Têkoşîna aştiyê ne tenê barê kurdan e
Parazvana mafên mirovan Şebnem Korur Fîncanci, bi minasebeta 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê diyar kir ku ji bo aştiya mayînde bi pêş bikeve, tenê guhertina zagonên bêçekkirinê têr nake û got: “Divê gavên derbarê guhertinên demokratîkbûnê, azadiya ramanê, azadiya rêxistinbûnê, demokrasiya herêmî, mafê zimanê zikmakî û mafê hemwelatiya azad bêne avêtin. Aştî erka hemû kesan e.”
Ji 1ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê re çend roj man. Di 1ê îlona sala 1939an de Artêşa Naziyan a Adolf Hîtler Polonya dagir kir. Bi dagirkirina Polonyayê re Şerê Cîhanê yê Duyemî dest pê kir ku bû sedema mirina 50 milyon mirovan. Piştî vê yekê 1ê îlonê, li hemû cîhanê weke "Roja Aştiyê ya Cîhanê" hat pîrozkirin. Kesên aştiyê dixwazin dadikevin kolanan û daxwazên aştiyê tînin ziman. Li Tirkiyeyê jî piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoya çareseriyê hatiye destpêkirin. Qanûna Çarçoveyî ku ji 12 xalan pêk tê hat rojeva meclisê û piştî wê lijneya şopandinê hat avakirin. Tê payîn ku piştî vê lijneyê ji bo aştî û demokrasiyê û parastina mafan gavên nû bên avêtin. Derbarê girîngiya 1ê îlonê, têkoşîna ji bo aştiyê û rista Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pispora tiba edlî Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci pirsên Rojnameya Azadiya Welat bersivandin.
Ji bo Tirkiyeyê divê mirov îsal wateyek çawa li aştiyê bar bike? Çima ji her demê bêthir pêwistî bi aştiyê heye?
Îsal divê mirov 1ê îlonê ne tenê wekî roja daxwaza dawîlêhatina şer; wekî banga bikaranîna fersenda dîrokî ya aştiyê ya li pêş Tirkiyeyê bibîne. Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e. Pergala civaka demokratîk ew e ku mirov ji ber nasname, ziman û fikrên xwe rastî gefan nayên û ji kesên din natirsin. Ew pergal e ku heq û hiqûq ji bo her kesî wekhev e.
Pêdiviya Tirkiyeyê ji her demê bêhtir bi aştiyê heye. Ji ber şerê bi salan berdewam kir, gelek can wenda kirin. Şer rikberî xist nav civakê. Zirarek mezin da aboriyê. Êşên ku li nifşan belav bû bi pêş xistin. Şerê li herêmê bi xwe re koçberî û xizanî anîn. Bêbaweriya civakî bi pêş ket. Ev hemû dibin sedem ku êdî aştî nikare bê taloqkirin.
Pêvajoya bêçekbûnê ku serê 2025an dest pê kir, avakirina komîsyona li meclisê, guhertinên zagonî ku di 2026an de hatin qebûlkirin, dibe sedem ku mirov îsal wateyeke taybet û dîrokî li 1ê îlonê bar bike.
Li gel vê yekê jî, navê pêvajoyê yê fermî ku li şûna “Aştiyê” gotina “Tirkiyeya bêteror” di “Qanûna Çarçoveyî” de jî bi kar tînin û ev bi fikar e. Ev nîşan dide ku armanc ne aştiya civakî ye. Dixwazin wekî belavkirina meseleya ewlehiyê bi kar bînin. Lê aştiyeke mayînde tenê bi bêdengkirina çekan ne pêkan e. Divê mirov civakê jî tev li pêvajoyê bike. Yanî divê aştî civakî bibe û bibe malê civakê. Ji ber vê yekê îsal di 1ê îlonê de ya tê armanc kirin çi ye? Armanc ‘dewleteke bêteror e’ an tevahiya meseleya civakê dixe nav sînorên xwe?
