‘Divê aştî tenê di dema şer de neyê xwestin’

Îmzekara Aştiyê Prof. Dr. Nejla Kurul têkildarî 1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê anî ziman ku di 2025an de li tevahiya cîhanê zêdeyî 2,8 trilyon dolar pere li şer hatiye xerçkirin û got: “Bêguman divê em qîmetê bidin bêdengkirina çekan. Lê ji bo aştiyek mayinde tenê bêdengkirina çekan têr nake.”

•
1 deqe xwendin
‘Divê aştî tenê di dema şer de neyê xwestin’

Îmzekara Aştiyê Prof. Dr. Nejla Kurul têkildarî 1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê anî ziman ku di 2025an de li tevahiya cîhanê zêdeyî 2,8 trilyon dolar pere li şer hatiye xerçkirin û got: “Bêguman divê em qîmetê bidin bêdengkirina çekan. Lê ji bo aştiyek mayinde tenê bêdengkirina çekan têr nake.” 

‘Di sala 2025an de lêçûnên leşkerî yên cîhanê zêdeyî 2,8 trilyon dolar bûn’

‘Tenê bi daxwazê aştî pêk tê? Bêguman divê em qîmetê bidin bêdengkirina çekan. Lê ji bo aştiyek mayinde tenê bêdengkirina çekan têr nake.’

‘Lewre têkoşîna aştiyê, ne tenê karê dewlet û partiyên siyasî ye. An go ne tenê karê aliyên şer in. Divê kedkar, karker, jin, ciwan, rêxistinên pişeyî, sendika, rexistinên demokratîk, hemû beşên civakê xwe berpirsiyar bibînin û ji bo aştiyê bixebitin.’ 

‘Ji ber ku aştî ne tenê di dema şer de tê xwestin. Ji bo pergala civakeke demokratîk û azad û jiyaneke wekhev, azad û ewlehiya mirovan jî aştî dê xwestin.’

Tirkiye îsal di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de 1ê Îlonê pêşwazî dike. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk, PKKê agirbest îlan kir, kongreya xwe pêk anî û xwe fesix kir. Piştî PKKê xwe fesix kir, şervanên kurd çek şewitandin û ji hemû cîhanê re îlan kirin ku dê çekan bikar nînin û xwestin zemîna hiqûqî û siyasî bê vekirin. Piştî gerîlayên PKKê çek şewitandin, operasyon jî rawestiyan û niha diyalog û muzakere li Enqere û Îmraliyê berdewam dikin. Di vê pêvajoyê de em 1ê Îlonê pêşwazî dikin. Têkildarî girîngiya têkoşîna aştiyê Akedemîsyen û Îmzekara Aştiyê Prof. Dr. Nejla Kurul pirsên me bersivand. 

1ê Îlonê li gorî salên berê çiqas girîng e. Divê em wateyek çawa îsal li vê rojê bar bikin? 

Şeran, di dîrokê de her tim li pey xwe, kuştin, xerakirin, koçberî û êşên giran hiştiye. Her tim ji ber şer xizanî zêde bûye. 

1ê Îlona 1939an ku Naziya Almanyayê Polonya dagir kir, Şerê duyemîn ê cîhanê li ser civakan êş û taxrîbatên gelek mezin ava kir. Ev di dîroka mirovahiyê de rojên herî reş û tarî ne. Piştî van felaketên mezin, 1ê Îlonê, ji bo talankirin, wêrankirin û êşa şerê cîhanê bê jibîrkirin û vîna aştiyê her dem zindî bê hiştin, wekî Roja Aştiya Cîhanê dibe rojeva cemaweriyê. Her çendî dewletan piştî şerê duyemîn ê cîhanê qîmetê aştiyê û hevkariya navneteweyî fêm kiribin jî, ew qas sal derbas bûn, hînê jî talankirin û wêrankirina ku şer ava kiriye çareser nebûye. Hîn ew êş û jan ji bîr nebûne. Sekna li dijî şer jî bi têra xwe ne xwedî hêz e. Li herêmên cuda yên cîhanê şer berdewam kir û didome. Şertên siyasî û civakî yên ku şer xwedî dikin ên kapîtalîzmê ji holê nehatin rakirin. Yên herî zêde ji şer bi bandor dibin kedkar û bindest in. Bi taybetî di pêvajoya ku şertên qada cemawerî teng dibin û qanalên ku mirov nerazibûnên xwe lê bînin ziman û xwe îfade bike lawaz dibin de, derfetên ku civak der barê şer û aştiyê de gotinê bêje jî têne sînorkirin. 

