Gefa DAIŞê ya li dijî Şamê zêde dibe
Rojnameger û Pispora Têkoşîna li dijî DAIŞê Lamar Erkendî anî ziman ku dezgehên ragihandinê yên Şamê destnîşan dikin ku metirsiya DAIŞê ya li dijî Şamê zêde dibe.

HTŞ beriya ku li Şamê bibe desthilatdar, DAIŞ êdî li ser erdê nemabû. Hemû axa di bin kontrola xwe de winda kiribû. Herî dawî Baxoz di destê wan de mabû. HSDê di 2019an de Baxoz ji destê DAIŞê rizgar kir û piştî vê operasyonê DAIŞ wekî şaneyên biçûk li deverên cuda xwe veşartin. Bi taybetî li herêmên Humus, Hema û Dêra Zorê xwe veşartin. Van şaneyan dem bi dem hin êrîş pêk anîn. Kemîn danîn û êrîşî kesan kirin. Dema li herêmê valahiya ewlehiyê çêdibû, endamên DAIŞê ji valahiyê sûd werdigirt û êrîş dikir. Bi van êrîşan peyama ‘Ez hîna heme û tune nebûme’ dida. Piştî HTŞ li Şamê bû desthilat, DAIŞê êrîşên xwe zêdetir kirin. Xwe gihand hin cihên nû. Dema serdana serokê Fransayê ya ji bo Şamê DAIŞê li Şamê teqînek pêk anî. Li Minbic û Idlibê mirov kuştin. Li hin deveran ala xwe rakirin û bi vê yekê propagandaya xwe kir. Dîsa li ser dîwarên mizgeftan dirûşmên xwe nivîsandin, li ser dîwaran gef nivîsandin û got ‘Vaye ez heme’.
Piştî HTŞ û serokê HTŞê Colanî li Şamê bû desthilatdar, di aliyê ewlehiyê de valahî zêde bûn. DAIŞê ev valahî ji bo xwe firsend dît û ket nav tevgerê. Propaganda, çalakî û tevgerên xwe zêde kirine. Dixwaze peyamê bigihîne alîgirên xwe. Dixwaze ji alîgirên xwe re bibêje vaye ez heme.
Têkildarî çalakiyên DAIŞê ku li Sûriye û Iraqê zêde dibin, rojnameger û Pispora Karûbarê Têkoşîna li dijî DAIŞê Lamar Erkendî nirxandinên girîng kirin. Lamar Erkendî anî ziman ku her çiqas DAIŞ propaganda xwe bike jî tevgera wê bi sînor e û wiha got: “Êdî nikare erdnîgariyê bi dest bixe. DAIŞ êdî nikare wekî salên 2014 û 2019an axê têxe bin kontrola xwe. Piştî operasyonên HSDê yên ku li Reqa û deverên din bi pêş ketin, DAIŞê hemû axa di bin kontrola xwe de winda kirin.”
Kampa Holê cihê herî aloz e
Rojnameger Lamar Erkendî li ser rewşa DAIŞê ya li Kampa Holê jî rawestiya û ev agahî dan: “Piştî ku hikûmeta HTŞê berpirsyariya kampa Holê girt ser xwe, êdî ew kamp bûye cihekî herî aloz. Bi salan malbatên DAIŞê di vê kampê de bi fikir û hişmendiya DAIŞê perwerde bûn. DAIŞê bi salan li vê kampê malbatên xwe di aliyê bîrdozî de perwerde kir û bi rêxistin kirin. Bi rêya torên medyaya dijîtal bîrdoziya xwe belav kir. Kampa Holê ku di destê HTŞê de ye, wekî hêlîna bîrdoziya DAIŞê ye. Komên biçûk ên li Kampa Holê hewl didin fikir û îdeolojiya rêxistina xwe berdewam bikin û vejînin. Bîrdoziya xwe ya radîkal dixin serê zarokan û girêdana wan a bîrdoziyê zindî dihêlin û xurttir dikin. Dixwazin van kesên li vir perwerde kirine, ji bo armanca xwe bikar bînin.”