Çima aştî ji şer dijwartir e?
Şer, yê hemberî xwe dijmin îlan dike û dixwaze hemû pirsgirêkan bi rêya hêzê çareser bike. Ji bo aştiyê jî, sebr, hevrûbûn, empatî, edalet û baweriya li hemberî hev pêwîst e. Ji bo bikaranîna çekê tenê fermanek bes e. Lê ji bo aştiyê, divê civak bê îqnakirin. Divê êşên berê bên dîtin û naskirin. Divê saziyên ku hemû kes xwe di ewlehiyê de bibîne bên avakirin. Di aştiyê de di heman demê de yên xwedî hêz, divê hin cudahiyên xwe parve bikin û ji bo kesên rastî neheqiyê hatin hevkariyê ji bo siberoja wan bike. Bi gotina Galtung a tundiya binyadî, rasterast tundî (şer-pevçûn) bi dawî bibe jî cudakarî, vederkirin, newekhevî û cureyên tundiya binyadî didomin. Aştiya resen divê vana jî esas bigire. Divê berfirehîtir li ser meseleyê bisekine. Ji ber vê yekê veguhertin pêwîst e. Li dijî şer aştî, yekane çareseriya mayînde û herî mirovî ye.
Dewletên mezin çima di şer de israr dikin?
Dewletên mezin bêhtir, bi piranî ji bo çavkaniyên enerjiyê, rêyên bazirganiyê, baregehên leşkerî, qadên bazar û jeopolîtîk bi dest bixin dikevin reqabetê. Şer û biçekbûn, ji bo hin rêbazan, dibe sedem ku pirsgirêkên navxweyî neyên dîtin û civakê ji gefên derve biparêze. Di sala 2025an de lêçûna leşkerî ya cîhanê gihîşt nêzî 2,9 trilyon dolar (2 trilyon 887 milyar dolar). 11 salan li ser hev zêde bû. Vê yekê hilberîna çekan derxist asteke bilind. Ev nîşan dide ku di aboriya şer de berjewendiyeke çawa heye. Ji ber lêçûna şer zêde dibe, li dijî wê lêçûn û budçeya ji bo xizmetên perwerde, tenduristî û têkoşîna bi xizaniyê re kêm dibe. Dîsa lêçûna ji bo çareseriya qeyrana avhewayê kêm dibe. (SIPRI)
Hûn hewldanên Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriyê çawa şîrove dikin? Bi qasî tê xwestin encam/bersivê werdigire?
Banga Abdullah Ocalan a 27ê sibata 2025an a ‘Aştî û Civaka Demokratiîk’, midaxeleya têkoşîna çekdarî ye. Li şûna wê siyaseta demokratîk derdixe pêş. Ev midaxeleyeke dîrokî ye. Piştî vê bangê rêxistinê agirbest îlan kir û xwe fesix kir. Biryara bêçekbûnê da û bi awayekî sembolîk çek şewitandin. Van gavên şenber, bang biwatetir kir û ji bo bangê bû bersiv. Di asta dewletê û saziyên siyasetê de jî li meclisê komîsyon hat avakirin. Rapor amade kirin. Di 2026an de jî guhertina zagonî qebûl kirin. Li hemberî vê bangê ev bersivdayînên girîng in. Ji ber vê yekê li gorî tabloya îro mirov bibêje ‘Qet li hemberî wê gav nehatin avêtin’ kêm dibîne. Lê ji bo aştiya mayînde pêk were, tenê guhertina zagonên bêçekkirinê têr nake. Ji bo wê divê gavên derbarê guhertînên demokratîkbûnê, azadiya ramanê, azadiya rêxistinbûnê, demokrasiya herêmî, mafê zimanê zikmakî û mafê hemwelatiya azad de bêne avêtin.
Erk û berpirsiyariya dikeve ser dewlet û hikûmetê çi ye? Gavên wan têr dikin?