Hêzên serdest îro cîhanê ber bi pêşbirga biçekkirininê ve dahf didin. Ev bi xwe re şer belav dike. Di sala 2025an de lêçûnên leşkerî yên cîhanê zêdeyî 2,8 trilyon dolar bûn. Di 11 salên dawî de li ser hev bê navber lêçûnên leşkerî hatin zêdekirin. Lêçûnên leşkerî li gorî tevahiya hatina cîhanê ji sedî 2,5 zêde bûn. Di 15 salên dawî de derket asta herî jor. Êdî şerê eniyê û sing bi sing bi bombeyan nayê meşandin. Bi daneçêkirinên aborî, gefên sîberê, şerê agahiyê, berberiya civakê, polîtîkayên parçekirina civakê, gefan li siberoja civakê û gerstêrkê dixwe. 

Wateya ku îsal em li 1ê îlonê Roja Aştiya Cîhanê bar bikin, li gel têkoşîna li dijî şer, divê ne aştiyek li ser berjewendiyên desthilatiya siyasî be. Divê ji bo mirov di nava aştiyek bi rûmet de bijî û her kes karibe bi ziman, çand û nasnameya xwe bijî û di nava civakek pir rengî de cih bigire be. 

Ji ber vê yekê 1ê Îlonê Roja aştiyê, ne tenê roja ku em talanirin û wêrankirina encamên şer bibîr bînin e. Divê em bêtir ji dil ji bo jiyana siberoja mirovan  bi wêrekî bifikirin û vê firsendê bikar bînin. Di vê pêvajoya ku lêçûna şer ew qas zêde bûye û baweriya di navbra dewletan de ew qas hejiya ye û şer bi her awayî zêde dibe, roja aştiyê ji her demê bêtir bi wate dibe.

Gelo ev têkoşîn çiqas dikare şer rawestîne, tenê daxwaza aştiyê çiqas têr dike?

Hema bêje kesên li dijî aştiyê tune ye. Di aliyê pêşxistina êş, xizanî û talankira ku şer bi xwe re tîne de, piraniya civakê xwedî heman hest û fikr in. Lê divê em li vir pirseke dijwartir ji xwe bipirsin. Mirov dikare di aliyê hest û zîhnî de jiyaneke aştiyane bixwaze. Lê ji bo pêşxistin û mayindekirina aştiyê dikare çi bike? Divê ne di asta qatmanên siyaseta bilind de, divê di asta jiyana rojane de em karibin çawa aştiya civakî pêş bixin. Divê em li ser wê bifikirin. Tenê bi daxwazê aştî pêk tê? Bêguman divê em qîmetê bidin bêdengkirina çekan. Lê ji bo aştiyek mayinde tenê bêdengkirina çekan têr nake. Divê şertên aborî, siyasî û civakî ji bo aştiyek mayinde bê avakirin. Divê rê li pêş bêedaletî, newekhevî, cudakarî û wêdekirinê bê girtin. Divê her mirov karibe xwe serbest îfade bike. 

Lewre têkoşîna aştiyê, ne tenê karê dewlet û partiyên siyasî ye. An go ne tenê karê aliyên şer in. Divê kedkar, karker, jin, ciwan, rêxistinên pişeyî, sendika, rexistinên demokratîk, hemû beşên civakê xwe berpirsiyar bibînin û ji bo aştiyê bixebitin. Hem gotinê wan û karê wan ê bikin heye. 

