'Heta her kes rû bi rû bi Rêber Ocalan re hevdîtinê neke tecrîd ranabe'
Piştî banga Dewlet Bahçeli ya 1ê Cotmeha 2024an 2 sal derbas bûn. Di vê pêvajoya ku Dewlet Bahçelî bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir de, Rêber Abdullah Ocalan jî bang li hêza xwe kir. Bi vê yekê re; PKKê agirbest îlan kir, xwe fesix kir, çek şewitandin û hêza xwe paşve kişand. Lê heta niha dewletê ji bo gerîlla tev li siyaseta demokratîk bibe, gavên hiqûqî neavêt û hîn rê venekiriye. Li aliyê din hîn şertên diyalog û muzakereya azad jî li Îmraliyê nehatiye avakirin û tecrîd didome.
Du sal in şert neguherîne
2 sal berê di 1ê Cotmeha 2024an de, Tirkiye bi vekirina meclisê û destdirêjkirina Dewlet Bahçelî ya DEM Partiyê re derbasî pêvajoyeke nû bû. Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şer rawestiya û PKKê xwe fesix kir. Vê hewldana PKKê hemû cîhan matmayî hişt. Ezberê hemû dewletan serobino kir. PKKê bi vê bersîvdayîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nîşanî hemû gelê Tirkiyeyê û cîhanê da ku hemû tevgera Azadiya Kurd bi dil û can bi fikr û ramanê bi serokê xwe re ne. Dîsa gelê kurd bi çalakiyên xwe nîşanî hemû cîhanê da ku bi her awayî girêdayî serokê xwe ne. Lê li ruxmê hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd didome. Di nava 21 mehên dawî de Şandeya DEM Partiyê tenê 18 caran çûye Îmraliyê û kariye hevdîtinê bike. Her çend gelek baro, hunermend, rojnameger, akademîsyen, siyasetmedar û xelatgirên Nobelê yên cîhanê serî li rayedarên dewletê didin û dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin jî, heta niha Wezareta Dadê bersîv nedaye serlêdanan. Heta niha hemû serlêdan bê bersîv mane. Dewlet kengî bixwaze wê demê Şandeya DEM Partiyê dişîne Îmraliyê û destûr dide hevdîtinê. Ev ji nîşan dide ku li şûna Statuya Rêber Abdullah Ocalan qebûl bike û Mafê Hêviyê pêk bîne, tecrîda ramanî pêş dixe. Têkildarî geşedanên 2 salên dawî Parlamenterê DEM Partiyê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî pirsên Rojnameya me bersivand.
Dema em bi çavê îro li 2 sal berê binerin, çi bû sedem ku Dewlet Bahçelî silav da DEM Partiyê û gaveke wisa bavêje?
Em dikarin bêjin partîya herî nijadperest li Tirkîye MHPye. Û bi nijadpetestî tê naskirin. DEM Partî û partîyên berê DEM Partîyê , ji roja ku avabune heya îro bi her partîyê kû li parlrmentoyê koma wan heya, tekilî daniye. Tenê bi MHP tekilî dananiye. Herdu partî ev qas ji hev durin. Ji ber wî ew zîyaret zîyaretekî dîrokî bu û mirov nikare bêje ev dest dirêjkirin ji rêzêye.
Ev destgirtin û banga Devlet Bahçelî, dema Rojhilata Navîn ku bi şerê cîhanê ya sêyemîn tê bi navkirin de hatibu jîyîn. Der dora Tirkîye di nav agirêda bû. Li Rojava û Surîye, Iraq, Rojhilat û Îran, Filistîn, Lûbnan û Îsraîl şerekî giran hebû. Li bakurê Tirkîye, li Ûkraîna û Rusyayê jî şerek diqewimî. Ew şer roj bi roj belav dibin. Ihtîmale ku ev agir rojekê Tirkîye jî bişevitîne.
Li alî din PKK li dijî artêşa duyemîn a NATOye, li hember Tirkîye şer û berxwedaneke mezin meşand. Şerê li navberê PKK û Tirkîye, wek gotina Birêz Ocalan, edî xwe roj biroj dubare dikir. Em dikarin bêjin Dewlet jî, ji wî şerî encame dixwest nesitand. Tirkiye komar û împaratorîke kevn e. Vî xetimandinê dît û xwest gavekê biavêje. Ew gav belkî bi destê Devlet Bahçelî hat avêtin. Lê em dizanin ev gav gava Devleta Tirkiyeyê ye.