Gavên ku diavêjin têr nakin. Hîn zû ye ku mirov bibêje aştî pêk hatiye. Xebatên di bin banê meclisê de û gavên li ser çarçoveya hiqûqî, gavên erênî ne. Ji niha û şûn de divê guhertin, bêyî cudakarî, li ser esasê wekhevî, edalet û zelal bên kirin. Kêmasiya herî mezin a heta niha nezelalî bû. Heta niha muzakereya ku tê kirin bi civakê re nehatiye parvekirin û piştgiriya civakê negirtiye. Aliyê pêvajoyê DEM Partî jî, hîn di hemû merhaleyên de di navbera dewlet û îmraliyê de bi zelalî nizane li ku disekine. Heta ku zelalî nebe, civak li pêvajoyê xwedî dernakeve. Erk û berpirsiyarên sereke yên hikûmet û dewletê wiha ne:
Divê pêvajoyê ji hesabên kes û hilbijartinê derxin û bê sazkirin.
Divê meclis, mixalefet, civaka sivîl, jin, ciwan, hemû kesên ji şer zirar dîtine tev li pêvajoyê bike.
Divê azadiya ramanê bi pêş bixe û astengiyên li pêş siyaseta demokratîk ku tundî di nav de tune ye rabike.
Divê kiryarên wekî qeyûm ku zirarê didin vîna gel bi dawî bikin.
Kesên çek berdane, ji bo tev li civak û siyasetê bibin, divê rêya bi hiqûqê ewle û misoger bike.
Divê mekanîzmayên ku êşa mexdûran nas dike û civakê saz dike ava bikin.
Ji bo Ocalan bi rêk û pêk û bi bandar têkiliyan deyne, çarçoveya hiqûqî bê avakirin. Aştî tenê bi çekberdana aliyekî nabe. Divê dewlet jî di aliyê demokratîkbûnê û qada hiqûqê de berpirsyariyê bigire ser xwe.
Tifaqa kurd û tirkan an jî Anatolya-Mezopotamya dê bi Tirkiyeyê çi bide qezenckirin?
Li vir têgiha 'tifaqê’ ne serdestiya gelekî ya li ser gelê din e. Divê li ser esasê hevkariya wekhev û jiyana hevpar bê zanîn. Kurt û tirk bi sedan salan li ser heman erdnîgariyê di nav hev de jiyane. Aliyê civakî û çandî ketiye nav hev. Ev rastiya dîrokî ne li ser dijberiyê, divê li ser esasê hemwelatiyên azad bê avakirin. Ev yekîtiya demokratîk dê aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê bi hêz bike. Dê rê li pêşiya belavbûna şerê herêmî bigire. Dê bibe sedem ku aborî bi pêş bikeve. Ya herî girîng jî dê cudakariya navbera nasnameyan rabibe û civakeke pirreng ava bike. Tifaqa rast ne bi gotinê ye. Divê kurd û tirk di aliyê hiqûq, siyaset, çand, jiyana cemaweriyê de xwedî mafên wekhev bin.
Di şer de kî zirarê dibîne? Bandoreke çawa li tenduristiya xweza û civakê dike?
Bi qasî mirovên di eniyê de, mirovên sivîl, jin, zarok, kal, pîr û mirovên xizan jî ji şer zirarê dibînin. Kesên dewlemend dikarin cihekî din peyda bikin. Lê mirovên xizan di nav şer de dimînin. Dema saziyên tenduristiyê zirarê dibînin, êdî mirov nikare xwe bigihîne îlac, ava paqij û xwarinê. Ev bi xwe re şewba nexweşiyê jî zêde dike. Nexweşiyên kronîk zêde dike. Ev mirina kal, pîr û zarokan zêde dike. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) destnîşan dike ku ji çar paran parek mirovan ji van şertên şer bi bandor dibe. Bombardiman ax û avê qirêj dike. Daristan, qadên çandiniyê talan dike. Dema êrişî tesîsên petrol, fabrîqe û binesaziyan dikin, maddeyên jehrî belav dibin. Ev nexweşiyê zêde dike.