Zarok bi fikrên DAIŞê mezin dibin
Lamar Erkendî da zanîn ku bi torên veşarî di navbera koman de têkilî didomin û wiha lê zêde kir: “Bi van toran dixwazin nifşekî nû yê xwedî bawerî û girêdayî rêxistinê ava bikin. Dixwazin dîsa bi komên nû yên bi bawerî û fikirên radîkal DAIŞê ji nû ve ava bikin. Divê hikûmet hem ewlekariya kampê werbigire û hem jî reva wan asteng bike û rê li pêş çalakiyên nû bigire. Zarok û malbatên li vê kampê bi fikrên radîkal ên DAIŞê mezin bûne. Divê hikûmet van zarokan ji nû ve perwerde bike. Divê bikaribe zarokan dûrî fikrên radîkal ên DAIŞ ê bixe da ku zarokan li nav civaka xwe bi cih bike. Divê malbat ji gelek aliyan ve li dijî fikrên radîkal ên DAIŞê bên perwerdekirin.”
Lamar Erkendî bal kişand ser sedema zêdebûna DAIŞê û wiha axivî: “Zêdebûna tevgerên DAIŞê yên di dema dawî de bi gelek tiştan ve girêdayî ye. Guhertinên li Sûriye û herêmê çêdibin, hişt ku DAIŞ ji nû ve bikeve tevgerê. Di vê dema ku aloziya li hemû herêmê zêde bû û şerê Îsraîl û Hîzbulaha Libnanê û hikûmeta nû bi ewlekariya xwe mijûl bû, rêxistina DAIŞê ev mijûliya hêzan ji xwe re bi kar anî û xwest ku bibêje vaye ez heme. Hikûmeta Şamê bi taybetî piştî tev li koalisyona şerê li dijî DAIŞê bû, neçare ku xwe ji welatên ku bawerî pê anîne isbat bike ku ew dikare pêşiya DAIŞê bigire û nehêle ku DAIŞ ji nû ve bibe xwedî hêz. Ji aliyekî din ve ev zêdebûna tevgera DAIŞê û çalakbûna wê, ji bo welatên cîran ên wekî Urdun, Iraq û Libnanê jî dibin metirsiyeke mezin. Lewrabi vê yekê dê welatên ku piştgiriya Şamê dikin di warê îstixbaratê de jî hevkariya xwe ya bi şamê re zêde bike.”
Talûkeya herî mezin a li dijî Şamê DAIŞ e
Lamar Erkendî bi lêv kir ku li gorî dezgehên ragihandinê yên hikûmeta Şamê rêxistina DAIŞê di vê pêvajoya dawî de gefa herî talûke ya li dijî ewlekariyê dinirxîne û ev agahî parve kir: “Li gorî van dezgehan rêxistina DAIŞê hewl dide ku guhertinên siyasî yên çêdibin asteng dike. Hikûmeta Şamê dixwaze hevkariya xwe ya ewlekariyê ya bi hevkarên herêmî re jî zêde bike. DAIŞê di propagandayên xwe de hikûmeta Sûriyeyê wekî pergala ku dûrî prensîbên xwe ketine dinirxîne. Hikûmeta Şamê wekî şirîkê Amerîkayê dinirxîne. Bi van tewanbariyan dixwaze ku şeriyet û rewabûna hikûmeta Sûriyeyê têk bibe.”
Lamar Erkendî bibîr xist ku Ewropa DAIŞê wekî gefa herî talûke dibîne û wiha bi dawî kir: “Li gorî Ewropayê metirsî heye ku DAIŞ ji xwe re şert û mercên pêvajoya veguhêz a Sûriyeyê bi kar bîne û dîsa xwe birêxistin bike.”


