Ma kuştin serbest e?
Li Tirkiyeyê mêrên ku li dijî jinan tundî pêk anîne û hatine girtin, çawa ku ji girtîgehan derdikevin yekser diçin jinan qetil dikin. Balkêş e hemû mêrên ku jinan qetil dikin tev bi destûra girtîgehê derdikevin. Tenê di 2 salên dawî de nêzî 10 mêr bi destûra girtîgehê hatin berdan û roja din çûn jin qetil kirin.

Di 23ê Tîrmehê de li navçeya Yenice ya Karabukê zilamê 48 salî Yusuf Burcu., çawa ji girtîgehê derket, Tutku Burcu Koseoglu ya 29 salî kuşt.
Di Mijdara 2025an de li Erziromê Salîh Aybaş ê ku beriya bê girtin Nermin Tirit bi giranî birîndar kiribû çawa hat berdan, ewil çû Nermîn Tîrît kuşt.
Di heman hefteya Mijdara 2025an de li navçeya Konakê ya Îzmirê Asîl Çamurê bi destûra girtîgehê derket, roja din çû Gulben Duru qetil kir.
Dîsa di heman hefteya Mijdarê de li Çaycuma ya Zonguldakê Denîz Boyaci çawa hat berda çû Hasret Akkuzu kuşt. Derket holê ku Denîz Boyaci berê 5 kes qetil kirine.
Di 2 salên dawî de tevî Yusuf Bûrcû herî kêm 10 zilamên ji girtîgehê derketin ewil çûn jin qetil kirin. Balkêş e gelek ji wan bi destûra girtîgehê derdikevin. Lê jinên girtî yên siyasî li ruxmê cezayê wan diqedin jî dereng têne berdan.
Li Tirkiyeyê bûyerên ku pêş dikevin pergala edaletê ya Tirkiyeyê dike mijara niqaşan. Bi taybetî di kuştina jinan de çerxa edaletê li Tirkiyeyê bi bayê zilam digere. Zilam çawa bixwaze pergala edaletê jî li gorî daxwaza zilam pêş dikeve. Dema em li daneyên 2 salên dawî yên kuştina jinan a bi destê mêr pêk hatine dinerin, em dibînin ku edalet çiqas li gorî daxwaza mêr pêş dikeve.
Di 2 salên dawî de herî kêm 10 zilamên ku girtiyên edlî bûn, piştî bi destûra girtîgehê hatin berdan yekser çûn jin qetil kirin. Lê li aliyê din di salekê de herî kêm 9 jinên girtiyên siyasî ku li ruxmê cezayê wan xelas bûbûn û nexweş bûn jî; piştî taloqkirina 2-3 caran hatin berdan. Ev pirsa ‘Li Tirkiyeyê edalet kê diparêze’ tîne hiş û aqilan. Li Tirkiyeyê herî zêde pergala edaletê tê rexnekirin. Nasname tên înkarkirin. Mirov ji ber fikrên xwe têne girtin. Qezenceke bê edalet pêş dikeve. Keda mirovan tê xwarin. Mirov wekî koleyan tên xebitandin. Kesên siyasetê dikin têne girtin û cezakirin. Lê kesên diziyê dikin û tecawiz dikin û mirovan dikujin serbest têne berdan.
Ji ber li Tirkiyeyê edalet cihê xwe nabîne, her hefte çalakiyên girseyî têne lidarxistin. Bi taybetî saziyên mafên mirovan û saziyên hiqûqê ji bo balê bikişînin ser edaletê û mafên mirovan çalakiyên girseyî li dar dixin. Dayikên Şemiyê, Xizmên windayan, Platforma Em ê cînayetên jinan rawestînin her tim ji bo balê bikişînin ser nakokiyên edaletê çalakiyan li dar dixin. Hîn kujerê Narîn Goren û Rojîn Kabaîş li ruxmê nêzî 2 sal derbas bûne nehatine dîtin û darizandin. Girtiyên nexweş li ruxmê nikarin di girtîgehê de bi tenê bimînin jî nayên berdan.
Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan; ji 7ê Nîsana 2025an ve li Tirkiyeyê di 395 girtîgehan de bi giştî 403 hezar û 60 girtî û hikûmxar hene. Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê 161 jê jin û hezar û 251 jê zilam bi giştî herî kêm 1412 girtiyên nexweş hene. Rewşa 335 girtiyan giran e. Ji van girtiyan 230 jê nikarin bi tena serê xwe bijîn, 105 jê pêdiviya wan bi alîkariyê heye, 188 jê ji ber nexweşiyên xwe divê her tim bin kontrolkirin. 515 girtî jî tevî nexweşiyên wan hatine diyarkirin jî ji ber ku daneyên ji bo nirxandinê tune ne û 2 girtî jî ji ber ku der heqê cureyê nexweşiya wan de agahî nînin. Her çendî ÎHD û xizmên girtiyan her hefte balê dikişîne ser rewşa van girtiyan û bang l Wezareta Dadê bike jî, Wezareta Dadê li hemberî van girtiyên nexweş ker, kor û lal e. Lê girtiyên edlî serbest berdidin. Her çend gelek girtiyên edlî, piştî serbest tên berdan zerarê didin civakê jî, dîsa ev rewşa girtiyên edlî ku îhtîmala jinan bikujin zêde ye jî, dîsa serbest têne berdan. Her çend her meh bi dehan jin bi destê mêr tên kuştin jî dîsa em dibînin ku mêrên kujer serbest têne berdan, lê jinên siyasî nayên berdan. Tenê di 2 salên dawî de Eyup Atar, Nuri Ogmen, Recep C., O.G., Salih Aybas, Asîl Çamûr, Denîz Boyaci, Y.O, Tayfûn K, û herî dawî jî Yûsuf Burcu çawa ji girtîgehê derketin ewil çûn jin qetil kirin.
Lê girtiyên jin ên wekî Çîgdem Ozlu, Şefîka Kandar, Zelal Kiliç, Delal Tekdemîr, Turkan Karadaşli, Mekiye Sonuk, Dîlek Oz, Sureyya Bulut, Sîlva Rashîdî, Eylem Ozer û Dîlan Kutlu li gel cezayê wan qediyan jî, bi hinceta “Poşman nebûnne” piştî 2-3 caran taloq kirin. Piştî her yek ji wan, herî 3 meh an jî salekê zêde girtî man hatin berdan.
Li gori hişmendiya dozgeriyê û Lijneya Îdarî ya Girtîgehê girtiyên nexweş dikarin di girtîgehê de biminin. Bijîşk raporên ‘Girtî nikare bi tena serê xwe bijî û nikare di şertên girtîgehê de bimîne’ dide, lê, dozger û rêveberiya girtigehê bi hincetên; ‘Dikare di girtîgehê de bimînê’, ‘Ji ber sûcên kiriye poşman nebûye’, ‘Têkiliya xwe bi rêxistinê re qut nekiriye’ û ‘Dikare jiyana civakê têxe xetereyê’ berdana girtiyan taloq dikin. Lê kujerên jinan serbest têne berdan û dîsa jinan qetil dikin. Ev nîşanî me dide ku li Tirkiyeyê kuştin serbest e.


