TOKÎ kirine goristana karkeran
Her roj karker dibin qurbana kar. Lê ev mirin û kuştina karkeran zêde nayê dîtin û nabe rojev. Tenê di 3ê tebaxê de 3 karker bûn qurbana kar. Li navçeya Mucur a Kirşehîrê, li navçeya Bayramîç a Çanakkale û li navçeya Giyadîn a Agirî bi giştî 3 karker bûn qurbana kar. Tenê di 6 mehên dawî de 1063 karker bûn qurbana kar.

Cînayetên kar roj bi roj zêde dibin. Her rojê nêzî 5-6 karker dibin qurbana kar. Lê zêde ajans û rojnameyan van qezayên karkeran nabînin û nakin rojev. Li Tirkiye û gelek welatên cîhanê şerekî veşarî heye. Şerê li dijî karker û kedkaran berdewam dike. Karker ji ber ku li gorî pîvan û dîsîplîna kar nikarin bixebitin, her roj li nava zevî, tekstil û fabrîqe û înşaetan dibin qurbana kar. Dane û jimarê kuştina karkeran nîşanî me dide ku bi qasî şerê navbera welatan karker tên kuştin. Di şeran de, hejmara mirovên ku têne kuştin kêlî bi kêlî bi raya giştî û cîhanê re têne parvekirin. Parazvanên mafên mirovan ku mefê jiyanê diparêzin, divê bêtir li mafê karkeran xwedî derkevin û mafê wan biparêzin. Lê ji ber mafê karkeran nayê parastin û nayê dîtin her roj karker dibin qurbana kar û têne kuştin.
Li gorî agahî û nûçeyên çapemeniyê, di 3ê Tebaxê de mirov li navçeya Bayramiç, Diyadîn û Mûcûrê di heman rojê de bûne qurbana kar. Di 30ê Tîrmehê de li Meletiyê 2 karkerên înşaeta avahiyên TOKÎ di bin axê de man û bûn qurbana avahiyên TOKÎyê. Di 3 salên dawî de 296 karker bûn qurbana TOKÎyan. Ev nîşan dide ku karker herî zêde di înşaetên nava zeviyan de jiyana xwe ji dest didin.
Li gorî daneyên Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), di 6 mehên 2026an de 1063 kes bûn qurbana kar. Yanî her rojê 5-6 karker bûne qurbana karê patronan. Bi piranî karker di karê zevî, daristan, înşaet, sanayî, karên rêyên bejayî û gelek karên din de mirin. Ji ber ku li gorî ewlehiya kar tedbîr nayên girtin, her roj karker dibin qurbana karê patronan.
Wezareta Bajarvanî û Derdorê piştî erdheja mezin a 6ê Sibata 2023an, bi hevkariya Midûriyeta TOKÎ re di nava 2 salan de li bajarên erdhejê 455 hezar û 357 konûtên TOKÎ ava kir. Lê ji erdheja 6ê Sibata 2023an heta niha zêdetirî 300 karker bûn qurbana cînayetên înşaetên TOKÎ yê.
Karkerên di înşaetên avahiyên TOKÎ de dixebitin bi her awayî keda wan tê xwarin û ji ber şertên xerab mafê wan ê jiyanê ji destê wan tê girtin. Ji ber şertên giran û nedayîna heqê kedê, karker dest bi çalakiyan dikin. Li navçeya Osmancik a Çorumê karkerên avahiyên TOKÎyê ji ber zêdetirî 5 mehan meaşê xwe negirtin dest bi çalakiyan kirin.
Li Hatayê karkerên avahiyên TOKÎ ji ber şertên xerab û kedxwariyê dest ji kar berdan. Karkerên înşaatê yên TOKÎyên Bûrdûrê dest ji kar berdan.
Li gorî daneyên dewletê yên fermî di erdhejê de 36 hezar û 932 avahî xera bûn. Li gorî raporên saziyên civakî jî zêdetirî 50 hezar avahî hilweşiyan. Piştî erdhejê mijara avahîsaziyê kirin qada rantê û dest bi avakirina avahiyan kirin. Pispor destnîşan dikin ku TOKÎ kirine qada rantê û bi destê hikûmetê pêşkêşî rantxuran tê kirin. Her çend hikumet bi avakirina konutên TOKÎ yan pestê xwe dide û destnîşan dike ku bi erzanî difiroşe welatiyan jî, lê aliyê ku bi sedan karkerên avahiyen TOKÎ yên bûne qurbana karê TOKÎyan vedişêrin. Zêdetirî 300 karkerên ku di 3 salan de bûn qurbana karên TOKÎ nîşan dide ku karkerên înşaetên TOKÎ nayên parastin. Tenê di meha Hezîranê de 228 karker bûn qurbana kar. Li gorî lêkolîn û raporên ÎSÎGMê karkerên di konutên TOKÎ de kar dikin, gelek ji wan bê sîgorka dixebitin. Di şert û mercên ne ewle û ne bi tenduristî de kar dikin. Bi taybetî torên taşeronan hem saetên zêde karkeran didin xebitandin û hem jî keda wan dixwin. Ji ber vê yekê karkerên înşaetên TOKÎ bi keda erzan û kar dikin. Bi taybetî karkerên penaber ên qaçax di van înşaetan de didin xebitandin. Tişta balkêş, avahiyên TOKî bi xwîna karkeran tê avakirin. Li ser bedena karkeran tê avakirin. Lê hikûmeta AKPê bi van TOKÎyan propaganda xwe dike. Keda karkeran, xwîna karkeran nayê dîtin û hesap ji kuştina van karkeran nayê pirsîn. Di encamê de em dibînin ku ji bo rantê avahiyên TOKî ji bo karkeran bûye goristan.