Ji ber van sedeman 1ê Îlonê tenê bi gotina “ez aştiyê dixwazim’ têr nake. Divê em tenê qîma xwe bi xwestina aytiyê nînin. Em çiqas li hev guhdar dikin, em çiqas dikarin nasnameyên cuda û çandên cuda bi hevre bijîn, em çiqas li dijî zimanê dijminantiyê radiwestin, em çiqasî mafê demokrasî û azadiyê diparêzin? Divê em van pirsan ji xwe bipirsin.

Daxwaza aştiyê destpêk e. Têkoşîna ji bo pêşxistina aştiyê berpirsiyarî û erk e. Meseleya esasî divê her kes aştiyê daxwazeke ku xweşik dibînin derxin û bikin parçeyekî jiyana rojane û têkoşîna siyasî û rêxistina civakî. Ji ber ku aştî ne tenê di dema şer de tê xwestin. Ji bo pergala civakeke demokratîk û azad û jiyaneke wekhev, azad û ewlehiya mirovan jî aştî dê xwestin. 

Têkoşîna akademîsyenên aştiyê çima girîng e. Ev têkoşîna wan çiqas bes e?

Li zanîngehan bi hezaran akademîsyenên serkeftî yên ku têkoşîna aştî û demokrasiyê dimeşînin hene Hîn jî hene. Lê ji ber vê hewaya tund nikarin bi awayekî azad xwe bînin ziman. Ev akademîsyen her çendî, di beşên zanistên cuda de lêkolînê bikin û dersê bidin jî, her tim li ser esasê mafê karker, kedkar, gelan, demokrasî û azadiyê mijaran digirin dest. Xwendekarên xwe û cemaweriyê bi dersên xwe agahdar dike. Di hin bijaran de hewl dide ku organên zanîngehê li ser mafê civak û cemaweriyê daxuyaniyan bide. Ji van akademîsyenan hin ji wan xebatên xwe yên li zanîngehê berdewam bikin jî hewaya zanîngehê pir hatiye guhertin. Zanîngeh xistine nava gloka bêdengiyê. Her ku diçe li zanîngehan çanda li hev guhdar bikin û hurmetê nîşanî fikrên hev bidin tune dibe.      

Ku bê bîra we di 11ê Çileya 2016an de 1128 akademisyenan danezana bi sernavê “Ez Nabim Şirîkê vi Sûcî” belav kirin. Ev danezan di demek kurd de bû rojeva her kesî. Ev hewldan beriya darbeyê demek pir berê hatibû îmzeirin. Yek ji sedema bêdengiya akademiyê jî, akademîsyenên ku azadiya xwe ya akademiyê ji bo aştiyê nirxandin û danezana bi sernavê ‘Em nabin şirîkê vî sûcî’ parve kirin, piştî hewladan Darbeya 15ê Tîrmeha 2016an ‘Terorîze kirin’ û ev yek kirin hinceta dûrxistina kar. Ev bû sedem ku hêza akademiyê di asteke zêde de paşve bikeve. Hem îktîdarê li ser kesan sansur pêş xist û hem jî piştî vê zextê kesan li ser xwe otosansur pêş xist. Akademîsyenan di vê danezanê de bang li hikûmetê kirin ku dawî li şer û polîtîkayên operasyonan bînin. Xwestin qedexeyên kolanan bi dawî bikin. Xwestin disa pêvajoya muzakereyan bide destpêkirin.  Ji ber ku aştî xwestin bi sedan akademîsyenên ku îmze kom kirin ji kar hatin dûrxistin. Her çendî Dadgeha Destûra Bingehîn ev yek wekî ‘Azadiya Ramanê’ pênase kir jî hin dadgehên bajaran û herêmê guh neda vê biryara Destûra Bingehîn. Akademîsyen wekî sûcdar tawanar kirin û êdî akademîsyenên ku ji kar hatin avêtin nekaribûn debara xwe bikin. Doza wan deh sal in didome. 

