Em Şîyar bûn êdî em komunên parastinê ava bikin
Piştî salekê dîsa çalakiyên “Şiyar be” û “Rabin” ketin rojevê. Ev xebateke gelek girîng, taybet û gelekî jî bi qîmet e. Ev ne tenê karekê saziyekê an jî çend saziyan e. Ji bo ev xebat bigêje armanca xwe xebateke kolektif, bi biryar, bi israr û bi dîsîplîn divê. Dema Şiyar be qediya. Divê êdî em li her derê komunên parastinê ava bikin.

Sala par di 26ê Nîsanê de (2025) Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be li navçeya Sûr a Amedê bi meşeke girseyî, avabûna xwe îlan kir. Platforma Şiyar Be di nava mehekê de li gelek park û taxên Amedê çalakiyên nobeta “Şiyar be” li dar xist. Di demek kin de bû rojev. Piştî wê Platforma Şiyar be di 4ê cotmeha 2025an de li Şirnexê û di 6ê Kanûna 2025an de xwe li Wanê bi rêxistin kir. Platformê li Şirnex û Wanê jî bi meşên girseyî û tevlêbûna nûnerên hemû saziyan hebûn û rêxistinbûna xwe îlan kir. Bê guman ji bo ragihandin û îlankirinê çalakiyên li kolanan û çalakiyên bi girseyî gelek girîng in. Lê metirsiyeke wê jî heye. Dema em çalakiyên pir bi girseyî li dar bixin û em xwe ji dinya alemê re îlan bikin û piştî wê em li gorî wê heybetiyê xebatê nekin, civakê şiyar nekin, bi rêxistin nekin û li dijî tiryakê civanên xwe neparêzin, piştî demekê baweriya civakê ya ji bo têkoşîna li dijî tiryakê lawaz dibe.
Ji 26ê Nîsana 2025an heta tîrmeha 2026an salek û 3 meh derbas bûn. Di van 15 mehan de me çi kir? Me li gelek park û taxên Amedê konên nabetê vekirin. Piştre me li Wan û Şirnexê Platformên nû îlan kirin. Me di van 15 mehan de dikaribû çi kiribûya?
Me dikaribû di asta saziyên civakî û demokratîk de li hemû bajarên bakurê Kurdistanê ji nûnerên DBP, DEM, Tevgera Jinên Azad, Baro, ÎHD, TÎHV, OHD, KESK, DÎSK, TMMOB, saziyên çapemeniyê, komeleyên çandê, Komeleyên Malbatên Koçber, Komeleyên Malbatên Girtiyan, Şaredarî û gelek saziyên civakî û demokratîk ku nûnertiya civakê dike, hem Platlormên Bajaran ava kiribûna; Hem jî Komeleyên Têkoşîna li Dijî Tiryakê ava kiribûna. Piştî avakirina van platform û komeleyan, me dikaribû hemû ciwanên xwe yên tev li tiryakê bûne û malbatên wan tespît kiribûna. Piştî ku me malbat tespît kir, me dikarîbû li her tax, gund û navçeyekê komunên têkoşîna li dijî tiryakê ava kiribûna. Van komunên ku hatin avakirin dikaribûn bi hevre li ser çareseriyê û rêbaza têkoşîna parastinê rê û rêbaz pêx xistibûna. Lê pêyî ku em binesaziyeke xurt ava bikin niha em derbasî pêngaveke din dibin.
Em Şiyar bûn, niha em radibin û em dibêjin RABIN?
Baş e! Dema em Şiyar bûn û piştre RABIN, lê piştî wê em gavan dereng bavêjin, wê demê em ê têkevin valahiyê. Dibe ku em di zinar werbin.
Nuner û berdevkên Platormê 6ê Tîrmeha îsal de; bi dirûşmeya “Li dijî hişbirê ji bo jiyaneke azad û aram RABIN!” li Amedê pêngaveke nû da destpêkirin. Di vê çalakiyê de jî nûnerên hemû sazî û rêxistinên demokratîk û civakî amade bûn. Hemû endam û nûnerên saziyên civakî ku nûnertî û pêşengiya civakê dikin, di van çalakiyan de bi girseyî xwe nîşan dan. Hem bi meşên girseyî û hem jî li cihê herî navendî çalakî pêk anîn. Hem ji raya giştî û hem jî ji gelê wî bajarî re aşkere kirin ku ew hem Platforma têkoşîna li dijî tiryakê didin destpêkirin û hem jî li dijî nexweşiya tiryakê hişyar dibin.
Baş e! Ev daxuyaniyên wisa bi girseyî baş in. Pêwist in jî. Lê çawa ku em ji dewletê dixwazin gavên şênber bavêjin, divê em di rêxistinkirin û têkoşîna xwe ya li dijî tiryakê jî gavên şênber bavêjin. Bi taybetî di aliyê parastina civakê de divê em teqez gavên rêxistinkirina civakê bavêjin.
Eger em bibêjin û nepêjin, eger em daxuyaniyan bidin, hebûna xwe îlan bikin û em danekevin kolan, tax, gund û malan wê demê em ê têkevin valahiyeke mezin.
Ji bo vê yekê divê teqez ewil em xwe bi rêxistin bikin û bi dîsîplîn bikin. Divê em vê xebatê bi malbatan re bikin. Li her tax û navçeyê em hemû malbatên ku zarokên wan ketine nava tiryakê, em wan tev li komunên tax û navçeyan bikin. Eger em li her tax û kolanê komunên têkoşîna li dijî tiryakê ava nekin, eger em malbatan tev li van komunan nekin, tenê bi nûnerên saziyan dê hêza me têr neke.
Eger em xwe negîhin hemû ciwanan û bi hevkariya şaredarî, sendîka û odeyan ciwanan ji tiryakê neparêzin, ev agirê ku ketiye nava ciwanan dê meh bi meh belavtir bibe. Heta niha em dereng man, lê divê ji niha û şûnde em dereng nemînin. Dema Şiyar be û rabe bi dawî bû. Divê êdî em têkevin tevgerê. Divê em hem xwe bi malbatan re bi rêxistin bikin û hem jî tev li komunên li dijî tiryakê bikin.
Dem dema şiyarkirin, rêxistinkirin û parastina li dijî tiryakê ye. Eger em her nûner û rêveberiyên saziyekê wekî karê xwe negirin dest û li dijî tiryakê tênekoşin, ev pençeşêr dê hemû civakê birizîne. Em ê jî di navde birizin. Divê em ji bo vê mijarê jî bi lez bikin û dem derbas dibe.