Divê jin û bi giştî gel li dijî şer helwesteke çawa nîşan bide?
Jin tenê di aliyê şerê fîzîkî de bi bandor nabin. Di heman demê de neçar dibin koçber dibin. Koçberî û xizanî dibe sedem ku tundiya zayendî li ser wan zêde bibe. Lê li ruxmê vê yekê di hevdîtinên aştiyê de bi qasî tê xwestin cihê xwe nagirin. Lê divê jin bêhtir di hevdîtinên aştiyê de cih bigirin. Divê jin bêhtir di pêvajoya biryardanê de cih bigirin. Ji bo aştî bibe civakî û tevlîbûneke wekhev bi pêş bikeve, aştî mayînde bibe divê jin teqez di pêvajoyên hevdîtinê de cih bigirin. (Yekîniya Jinan a NYê)
Jin û bi giştî hemû gel, divê bi awayekî serbixwe li dora meclisên aştiyê yên herêmî, rêxistinên jinan, saziyên civakî û rêxistinên pîşeyî, tevgerên ekolojiyê, saziyên mafên mirovan, xwe bi rêxistin bikin. Divê li dijî zimanê şer, nijadperestî, zayendperestiyê helwesta xwe nîşan bide. Divê li şûna budçeya şer, budçeya tenduristî, perwerdehî û polîtîkayên civakî bixwazin. Têkoşîna aştiyê ne tenê ji bo dawîlêhatina şer, ji bo bipêşketina demokrasî, mafên demokratîk û parastina wekheviyê bi pêş bikeve.
Li Tirkiye û cîhanê têkoşîna aştiyê ya li dijî şer têr dike yan na?
Ji bo aştiyê daneheveke pir mezin a civakî heye. Lê ev ne bi qasî ku polîtîkayên şer bi dawî bike bi hêz û bi rêxistin e. Tevgerên aştiyê gelek caran parçe parçe dimînin. Tenê li dijî hin şeran bertekên xwe nîşan didin, an jî ji ber rikberiyên siyasî zimanekî hevpar ava nakin.
Divê mirov sedema vê lawaziyê bi wêrekî û duristî nîqaş bike. Mirov nikare bêdengiya civakê û kesên entelektuel bi bêçaretiyê ve girê bide. Di demên borî de kesên aştî xwestin, hatin tawanbarkirin. Ji peywirê hatin dûrxistin. Rastî lîncê hatin. Ev jî dibe sedema bêdengiyê. Ya din jî mirovên ku naveroka pêvajoyê baş nizanibin nikarin bê şert û merc piştgiriyê bidin pêvajoyê. Erka entelektueliyê ne dubarekirina wê çarçoveyê ye ku îktîdarê diyar kiriye. Erka wê piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê û kêmasiyan temam bike. nakokiyan ji holê rabike. Dîsa ji bo aştî mayînde bibe bixebite. Divê em aşkere bipirsin, ‘aştiyeke çawa, kîjan ewlehiya demokratîk û tevlîbûna civakê?’
Divê têkoşîna aştiyê gerdûnî û hevgirtî be. Nabe ku aliyê şer dike li gorî nasnameyan biguhere. Divê li her derê mafê jiyana sivîlan bê parastin. Li Tirkiyeyê pirsgirêka aştiyê ne tenê ya gelê kurd e. Divê demokrasî, hiqûq, azadiya jinê, ekolojî û edaleta civakî bibe têkoşîneke hevpar a me tevan. Divê peyama sereke ya 1ê îlonê wiha be; aştî ne lutfek e ku kesên xwedî hêz pêşkêşî lawazan dike. Mafê hemû mirovan e. Ev maf tenê bi wekhevî, edalet, tevlîbûna demokratîk û têkoşîna hevpar misoger dibe.