Gelek akademîsyenên ku ev danezan îmze kirin, li aliyekî hewl didin ku debara xwe bikin, li aliyê din ji bo aştî, aramî û çareseriyê gotaran dinivîsin. Diaxivin û di nava gelek çalakiyan de xebatên siyasî dikin. Akademîsyenên Aştiyê ku beşdarî doza hevalên xwe dibin û li wir daxuyaniyê didin çapemeniyê, ev xebata wan bi serê xwe têkoşîna ji bo aştiyê ye. Têkoşîna hiqûqî jî yek ji têkoşîna ji bo aştiyê ye. Akademîsyen li aliyê din xebatên têkildarî zextên li ser kurdan hem li derve û hem jî li hundir berdewam dikin. Dema em tên pêvajoya dawî, em dibînin ku îktîdara siyasî pêvajoya “Tirkiyeya bê teror” û Abdullah Ocalan jî bi navê “Aştî û Civaka Demokratîk” daye destpêkirin. Ev pêvajoya ku ji bo şer bi dawî bibe û çek bêdeng bibin, di dema xwe de Akademîsyenên Aştiyê jî heman tişt xwestibû. Lê me dît ku Akademîsyenên Aştiyê ku danezan îmze kirin, dozê wan deh sal in hîn didomin. Akademîsyen ji bo civakeke aram, azad û çalak danezan îmze kiribûn. Li gorî min Akademîsyenên Aştiyê li gorî heza xwe têkoşîna aştî û demokrasiyê didin.  Li ser esasê ku dikarin ji bo aştiyê çi bikin çalakî û lêhûrbûna xwe didomînin.

Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin, dewlet û hikûmetê jî hin gav avêtin. Li gorî we gavên dewletê çiqas têrker in. Ji bo pêvajo derbasî aştiya mayinde bibe divê kî çi bike? 

Daxawza Zagğona Çarçove li meclisê hat erêkirin. Çarçove ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk pêş bikeve, wekî gaveke girîng xuya dike. Dema mirov vê zagonê bi tenê binirxîne, bêdengkirina çekan û rawestandina şer girîng e. Dîsa êdî mirov bi hevre diaxivin û ji bo civakeke demokratîk gaveke girîng e. 

Lê ji bo bi temamî şer bi dawî bibe ev bi tena serê xwe têr nake. Ji bo rêya siyasetê vebe divê çek bêdeng bibin. Bêdegkirina çekan ji bo aştiya civakî sînorekî girîng e. Tişta ku îro bê kirin ne tenê di navbera dewlet û aktorên siyasî de, divê hemû beşên civakê xwedî gotin û biryar bin. Divê li ser perspektifa aştiyeke demokratîk niqaş bêne kirin. Ji ber ku aştiyeke bayinde tenê bi bêdengkirina çekan ne pêkan e. Bi xurtirina wekhevî, edalet, azadî, tevlêbûna demokratîk a civakê û aramiyê  pêkan e. Ji ber vê yekê serkeftina pêşnûmeya “Yekîtiya Civakî û Şewirîna Millî” divê tenê ji bo hin sûçan veguhertinan neke. Divê niqaşên li Meclisê bêne kirin, li ser esasê ku ewlehî û baweriya civakê pêş bixe be. 

Ji bo bawerî pêş bikeve, diê gavên ku aştiya pozîtîf pêş bixe bêne avêtin. Hem li rojhilat û hem jî li rojavayê firatê divê zextên li ser muxalefetê bêne rakirin. Divê polîtîkaya qeyûman bi dawî bibe û hilbijêr karibin li karê xwe vegerin. Divê şaredarên girtî azad bibin. Divê birarên DMMEyê têxin meriyetê. Divê dewlet û destihalat siyasî dest ji zimanê ‘têkoşîna bi terorê re’ berde û êdî zimanê aştiyê pêş bixe. Divê kesên ji ber têkoşîna sendikayî ji karên xwe hatin dûrxistin, li karê xwe vegerin. Akademîsyenên Aştiyê ku hatin îxrackarin li zanîngehên xwe vegerin. 

Divê tora civakî ku ji bo aştiyê hatiye asta qetandinê dîsa bê xurtkirin. Divê bêtir diyalog û hev guhdarkirin pêş bikeve. Divê rê li pêşiya azadiya ramanê bê vekirin. Piştî bêdengkirina çekan, divê ev zemîn bêtir ji bo pêşxistina aştî û afirandina ramanê û azadiya ramanê bê xurtkirin.