Piştî vê hewldan û banga Dewlet Bahçelî hûn nêzîkatî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li hemberî vê bangê çawa dibînin?
Berî her tiştî ez dixwazim bêjim ku Birêz Ocalan ji sala 1991ê heta îro dixwaze “Pirsgirêka Kurd” bi rêya aştî, sîyasî û demokratîk çareser bike. Gelek caran ev yek anîye ziman, wek agirbest, gelek gav jî avêtîye. Lê desthilatdar her car şer mezin kirine û bi şer bersîv daye.
Ev cara yekemîne ku bang ji Birêz Ocalan, ji aliyê Dewletê tê. Em banga Bahçelî wek banga Dewletê dibînin, ji bo wê jî ez dibêjim cara yekemîne ku bang ji Dewletê hat. Piştî banga Dewletê/Devlet Bahçelî, Birêz Ocalan bêdeng nema. Bi peyama 27 Sibatê can da vê bangê. Belê gelê kurd bi peyama 27ê Sibatê hestîyar bûn, lê belê ji heft salî heya heftê salî piştgirî da we peyamî. Em jî şopdarê wî bang û peyamîne. Ji bo aşîtî û civaka demokratîk ji destê me çî bê emê bînin cî. Ez dixwazim vê jî bêjim. Ger Birêz Ocalan vî bersivî nedaya herkes dizane ku banga Dewlet Bahçelî ewê bê encam bimaya.
Ji 92yan heta niha Rêber Abdullah Ocalan ji bo siyaseseta demokratîk û çareseriya pirsgirêka kurd li muxatabekî digere. Li gorî we Dewlet Bahçelî çiqas muxatab e?
Bi rastî jî Birêz Ocalan ji 91ê heta niha ji bo çareserîyê li muxatabekî digere. Em dikarin bêjin car caran muxatab jî derketine; ji ber ku dîroka şer çikas kevn be, dîroka çareserîyê jî ew kas kevn e. Ew muxatabê ku di diroka şer de derketine, xwestine ku ev mesele bêşer bê çareserkirin. Wekî Ozal, Erbakan, Mesut Yîlmaz, Demirel. Lê ew kes an mesele dawî nekirine an jî dawîya wan hatîye. Dewleta kûr û hezên navneteweyî nexwestine sîyaset vê meseleyê çareser bike an jî bibe navnîşana çareserîyê. Ji bo pêşîya aştî û çareserê bigirin serî li her rêyê dane. Komplo, darbe, dek û dolab heta kuştinên tarî. Tenê mirina/kuştina Ozal bê bîra me her tişt ewê baştir bê fehmkirin. Darbeya 15 Tîrmehê, êşkerekirina hevdîtina Osloyê jî di dîroka şer, çareserkirin û muxatabbunê da cîyekî grîng digira. Car caran sîyasetê xwestîye. Lê jiber ku hêzen tarî û navneteweyî nexwestine nebû ye. Car caran jî hêzên din xwestine, lê sîyasetê nexestî ye. Pekî ferqa îro çî ye. Em dikarin bêjin, îro hem sîyaset û hem jî dewlet dixwaze mesele çareser be. Erdogan û Bahçelî îro muxatabin. Sîyaset û hêzên netewî jî piştgiriyê didin wan. Muxatabê wan jî raste rast Birêz Ocalane. Hêz û rêxistina û sîyaseta gelê Kurd jî li pey Birêz Ocalana û wî wek rêberê gelê Kurd dibîne. Bi kurtasî em dikarin bêjin ku muxatabekî ku bibe bersîv heye.
Em dibînin ku ji 28ê Kanûna 2024an heta niha şandeya DEM Partiyê tenê 18 caran çûye Îmraliyê. Li gorî we şert û mercên hiqûqî û siyasî çiqas hatine avakirin?
Bi kurt û kurtasî ez vîya bêjim. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd şertên sîyasî û hiquqî nehatîye guhartin. Raste. Li Parlementoyê Tirkiyeyê Komîsyonek ava bû. Ev komîsyon bi sedan kes guhdarî kir. Di nav wan da dayikên aştîyê jî hebun. Raporek amade kir û komîsyonê ev rapor qebul kir. Dîsa li Parlementoyê qanuneke hat gebulkirin. Ew qanûn jî bi dengekî pir bilind, bi 467 dengan hat qebulkirin. Lê di nav du salî de hêj pêşveçûneke şenber li meydanê tine ye. Qanûna ku li parlementoyê hatîye qebûlkirin hêj derbasê jîyanê nebûye. Heta Lijneyê Ewlehîya Netewî (MGK) biryarekî nestîne ew ê derbasê jîyanê jî nebe. Ne li girtîgehan, ne vegera ji dervayê welat û ne jî bidawîkirina şer û tewlibuna jîyana sîyasî pêşvaçûn tine ye. Em hêj behsa çareserkirina pirsgireka kurd jî nakin. Perwerdeya zimanê dayikê, qebulkirina nasname hwd.
