Ji bo aştiyê têkoşîn, berdêl û fedekarî divê

Îsal gelên Tirkiyeyê bi rist û wateyek cuda 1ê îlonê pêşwazî dikin. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û agirbesta yek alî ya PKKê û çekşewitandinê; gelê Kurdistanê û Tirkkiyeyê 1ê îlonê bê şer û bê kuştin pêşwazî dike. Akademîsyen Ozcan Kirbiyik destnîşan dike ku di vê pêvajoyê de bêtir rist dikeve ser milê akademîsyenan û hemû beşê civakê. Ozcan Kirbiyik destnîşan dike ku aştî tenê bi daxwazê pêş nakeve û divê bêtir ked, têkoşîn, fedekarî û berdêl bên dayîn.

•
1 deqe xwendin
Ji bo aştiyê têkoşîn, berdêl û fedekarî divê

“Tişta ku ji akademisyenan tê xwestin, ne tenê daxuyaniyên li dijî şer e. Tişta ji wan tê xwestin, avakirina bingeha entelektueliya aştiyê ye. Perspektifên çareseriya demokratîk dîne pêş civakê.” 

“Li vir rista akademîsyenan gelek zêde ye. Akademisyen dikarin bibin hafizaya zanistî ya pêvajoyê.”

“Daxwaza aştiyê girîng e. Lê bi tenê têr nake. Aştî berdêl dixwaze. Têkoşîna demokratîk û wêrekiyê dixwaze.” 

Di 1ê Îlona sala 1939an de Naziyan di bin fermandariya Adolf Hitler de, bi dagirkirina Polonyayê Şerê Cîhanê yê Duyem da destpêkirin. Di Şerê Cîhanê yê duyem de 50 milyon mirovî jiyana xwe ji dest dan. Ev şer roja 1ê Îlonê dest pê kir û piştî 6 sal şûnde di heman rojê de, di sala 1945an de bi dawî bû. Piştî şer, Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî ji bo ku careke din şer destpêneke û aştiyeke gerdûnî pêk were, 1ê Îlonê weke “Roja Aştiya Cîhanê” ragihand. Êdî 1ê Îlonê, li navendên cîhanê yên curbicûr bi pîrozbahiyên cihêreng tê pîrozkirin. Li gel ku 1ê Îlonê Roja Aştiya  Cîhaniye jî, lê dîsa li gelek welatan şerê dijwar pêş dikeve. 

Li Tirkiyeyê jî 47 salan şerê çekdarî pêş ket. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 1993an heta niha gelek caran ji bo aştî pêş bikeve û bi siyaseta demokratîk meselê çareser bikin gelek caran got ‘Ez li muxatabekî digerin.’ Herî dawî piştî tecrîda 43  mehan, dema Tirkiye di nava Welatên Rojhilata Navîn de ket tengasiyê, ji bo xwe ji dorpêça şer rizgar bike, Serokê MHPê Dewlet Bahçelî li ser navê dewletê, neçar ma çû serdana Koma DEM Partiyê û destê xwe dirêjî wekilên DEM Partiyê kir. Li ser vê yekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan de bang li hikûmet û dewletê kir û xwest şert û mercên siyasî û hiqûqî bên avakirin. Piştî ku Dewlet Bahçelî xwest Abdullah Ocalan li meclisê bi axive û bang li PKKê bike, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de banga Aştî û Civaka Demokratîk’ kir. Li ser vê pangê PKKê xwe fesix kir û çek şewitandin. Dewletê jî li Meclisê Komîsyon ava kir û herî dawî Qanûna Çarçove li meclisê derbas kir. Ji roja banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk heta niha şer li Tirkiyeyê rawestiya ye.

Akademîsyen Ozcan Kirbiyik ku li Zanîngehên Enqere û Mîmar Sînanê lîsansê bilind kiriye û niha li Zanîngeha Necmettin Erbakanê de doktora dike der barê 1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê û pêvajoya  Aştî û Civaka Demokratîk ku li pêşiya Tirkiyeyê ye, nirxandinên girîng kir. 

Akademîsyen Ozcan Kirbiyik destnîşan dike ku îsal 1ê Îlonê ji her sal bêtir girîngtir e û zemîna aştiyê ji her demê bêtir heye.

Akademîsyen Ozcan Kirbiyik pirsên Rojnameya Azadiya Welat bersivandin û bal kişand ser xalên girîng. 

1ê Îlona îsal çima ji salên din cudatir e. Ya ku îsal bi qîmet dike çiye? Divê îsal mirov wateyeke çawa li vê rojê bar bike? 

 Taybetmendiya herî mezin a 1ê îlona îsal ku ji salên borî cuda dike, em di pêvajoya aştiyê de piştî şerê bi dehan salan li Tirkiyeyê berdewam kir de em pêşwazî dikin. Ji ber ku ev pêvajo rê li pêş dema civakî vedike, em hatine ser sînorekî dîrokî. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin, li şûna şerê çekdarî, ji bo ku vîna civakî û siyaseta demokratîk pêş bikeve, zemîneke gelek girîng e. Di pêşketina pêvajoyê de PKKê gavên çekberdanê avêt. Bi vê yekê ev zemîna bêtir xurt û şênber bû.” 

