Parastina navê Kobanê, parastina Kobanê ye
Hişmendiya Şamê dixwaze navê Kobanê bike Eyn El Ereb. Ev hewldana li dijî entegrasyonê ye. Ev hişmendiya parastina Netew Dewletê û hişê dewletê ye. Ev hişmendiya înkar û îmhayê ye û li dijî paradîgmaya Entegrasyona Demokratîk e. Parastina Navê Kobanê parastina Kobanê ye.

Her mirovek xwedî navek e. Her sewalek xwedî navek e. Her nebatek xwedî navek e. Her alav û amûrek xwedî navek e. Bi kurtasî di cîhan û gerdûnê de her hebûnek û navekî wê-wî heye. Eger tiştek hebe navê wê-wî jî heye. Nav, di heman demê de nasnameya hebûna wê-wî heyînê ye. Mirov dema nû ji dayik dibe ewil nav lê tê kirin. Kesek dema ji dayik dibe, êdî hebûna wî jî heye. Ji bo heyîna wê-wî bê zanîn û nasîn pêdivî bi nav heye. Ji ber vê yekê derdor wê-wî zarokê-î ewil nav lê dikin.
An jî dema mirov di xwezayê de nebatekê-î nû dibînin, sewalekê-î nû nas dikin nav lê dikin. Ji bo sewal ji hev bên cudakirin û naskirin, ji bo nebat ji hev bên naskirin û cudakirin, ji bo mirov ji hev bên cudakirin û naskirin, nav lê tê kirin. Her warek, zinarek, latek, zazon û çiyayek navekî xwe heye. Her navek xwedî wateyek e. Xwedî çîrok û dîrokek e. Xwedî kok û cewherek e. Ji ber vê yekê nav remz û nasnameya hebûn û heyînê ye. Nav berhemê civakê ye. Lê em dibînin ku navê civakê li heyînekê kiriye, ji aliyê dewletê-dewletan ve tê guhertin.
Çima gelo? Ji bo ji rastî, kok, cewher û dîroka xwe bê dûrxistin. Ji bo ji wateya xwe bê dûrxistin û ji bo ji heqîqeta xwe di serî de nav diguherînin.
Ev guhertina navan herî zêde li Kurdistanê ji aliyê dewletan ve pêş dikeve. Mînak zarokek ji dayik dibe, malbat navekî kurdî (Zîlan, Bêrîtan, Ronahî, Egîd, Serhildan, Rêzan, Botan… ) lê dikin. Lê dema malbat diçin nifûsa dewletê û navê zarokên xwe qeyd dikin, rayedarên dewletê vê yekê qebûl nakin û navê zarok bi tirkî an bi erebî lê dikin. Em dibînin ku ji bo zarokên kurdan di serî de mudaxaleyî nav dikin. Dixwazin zarak li gorî navê xwe û wateya navê xwe mezin nebin. Di kesayeta zarok de parçebûnê çêdikin û zarokan ji rastiya wan û heqîqeta wan dûr dixin.
Piştî komarê me dit ku di serî de navê bajarên Kurdistanê, navê gund û newalên Kudistanê û her wiha navê newal û deştên Kurdistanê guhertin. Riha kirin Şanli Urfa, Dîlok kirin Gazi Antep, Dêrsim kirin Tuncelî… Xwestin ku kurd bibin biyaniyên cih û warên xwe. Xwestin di nava mirovan û xwezaya mirovan de qutbûn û bîyanîbûnekê ava bikin.
Navê kolan û kuçeyên bajarê kurdan guhertnin. Mirov li ser guhertina navan dikare komek mînak bide. Niha jî em dibînin ku Hikûmeta Şamê dixwaze navê Kobanê biguherîne. Mirov dibîne ku rayedarên dewletê ku bi hiştê dewlet û desthilatê tev digerin, di serî de dixazin Kurd û Kurdistaniyan ji hafizaya wan û bîra wan qut bike. Dixwaze ji ziman û çanda wan qut bike. Dixawze bi guhertina navan kurdan ji dîrok û hişê wan qut bike.
Bi qedexeya navan ango wekî niha bi guhertina navan, di serî de dixwaze civakeke bê kok, hafiza û bê ziman ava bike. Ji ber vê yekê divê kurd tu carî destûrê nedin guhertin û mudaxayela ziman.
Bi taybetî çima niha dixwazin navê Kobanê bikin Eyn El Ereb. Ji ber ku Kobanê di demeke kin de dîrokek ava kir. Çanda berxwedanê ava kir. Dîsa çanda dîrok û jiyanê pêş xist. Ji bo kurd nebin xwedî hafiza, nebin xwedî kok û vîn, an serî li rêbazên koçberiyê dixin, an jî dîsa bi hukmê zorê qedexe dikin, gundan vala dikin, dişewitînin û tune dikin.
Loma divê mirov guhertina navan ji rêzê nebîne. Divê herî zêde mirov ji bo parastina ziman û nasnameyê têbikoşe. Em çiqas karibin ziman û nav biparêzin û pêş bixin, em ê ew qas karibin plan û projeyên desthilatan pûç bikin. Çawa ku Kurdistanî ji çar aliyê Kurdistanê herikîn sînorê Kobanê û li Kobanê xwedî derketin, divê niha jî ji bo parastina Navê Kobanê em li çar aliyê Kurdistanê navê Kobanê biparêzin. Parastina navê Kobanê, parastina berxwedan, dîrok û hafizaya Kobanê ye.


