katalonya û gelek herêmên din, bi daxuyaniyeke hevpar bang li Konseya Ewropayê kirin ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mafê hêviyê bê naskirin û ji bo tevlîbûna wî ya li pêvajoya aştiyê hemû astengî werin rakirin
Di Gulanê de zêdetirî 250 siyasetmedar, akademîsyen, nûnerên sendîka û civaka sivîl ên li qada navneteweyî bi nameyeke vekirî, ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaza ‘Mafê Hêviyê’ kirin.
Di Gulanê de; li paytexta Fransa Parîsê, şandeya CDK-Fê, bi Berdevka Komîsyona Parastinê ya Partiya Sosyalîst a Fransayê Anna Pic re hevdîtin kir.
82 kesayetên ku xelata Nobelê wergirtine ji bo bicihanîna ‘mafê hêviyê’ yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di Hezîranê de bang li Komîtya Wezîran a Konseya Ewropayê kirin.
Saziyên maf û hiqûqê û 10 baroyan di Hezîranê de bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kirin û gotin: “Tirkiye biryarên binpêkirina derbarê dosyayên ‘Ocalan 2, Kaytan’, ‘Gurban’ û ‘Boltan’ de bi cih neanî. Divê komîte ‘mafê hêviyê di civînan de bîne rojeva xwe.”
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî derbarê qanûna çarçoveyî û mafê heviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de di Tebaxê de xwest mafê heviyê ji bo Abdullah Ocalan jî were bicihanîn.
Em bi van mînakên şênber jî dibînin ku kesayet û saziyên ku pêşengiya civakê dikin, kesên pêşengiya aştî, demokrasî û mafên mirovan dikin, ji bo aştiyeke mayinde û aramiya Tirkiyeyê ji Tirkiyeyê dixwazin ku Mafê Hêviyê nas bikin û rê li peşiya hemû diyalog û muzakereyan vekin.
Lê Tirkiye çend çend şer û operasyon dabe rawestandin jî, destûr nade ku ji bilî malbat û şande mehê carekê biçin Îmraliyê. Ev nîşanî me dide ku Tirkiye di mijara aştî, demokrasî û mafên mirovan de hêj biryareke teqez nedaye. Hêj du dil tev digere û hej berjewendiyên tevahiya gelê Tirkiyeyê esas nagire. Eger hikûmet û dewlet berjewendiyên tevahiya gel esas bigire û siberoja Tirkiyeyê bifikire, dê demildest Mafê Hêviyê nas bike û deriyê Îmraliyê bi temamî veke.