Ozcan Kirbiyik, da zanîn ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de PKKê li Silêmaniyê çek şewitand û di ser vê pêvajoyê re zêdeyî salekê derbas bû û wiha axivî: “Lê j bo me 1ê Îlonê ne tenê roja ‘Rawestîna Şer’ e. Ji ber ku aştiya rasteqîn, ne tenê bêdengkirina çekan e. Aştî, çareseriya rêyên demokratîk a hemû pirsgirêkên aborî, siyasî, civakî û çandî ku ji ber şerê çekdarî pêş dikevin e. 

Ji ber vê yekê; îsal 1ê Îlonê, divê bibe destpêka aştiyê mayinde û civaka demokratîk ava bike ye. Êdi mesele ne tenê parastina bêpevçûnê ye. Divê aştiyê bi rêya hiqûqê, demokrasiyê, azadiyê û bixe bin ewlehiya edaleta civakî û vê yekê mîsoger bike. Divê ev bibe wesîleya ku nasnameya gelê kurd, ziman û çanda kurd bê nasîn û vîna wî ya siyasî bê qebûlkirin. Divê êdî her kes xwe azad û wekhev hîs bike. Heta ku ev yek li Tirkiyeyê neyê avakirin, mirov nikare qala aştiya mayinde bike. Ji ber vê yekê divê bi 1ê Îlonê hem dewlet û hem civak bi êşên raboriya xwe re bê rûqalî hev û van êşan nas bike. 

Li gorî we têkoşîna ji bo aştiyê têrker e? Eger hemû kes aştiyê dixwazin çima li gorî wê ji bo aştiyê tênakoşin? 

Pêwiste mirov gotina “Ez aştiyê dixwazim” û “Ez ji bo aştiyê têdikoşim” ji hev cuda bike. Daxwaza aştiyê girîng e. Lê bi tenê têr nake. Aştî berdêlê dixwaze. Têkoşîna demokratîk û wêrekiyê dixwaze. Berpirsiyariyê dixwaze. Piraniya civaka Tirkiye êdî dixwaze şer bi dawî bibe. Lê ev têra pêşxistina aştiyê nake. Di aliyê guhertina demokratîk, welatiyên azad û parastina azadiyan de lawaziyên zêde hene. Hin derdor aştiyê tenê wekî bêdengkirina çekan digire dest. Bêdengkirina çekan ne aştî ye. Tenê rêya aştiyê vedike. Ji bo aştiya meyinde divê parastina çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêya demokratîk bê kirin. Divê astengiyên li pêş azadiya ramanê bê vekirin.Divê xebatên siyaseta demokratîk bên parastin. Divê demokrasiya herêmî bê xurtkirin. Divê neheqiyên hatine kirin bên qebûlkirin û lêborîn bê xwestin. 

Divê îro em hemû vê pirsên ji xwe bipirsin; “Ez kesekî tenê aştiyê dixwazim an na? Ez ji bo aştî bibe malê civakê ez berpirsiyariyê digirim ser xwe an na? 

Aştî hêza xwe ya sereke ji vir digire. Aştî ne tenê karê dewletê û siyasetmedaran e. Aştî erk û karê akademisyen, rojnameger, hunermend, karker, xwendekar û siyasetmedar jî di navde karê hemû kesan e. Divê ev kes di heman demê de ziman û çanda aştiyê jî ava bikin. 

Barış Akademisyenlerinin barış için mücadelesi ne kadar önemli ve yeterlidir?

Helwesta Akademîsyenên aştiyê, yek ji mînakên herî girîng ên kesên ku li Akademiyên Tirkiyeyê li ser heqîqetê gotinan dibêjin in. Danezana ku di sala 2016an de bi navê “Akademîsyenên ji bo Aştiyê ij aliyê hezaran akademisyenan ve hat îmzekirin. Berî her tiştî li dijî binpêkirinên mafan ku di pêvajoya şer û pevçûnê derketin holê, bûn xwedî wîcdan û berpirsiyarî girtin ser xwe. Bi wîcdanê akademîk tegeriyan. Ji ber vê yekê divê mirov têkoşîna wan ne tenê wekî meseleyeke akademîk bigire dest. 

Erka akademiyan ne tenê hilberîn û afirandina agahiyan e. Akademî di heman demê de xwedî erke ku pirsgirêkên civakê yên heyî bi awayekî zanistî, rexneyî û bi perspektifeke etîk analîz bike. Li welatekî eger akademisyen li diji şer, tundî û binpêkirina mafan nikaribe gotinekê bibêje, mirov nikare li wir qala azadiya akademîk bike. Nikare qala civaka demokratîk bike. 

