Gelê Başûr dibe qurbanê PDKê

Hikûmeta başûrê Kurdistanê, ji ber helwesta PDKê ya ku dixwaze li dijî YNKê serdest be, 660 roj in hê jî hikûmeta nû li herêmê nehatiye avakirin. Gel li dijî vê rewşê bêzar e. Dewleta Iraqê û Amerîka jî her tim ji bo qeyrana siyasî hebe di nav hewldanan de ne. PDK li şûna çareser bike qeyranê ava dike.

•
1 deqe xwendin
Gelê Başûr dibe qurbanê PDKê

Li başûrê Kurdistanê di 20ê cotmeha 2024an de hilbijartina parlementoyê pêk hat. Lê di ser hilbijartinê re 660 roj derbas bûn, hê jî 10emîn kabîneya hikûmeta nû ya Herêma Federe ya Kurdistanê nehatiye avakirin. Li gelek welatên cîhanê, ji ber nelihevkirina partiyan heta demek dirêj hikûmet nehatin avakirin. Di dîrokên welatên cîhanê de li Bruksela Belçîkayê, hikûmet piştî 613 rojan hat avakirin. Li Îrlandaya Başûr hikûmet piştî 639 rojan hat avakirin. Lê li Başûrê Kurdistanê 660 roj in hê jî hikûmet nehatiye avakirin. Têkildarî rewşa heyî Nûnerê Rojava yê Silêmaniyê Fethullah Huseynî nirxandin kirin. 

PDK dixwaze hêzê têxe destê xwe

Nûnerê Rojava yê Silêmaniyê Fethullah Huseynî li ser bandora neyînî ya neavakirina hikûmeta Başûr rawestiya û got: “Neavakirina hikûmeta başurê Kurdistanê bandoreke neyînî li gel dike. Niha di navbera PDK û YNKê re rêkeftinek nemaye. Di dema Serok Mam Celal de peymanek hebû. Di dema Mam Celal û Mesûd Barzanî de peyman hebû. Lê piştî wan, ew peymanên stratejîk nema. Ji ber peyman tune ye, di navbera YNK û PDKê de nakokî gelek zêde ne. Niha PDK dixwaze hemû post û pîleyan di destê xwe de bigire. Dixwaze serokatiya herêmê û serokatiya meclisê û hemû kursiyên ewlehiyê di destê xwe de bigire. Lê YNK ji ber ku li herêmê şirîkê esasî ye vê yekê qebûl nake. Heta ku peymana di navbera her du partiyan de pêk neyê, hikûmet li Herêma Kurdistanê ava nabe. Hikûmet ava nebe, bandoreke gelek mezin li ser qewareya herêma Kurdistanê dike. Qewareya herêma Kurdistanê dikeve bin kontrola erebên sunî û şiî. Çavê ereban li ser e ku qewareya herêmê nebîne û biçin li wir bi cih bibin. Hikûmeta Iraqê dixwaze bajarên li herêma Kurdistanê êdî bibin parçeyekî hikûmeta Iraqê.” 

Dijberiya PDK û YNKê zirarê dide gel

Fethullah Huseynî da zanîn ku bajarên herêma Iraqê bibe parçeyekî hikûmeta Iraqê vê carê tu taybetmendî û vîna gelê Başûr namîne û wiha axivî: “Ev jî bi xwe re dê pirsgirêkên mezin ava bike. PDK heta niha şertên YNKê pebûl nake. Ji ber vê yekê YNK jî bi hêz daketiye herêmê û ew jî şert û mercên PDKê qebûl nake. Ev jî bandoreke xerab li ser gelê herêmê dike.” 

Pirsgirêk gelek mezin e 

Fethullah Huseynî da zanîn ku rewşa heyî ya hikûmetê bandoreke xerab li gel dike û wiha axivî: “Xelkê başûrê Kurdistanê êdî dixwaze bandora herêma PDKê li ser wan hebe. Hikûmeta Iraqê daxwazên xwe li ser kurdan ferz dike. Ev pirsgirêkeke gelek mezin e. Hikûmeta ereb dixwaze ku şert û mercên xwe li ser kurdên Başûr ferz bike. Ev pirsgirêkeke gelek mezin e. Piştî ew qas şehîd û 33 salan hukmê kurdî, îro 2 partî nikarin hikûmetê ava bikin û nikarin herêma xwe bi rê ve bibin. Ev pirsgirêkeke gelek mezin e. Niha rewşa aborî ya gel pir pir xerab e. Herêma ku berê dewlemend bû îro bûye herêmeke feqîr.  Xelkê ku berê rewşa wan a aborî gelek baş bû, îro bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ye. Herêma Kurdistanê ber bi parçebûnê ve diçe. Ber bi du zoman ve diçe; Zoma Kesk û Zoma  Zer. Ji ber vê rewşê îro hikûmeta Iraqê dixwaze dest deyne ser hikûmeta Kurdistanê. Kurd û bi taybetî PDK îro bê înîsiyatîf û bê vîn in. Îro dibe ku bandora YNKê hebe. Lê hemû pirsgirêk bi destê PDKê ava dibin. PDK pirsgirêkan ava dike. Şert û mercên aborî yên gel îro xerab in.” 

Fethullah Huseynî da zanîn ku PDK dixwaze kursiyê serokatiya herêma Kurdistanê ji partiya  wan be û got: “Dixwaze serokatiya herêma Kurdistanê û hemû qursiyên wezîran ji wan re bin. Dixwaze hemû kursiyên ku xwedî erkên birêveberiya herêma Kurdistanê di destê wan de be. Lê YNK jî dixwaze şirîkekî heqîqî be. Eger serokê serêma Kurdistanê PDK be, divê serokê hikûmeta Kurdistanê jî YNK be.  Eger wezareta ewlehiyê di destê PDKê de be, divê wezareta karên hundir di destê YNKê de be. Li vir Yekîtî hevsengiyekê dixwaze. Lê PDK dixwaze hemû herêm û raye di kontrola wê de bin. Lê êdî gel û YNK vê yekê qebûl nake. Ji ber ku PDKê piştgirî neda YNKê û Kerkûk ket kontrola tirkmenan. Bajarê Kerkûkê bajarê kurdan e. Ji 12 kursiyên meclisê, 6 kursî yên YNKê ne. Ji ber PDKê piştgirî neda, niha Kerkûk di destê birêveberiya tirkmenan de ye.” 

Fethullah Huseynî da zanîn ku hikûmeta Iraqê dixwaze Herêma Federe ya Kurdistanê desteser bike û wiha pêde çû: “Hikûmeta Iraqê dixwaze Herêma Federe ya Kurdistanê tune be û hemû birêveberî di destê Iraqê de be. Dixwaze PDKê di Hewlerê de û YNKê jî di Silêmaniyê de bi sînor bike.” 

Xetereya li ser Başûr 

Fethullah Huseynî bi lêv kir ku Herêma Federe ya Kurdistanê di xetereyeke mezin de ye û wiha bi dawî kir: “Gelê Başûr êdî ji ber van nakokiyan bê hêvî û bê bawerî bûye. Sedema herî zêde jî siyaseta PDKê ye. Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê bê înîsiyatîf û bêbandor e. Ya li dijî vê rewşê dengê xwe bilind dike YNK ye. Li ser herêma Kurdistanê gelek guhertin çêdibin û hebûna hikûmetê bandoreke neyînî li gel dike.”