Parêzer Arli: Di her gavekê de têkoşîna li dijî înkarê heye
Endamê Şaxa OHDê yê Enqereyê Bariş Arlî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Hezar Kîlometre bi gavekê dest pê dike’ nirxand û got: “Birêz Ocalan destnîşan dike ku gelek pirsgirêkên civakî û hiqûqî hene. Di her gavekê de têkoşîna li dijî înkarê heye.”

Qanûna çarçoveyî, di 11ê tebaxê de, bi dengê 367 wekîlan hat erêkirin. Nîqaşên li ser vê qanûnê didomin. Gelek siyasetmedar akademîsyen û parazvanên mafên mirovan destnîşan dikin ku li ruxmê gelek aliyên qanûnê in jî ji bo gava destpêkê erênî ye. Her wiha hiqûqnas jî destnîşan dikin ku gelek aliyên hiqûqî kêm in û ji bo çareseriyê dixwazin ku gavên nû bên avêtin.
Endamê Şaxa OHDê ya Enqereyê Bariş Arli der barê erênî û neyîniyên qanûna çarçovryî de nirxandin kir. Bariş Arli, ewil li ser wateya gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Rêya hezar kîlometreyî bi gavekê dest pê dike’ rawestiya û got: “Bi vê gotinê destnîşan dike ku li Tirkiyeyê gelek pirsgirêkên civakî û hiqûqî hene. Bi gotina ‘hezar kîlometre’ diyar dike ku di her gavê de têkoşîna nasnameyên ku hatine înkarkirin a hebûnê heye. Pirsgirêkên civakî ne yek in, hezar in û çareserî ne tenê bi zagonekê, bi rêze-zagonan dikare bê çareserkirin.”
Çareserî bi siyaseta demokratîk pêkan e
Parêzer Bariş Arli, bi bîr xist ku dîsa bi vê gotinê balê dikişîne ser pirsgirêka ku êdî bûye wekî nexweşiyeke kronîk û wiha axivî: “Ew destnîşan dike ku çareseriya vê pirsgirêkê bi muzakereyên demokratîk û siyaseta demokratîk pêkan e. Ji bo ev pirsgirêk bi muzakere û siyaseta demokratîk çareser bibe jî divê gav bi gav bi pêş bikeve. Birêz Ocalan balê dikişîne ser kêşeyen hiqûqî û modela rast a çareseriyê datîne ber me.”
Divê biryarên DMMEyê pêk bîne
Bariş Arli gava duyemîn a hiqûqî ku bê avêtin jî nirxand û da zanîn ku di destê dewletê de amûrên çareseriyê yên herî bi hêz zagon in û wiha berdewam kir: “Lê ji bo çareseriya van pirsgirêkan, rêbazên hiqûqî, ji zagonan zêdetir û firehtir çarçoveyeke dewlemend îfade dike. Mînak dewlet dikare bi karê îdarî gelek pirsgirêkan çareser bike. Bêyî ku zagonan çêbike dikare bi rêya hiqûqî pirsgirêkan çareser bike. Pirsgirêka sereke xespa qeyûman e. Bêyî zagonan çêbike dikare dawî li xespa qeyûman bîne. Dîsa bi biryara lijneya îdarî înfaza gelek girtiyan hatiye şewitadin. Van kiryarên li dijî hiqûqê, dikarin bêyî guhertina zagonan jî, ji holê rabikin û çareser bikin. Gelek biryarên DMMEyê yên ku neketine meriyetê hene. Ji bo biryarên DMMEyê têxin meriyetê pêwistî tune ye ku zagonan biguherînin. Jixwe di pergala hiqûqa heyî de biryarên DMMEyê Tirkiyeyê eleqeder dikin û divê Tirkiye wan pêk bîne. Beriya ku gava duyemîn bavêjin divê van gavên hiqûqî biavêjin. Ji bo dewlet ber bi komara demokratîk ve biçe divê van gavên şênber biavêje. Ev gavên hiqûqî, bêyî gava duyemîn dikarin bêne avêtin.”
Li ser gava duyemîn ku dewlet biavêje jî Prz. Bariş Arli ev nirxandin kir: “Di gava duyemîn de piştî guhertinên hiqûqî, daxwazên sereke yên gelê kurd divê esas bêne girtin. Ji ber zexta genetîk a dewletê hişê înkara kurdan a sedsalî ye. Desthilat, hemû siyaseta xwe ya dij-demokratîk, li ser dijayetiya kurdan bi pêş dixe. Civaka Tirkiyeyê jî, di nav vê mekanîzmaya înkarê de bi vegotina meşrûyeta ku diafirîne xîtap dike. Ji ber vê yekê astengiya li pêş komara demokratîk a herî mezin înkara kurdan e. Ji ber vê yekê divê di demeke zûtir de dewlet rastiya kurdan qebûl bike û bi rastiya xwe re bê rûqalî hev. Bi gava yekemîn a qanûna kok, deriyê hiqûqî li pêş têkoşîna siyasaseta demokratîk a gelê kurd vebû. Divê di gava duyemîn de jî, deriyê hiqûqî li pêş hebûna gelê kurd a neteweyî bê vekerin.”