Lê divê mirov erka akademisyenan tenê bi rolê wan ê berê bi sînor neke. Em îro di serdemek nû re derbas dibin. Li pêş Akademîsyenên Aştiyê erkeke bêtir girîng heye. Erka wan ewe ku aştiyê civakî bikin. Dîsa erka wan ewe ku meseleya kurd bi awayekî demokratîk çareser bike. Ji bo çareseriya demokratîk tecrubeyên xwe yên berê bi awayekî zanistî parve bikin û di navbera beşên civakê yên cuda de qanalên diyalogê vekin. Van qanalan zêde bikin. 

Tişta ku ji akademisyenan tê xwestin, ne tenê daxuyaniyên li dijî şer e. Tişta ji wan tê xwesti bingeha entelektueliya aştiyê ava bikin. Perspektifên çareseriya demokratîk dîne pêş civakê. Yek ji erka wan a girîng, ew e ku agahî bi awayekî azad li nava civakê belav bibe. 

Piştî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş xist, dewlet û hikûmetê çiqas gavên têrker avêt? Ji bo ku pêvajo bi aştî û demokrasiyê biser bikeve, divê kijan maf bi zagonan bên parastin? Rol û rista akademisyenan di vir de çiye?

Berî her tiştî divê mirov vê yekê bîne ziman: 

Em îro li gorî berê di merhaleyeke cuda de ne. Bi banga Abdullah Ocalan re pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir. Nîşan da ku li şûna şer, çareseriya demokratîk û siyaset dikare cih bigire. Piştî vê yekê pêşketinên nû pêk hatin. Guhertinên çarçove xistin rojeva meclisê. Ev nîşan dide ku ji aliyê dewletê ve jî hat dîtin ku êdî ev mesele tenê wekî meseleya polîtîkayên ewlehiyê divê neyê destgirtin. 

Ji bo gavên hatine avêtin em têr bibînin, divê ev gav mayinde, berfireh û di bin ewlehiya hiqûqû de bêne parastin. Divê çareseriya demokratîk bi ewlehiya hiquqê bê parastin. Divê ev gav vegerin guhertina demokratîk. Çima. Ji ber ku pratîkên berê nîşanî me da ku, tenê bi daxuyaniyên vîna siyasî têr nake. Bi vê yekê aştiyeke mayinde pêk nayê. Divê teqez aştî û têkoşîna ji bo aştiyê bi ewlehiya hiqûqê bê parastin. 

Ji bo vê yekê berhiya her tiştî divê mafê azadiya raman, îfade û mafê rêxistinê û mafê siyasetê bê mîsogerkirin Divê hemû astengiyê li pêş nasname, ziman, çand û jiyana azad bên rakirin. Divê hurmetê nîşanî rêveberhiya herêmî ya demokratîk bidin. Divê kesên hatin hilbijartin peyvira wan dîsa paşve bidin. Ji bo parastina mafan divê bawerî û mîsogeriya hiqûqî bê avakirin. 

Mirovên ji ber mijarên siyasî ji azadiya xwe hatine qutkirin, divê ji bo wan perspektifa çareseriya demokratîk bê pêşxistin. Divê mafê DMME û normên hiqûqa gerdûnî esas bê girtin. Li pêş pêvajoyên siyasî û hiqûqî divê li şûna astengiyan mîsogeriya aştî û azadiyê bê danîn. 

Dîsa divê ev pêvajo ne tenê di navbera hikûmetê û tevgera siyaseta kurd de bê peşantin. Di navbera eniyeke berfireh de bê meşandin. Divê partiyên siyasî, civaka sivîl, jin, ciwan, rêxistinên kedê, û hemû beşên civakê beşdarî xebatên meclisê bibin. Ji ber ku heta pêvajo nebe civakî, aştî pêş nakeve. 

Li vir rista akademîsyenan gelek zêde ye. Akademisyen dikarin bibin hafizaya zanistî ya pêvajoyê. Dikarin cerebe û mînakên borî yên aştiyê lêkolîn bikin û dikarin mînakên aştî û şerên cîhanê bînin beramberî hev û li gorî wê rêyeke demokratîk nîşan bidin. Dikarin rêçeke çareseriya demokratîk dînin pêşiya Tirkiyeyê. Bi vê yekê dikarin piştgiriyî bidin civakê. Bi vê yekê dikarin nîşan bidin ku aştî ne tenê karê iyaset û dewletê ye. dikarin nîşan bidin ku ev mesele ya hemû beşên civakê ye. 

Ji bo min jî îro meseleya herî serek ev e: Bêdengkirina çekan gaveke pir bi qîmet û dîrokî ye. Lê ji bo ev pêvajoya aştiyê mayinde bibe, divê rê li pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin. Eger ev pêvajo di asta hiqûqa demokratîk de bê mîsogerkirin, dê li Tirkiye hem şer bi dawî bibe û hem jî dê meseleya kurd bi rêbazê çareseriya demokratîk pêş bikeve. Dê rê li pêşiya civakeke azad, wekhev û aram veke. 

Ji ber vê yekê di 1ê Îlonê de peyama herî xurt bê dayîn, divê gotina ‘Aştî ne tenê daxwazek e. êd teşeyê jiyana demokratîk û meseleya mîsogeriya hiqûqê ye. Rêya mayindekirina aştiyê, di mezinkirina civaka demokratîk re derbas dibe.