Serlêdana Girava Îmralî hê jî girêdayî destûrê ye. Ne sîyasetmedar, ne rewşenbîr û rojnamevan ne jî endamê hareketê nikarin Birêz Ocalan zîyaret bikin. Welhasil ji alî sîyasî û hiquqî ve şert û merc nehatîye avakirin. Lazime di vî warî de hinek gav bêne avêtin.
Di ser pêvejoyê re 2 sal borîn. Li gorî we, ji bo kurd bêtir baweriya xwe bi dewletê bînin, di 2 salan de diviya bû dewletê gavên çawa avêtibûna?
Pirsgireka kurd û davîkirina şerê çekdarî li dinyayê ne tenê yek mînake. Li her derê dinyayê wek pirsgirêka kurd, pirsgirek hatîye jîyîn û bi rêya aştiyê bi dawî bûne û çareser bûne hene. Di rê û rêbaza de cudabûn jî lihevçûn jî hene. Lê cara yekemîne ku hareketa ku şerê çekdarî dimeşîne beriya her tiştî şerê çekdarî davî kirîye. Ev yek li cîhanê cara yekemîne tê jîyîn. Lazime li gorî vê gavê, bersîv bê dayîn. Lê em dibînin desthilatdar tu gavek şenber neavêtiye.
Lazime heta îro Birêz Ocalan azad bibuya, girtîyên azadiyê, girtîyên sîyasî bihatane berdan. Yên ku derheqê van da doz û lêpirsîn hatîye vekirin û bûne koçber, penaber bizivirîyana welatê xwe. Diviya bû şervan bihatana tev lî jîyana sîyasî bibûna. Gavek jî nehat avêtin. Bawer bikin gelê me bi can û bi dil piştgirî didin vê pêvajoyê. Lê em dizanin bawerîya gelê me ji dewletê kême. Ger ev gav bihatina avêtin ewê bawerîya gel jî zêdetir bûya. Lê dereng nîne. Hevî û banga me ew e ku di demeke kin de ev gav bêne avêtin.
Li beranberî gavên ku Rêber Abdullah Ocalan û PKKê avêtin, dewlet çiqas bû bersîva van gavan?
Pirsa û pirsgirêka herî mezin ev e. Gelê kurd her roj vê pirsê ji me dipirse. Dibêjin: PKK berê agirbestek îlan kir paşê şerê çekdarî bi davî kir. PKK dîroka xwe ya pencî salî bi dawî kir, xwe fesih kir. Hêzên xwe yê çekdarî kişand, ji bo provakasyonek çênebe sînor û kozikên xwe jî vala kir. Weşanê xwe ya pencî salî ya Serxwebûnê bi davî kir. Stratejiya xwe ya bingehîn jî guhurand. Armanca yekemîn bû komareke demokratîk û civakeke komûnal. Em dikarin vana dirêj bikin. Lê belê dewlet li hemberî van gavan gaveke şember neavêt. Ew ê çawa çareserî çêbe? Ez jî dikarim bêjim ew pirs di cî de ne. Dewlet nebuye bersîv.
Gavên Tevgera Azadiyê û hewldanên Rêber Abdullah Ocalan di raya giştî de çiqas têne dîtin? Bandoreke çawa li ser raya giştî dike?