Bariş Arli hêza çareseriya qanûna çarçoveyî û aliyên wê yên kêm jî nirxand û got: “Esas karê qanûna çarçoveyî ji çareseriya dawî, ji çareseriya hemû pirsgirêkan zêdetir, sedema têkoşînê ye. Bi qanûna kok, piştî têkoşîna berxwedana gelê kurd ku ji ber sedema înkara gelê kurd derket holê, li şûna rêya îlegal êdî şertên rêya legal vedike. Ji bo hebûnê qebûl bike, têkoşîna hemû kirdeyan di çarçoveyeke hiqûqî de, şertên rêya siyaseta demokratîk qebûl dike. Pirsgirêkên sedsalî tenê bi guhertineke zagonî ne pêkan e ku bê çareserkirin. Ji ber vê yekê dema kêmasiyên zagona çarçoveyî bê tespîtkirin, divê mafê kurdan li gorî pîvanên demokrasiya li Tirkiyeyê neyê esasgirtin. Ya din jî tenê bi vê çarçoveyê ne pêkan e di pirsgirêka sedsalî ya înkar û îmhayê de guhertinê çêbike.”
Bariş Arli li ser aliyê şolî û nediyariyên xalên qanûnê jî rawestiya û ev agahî parve kir: “Di hemû metna hiqûqî de pratîk û teorîya wan zehmet e ku tam wekî hev pêk bê. Li hemû derên cîhanê yek bi yek wekî hev pêk nayê. Di zagona kok de jî hin aliyên nediyar hene. Ji bo ev aliyên nediyar bi awayekî adil bê darizandin, zagon bi tenê nikare çareser bike. Ji bo zagon têkeve meriyetê, pêdivî bi mekanîzmeyeke adil heye. Bi vê zagonê dewlet dikeve bin gelek taahudan. Taahuda pêşîn, dewlet divê xwe di aliyê hiqûq û demokrasiyê de biguherîne. Loma dema di zagonan de nediyarî hebe, divê dewlet dozger û dadgerê xwe di lehê edaletê de her tim vebinêre.”
Hukmê îstisnayê kêmasî ye
Bariş Arli, anî ziman ku di aliyê teknîka hiqûqî de problem hene û ev lê zêde kir: “Kêmasiya herî mezin hukmê îstîsnayî ye. Eger em armanca vê zagonê wekî ‘derîvekirina li siyaseta demokratîk’ bibînin, wê demê divê di zagonê de ti xalên îstisna tune bin. Dîsa di zagonê de dema serlêdanê pir teng e. Girêdayî vê demê dibe ku di hin serlêdanan de pirsgirêk derkevin holê. Dîsa girêdayî kuştina bi zanebûn, hukmê teşebus û îştîrakê nehatiye zelalkirin. Ev hemû problem in li pêş me.”
Girtî û endamên PKKê têne kategorizekirin. Der barê kategorîzekirinê de jî Bariş Arli ev nirxandin kir: “Îstisnayên ku di zagonê de têne pêşdîtin, ji du aliyan ve dibe pirsgirêk. Ya yekemîn, di şertê ketina siyaset û muzakereyên demokratîk de, ji bo hiqûq rola xwe bilîze, divê zagon hemû mijaran têxe bin sîwana xwe. Ev girîngiyeke krîtîk e. Di vî alî de vesazkirin kêm dimîne. Îstisna di heman demê de di perspektîfên siyasî de jî dibin pirsgirêk. Em dikarin vê yekê wekî rêgezeke aştiyê qebûl bikin. Lê sinc û hiqûqa aştiyê îstisnayan qebûl nake. Dîsa redê qebûl nake.’’
Di qanûnê de statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tune ye. Têkildarî nebûna statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Bariş Arli wiha pêde çû: “Di zagonê de rasterast der barê statuya birêz Ocalan de guhertinek tune ye. Lê şiklê nivîsandina zagonê û pergala wê, bi sifata ku birêz Ocalan wekî sermuzakerevan be, ji bo tev li pêvajoyê bibe divê şert bêne avakirin. Em di vî alî de metneke ku pir nerm û dikare bi her alî ve bê kişandin dibînin. Ji ber vê yekê, çareseriya dawî, bi ruhê zagona kok a statuyê ve girêdayî ye.”
Gelek girtî nikarin sûdê jê werbigirin
Bariş Arli herî dawî anî ziman ku zêdetirî hezar girtiyên nexweş hene û wiha bi dawî kir: ‘’Gelek girtiyên nexweş ji ber kategorîzekirinê nikarin bêne berdan. Bi halê heyî yê zagonê kesên mirov bi zanebûn kuştine û kesên cezayê muebetê standine yên beriya 2005an nayên berdan. Ev girtî li derveyî zagonê têne hiştin. Lê di zagonê de tê gotin ku lijneya hatiye diyarkirin, dikare dem bi dem nirxandinan bike. Di van nirxandinan de kesên wekî îstisna têne dîtin jî dê bêne nirxandin. Ji ber vê yekê guhertina zagonan pêvajoyeke çalak nîşan dide. Ev zagon hemû înîsiyatîfê nade destê dewletê. Ji bo civak jî înîsiyatîfê bigire, qelşek e fireh a demokrasiyê vekirî dihêle. Ji ber vê yekê divê em jî wekî civak, di nav vê qelşê de bikaribin hêzeke rêxsitinkirî derxin holê. Têkoşînek bihêz rasterast dê bandorê li ser rewşa girtiyên nexweş jî bike.”