Desthilatdar, rojnamevan, bernameyên televîzyonê û çapemenîyên ku nêzî desthilatdarê ne, hej jî zimanê şer bi kar tînin. Pirsgirêka kurd wekî “teror” bi nav dikin. Heqaretê li Rêberê Gelê Kurd dikin. Bêyî heqaret navê rêberê gelê kurd bikar naînin. Divê bê zanîn ku ev ziman pevajoyê jahrînî dike. Ez dikarim bêjim, astengîya herî mezin ev e. Eger ev ziman nê guhartin pêşeroj ewê tarî bimîne. Qiymeta van gavên dîrokî ew ê nên fehmkirin. Yên ku ji xwe re dibêjin komarperest, demokrat û çepger jî ferqa van tine. Ew jî vî zimanê qirêj ji alîkî din ve bikar tînin (wek zevaca rêberê gelê kurd)
Li jor jî me got. Eger Birêz Ocalan bersiv nedaya dewletê û Dewlet Bahçelî û dinya bibûna yek, nikaribu şerê çekdarî davî bikira û PKK fesîh bikira. Em jibîr nekin. Dema ev gavên herî mezîn hatin avêtin, ne komîsyon ava bûbû ne jî Qanûn hatibu qebulkirin. Ji bo provakasyoneke çênebe şerwanên PKK ji bakur û ji sînora Tirkîye vekişîybûn. Temamê van gavan bi banga Birêz Ocalan hatin avêtin. Eger îroj em dikarin behsa aştiyê bikin, bi rebertîya Birêz Ocalane. Eger kuştin rawestiya be, bi rêbertîya Birêz Ocalane. Lê, hurmet li aliyekî, tenê zimanekî qirêj tê bikaranîn. Kî çî dibêje bêje bandora vî zimanê qirêj li ser gelê tirk çêdibe. Ev jî zirareke mezin dide pêvajoyê.
Gelê kurd, sîyasetmedarên kurd, rojnamevanên kurd, rewşenbîrên kurd bi temamê rêxistin û kesayeta xwe, ji destpêkê heta îro, tu bê hurmetî ji Serokkomar Birêz Erdogan û Birêz Bahçelî re nekirine. Mafê gelê kurd jî heye ji bo Birêz Ocalan hurmetê bixwaze û dixwaze jî. Bê hurmetî tenê zirar dide pevajo û aştîyê. Em vî zimanî qebul nakin. Tu kesekî bi rumet, tu milletekî bi rumet jî vî zimanî qebul nake.
Gelek akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar, rojnameger û xelatkirên nobelê yên navneteweyî dixwazin biçin Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Lê heta niha Wezareta Dadê tev bê bersîv hiştine. Astengkirina van serlêdanan bandoreke çawa li ser pêvajoyê dike. Eger ev hevdîtin pêk bên û ev kesana niqaşên ku li Îmraliyê kirine bi raya giştî re parve bike, dê bandoreke çawa li ser pêşketina pêvajoyê bike?
Birêz Ocalan mesaja xwe bi piranî bi heyeta me ya Îmralîyê ra dişîne. Ev hevdîtin carna du mehan carekê nabe. Meseleya Tirkîye ya herî mezîn bi hevdîtina du meh carek ewê çawa çareser bibe? Her roj li hundir û li derva gelek tişt diqewimin. Em behsa şerê cîhanê ya sêyemîn dikin. Li rojava, li rojhilat, li başur ê li bakur, li her çar alîye Kurdîstanê her roj pirsgirêka dîrokî tên jîyîn. Ji du mehan carekê hevdîtin çêbe ev meseleyên giran ew ê çawa bên çareserkirin? Em dizanin tenê bi du hevdîtin meselê rojava ku di meha çileyê da hatibu jîyîn çareser bû. Ji ber vê lazime derîyê Grava Îmralî heta dawî vebe. Lê ev hevdîtinên îro têr nake.
Piştî Qanûna Çarçove heta niha gavên pratik nehatine avêtin. Çima hikûmet û dewlet pêvajoyê dirêj dike. Ev dirêjkirina pêvajoyê û neavêtina gavên pratîk rîzk û talukeyen çawa bi xwe re tîne.
Ji aliyê din ve her kes, dixwaze pirs û daxwaze xwe raste rast ji Birêz Ocalan bipirse. Akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, xelatkerên Nobelê û hwd. Ger ev derî vebe, raste ewê derê çareserîyê vebe. Lê ji aliyê din ve guman û pirs jî ev bi dawî bibe heye. Wek meseleyên elevîyan kes nikare durutî û piştgotiniya mezin bike. Wek meselê zewacê kes nikare bike çerez ji bo magazîn. Nerîn û gotina Birêz Ocalan ewê bigîje her kes û her alî.
Divê ji niha û şûnde hikûmet û dewlet gavên çawa bavêje?
Derîya Îmralî derîya aşîtîyê ye. Derîya Îmralî derîya çareserîyê ye. Derîya Îmralî heta dawî vekin.


