Li şûna Mafê Hêviyê Tecrîda Nûjen pêş dixin

50 rojin agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin. Em dibînin ku tecrîda li Îmraliyê dîsa bi rêbazeke nû ket meriyetê. Vê carê rayedarên dewletê û desthilata AKPê Tecrîda Nûjen ango Tecrîda Spî dixin meriyetê.

•
1 deqe xwendin
Li şûna Mafê Hêviyê Tecrîda Nûjen pêş dixin

Ji Zanîngeha Texasê pisporê girtîgehan Denîs O’Hearn, destnîşan dike ku wî sîstemeke tecrîdê ya li Îmraliyê li devereke din a cîhanê nedîtiye û tune. 

Ramanger Nils Andersson destnişan dike ku armanca tecrîdê şikandina îradeya mirovan e û dibêje: “Yên ku li Îmraliyê têk çûn komploger bûn. Berxwedana Îmraliyê hêza mirov, hêza Ocalan nîşan da.”

Parêzerê Îtalî Nicola Giudice li gel şandeya parêzeran a Tirkiyeyê têkîdarî şertên li Îmraliyê wiha dibêje: “Teqez tecrîda li Îmraliyê pirsgirêkeke polîtîke, îzolekirin e. Divê mercên Îmraliyê bên başkirin.” 

Neteweyên Yekbûyî (NY) piştî rûniştinên li Cenevreyê ya 2025an rapor amade kir û xwest ku tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Gelek parêzer, hiqûqnas, nûnerên dewletan, rewşenbîr, nivîskar û akademîsyen destnîşan dikin ku tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin. Navdarên cîhanê destnîşan dikin ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan zerarê dide aştî û siberoja gelên Tirkiyeyê. 

Lê em dibînin ku tecrîda li Îmraliyê dîsa bi rêbazeke nû ket meriyetê. Vê carê rayedarên dewletê û desthilata AKPê Tecrîda Nûjen ango Tecrîda Spî dixin meriyetê. Li şûna ku gotina Dewlet Bahçelî ya ‘Bila Mafê Hêviyê bê naskirin’ û ‘Bila were li meclisê biaxive’ têxin meriyetê. Em dibînin ku dîsa tecrîd giran kirine û 50 rojin ne şande, ne parêzer û ne tu kes nikarin biçin Îmraliyê. 50 rojin bi tu awayî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin nayê kirin û agahî jê nayê girtin. 

Piştî 4 salên tecrîda mûtlaq a girankirî, di meha 44an de Omer Ocalan di Cotmeha 2024an de çû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Piştî hevdîtina şandeyê ya 20 mehan, em dibînin ku careke din tecrîda giran pêş dixin. Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê herî dawî di 24ê Gulanê de hevdîtin kirin û ji wê rojê heta niha 50 roj in dîsa  tecrîda giran hatiye destpêkirin. Tu kes nikare biçe bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Dema şandeya DEM Partiyê diçû Îmraliyê digotin ‘Ciheki nû ji bo Rêber Abdullah Ocalan hatiye amadekirin. Lê dîsa li Girava Îmraliyê ye û dîsa dê bi tenê bimîne. Rêber Abdullah Ocalan jî destnîşan kiribû mesele ji guhertina cih zêdetir, hevdîtina bi şandeyan û diyaloga bi derdorên cuda, nûnerên sazî, rêxistin û kesayetên cuda re ye. 

Zanyar, pispor, parazvanên mafên mirovan û huqîqnas destnîşan dikin ku ji kûrahiya rûpelên dîrokê û heya îro, tecrîta herî girankirî li ser kesayeta Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin. Hem hiqûqnas, hem şandeya CPT û hem jî DMME mikur tên ku Rêber Abdullah Ocalan di decrîdê de ye. 

Dema em li 27 salên Girava Îmraliyê û şertên Rêber Abdullah Ocalan dinerin, em dibînin ku Rêber Abdullah Ocalan ji 1999an heta niha, ango 27 sal in bi tenê di yek hucreyê de di şertê tecrîda giran de tê girtin. Hin caran bi salan agahiya wî û derve hatiye qutkirin. Hin caran zêdeyî 8 salan parêzer nekaribûne biçin serdana wî. Hin caran malbat bi salan nekaribûn biçin dîtina wî. Hin caran şandeyên partiya siyasî bi salan nekaribûn biçin dîtinê. Bi taybetî ji 2020an heta 2024an nêzî 4 salan parêzer, şande û malbat bi tu awanî nekarîbûn biçin Îmraliyê û fikareke mezin di nava gel de pêş ket. Lê piştî şerê sêyemîn ê cîhanê gişt sînorê Tirkiyeyê û siberoja Tirkiyeyê ket talûkeyê, vê carê rayedarên dewletê xwestin şande biçe Îmraliyê û aştiya navxweyi pêş bixin. Ji Rêber Abdullah Ocalan xwestin ku bang li PKKê bike û PKK xwe fesix bike. Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştî, demokrasî û siberoja gelan bang li PKKê kir. PKKê li ser banga Rêber Abdullah Ocalan xwe fexis kir û gavên dîrokî avêt. Lê rayedarên dewletê (Erdogan, Bahçelî û Kurtulmuş) her gotinên nerm û erênî gotin. Lê tu carî li gorî gotinên xwe gav neavêtin. Hertim dem dirêj kirin. Her tim taloq kirin. Hertim bi gotinên nerm gel xistin nava bendewariyê. Herî dawî halê hazir hevdîtina li Îmraliyê 50 roj in qut kirine. Bi tu awayî hevdîtin nayê kirin û agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin. Dixwazin li şûna diyalogê pêş bixin û şert û mercên hevdîtinan zêde bikin, dijberî vê yekê Rêber Abdullah Ocalan bi mîmariyeke xweşik a betonî û ji cîhanê Îzolekirî razî bikin. Dixwazin dîsa di tecrîdê de israr bikin. Lê ev tecrîd ji tecrîda berê pir pir cudatir e. Her çend propaganda girtîgeha nû ya li Îmraliyê bikin jî lê di esasê xwe de girtîgeheke nûjen e. Dixwazin bi navê girtîgeha nûjen, tecrîda nûjen pêş bixin. Tecrîda zirav, spî û modern pêş bixin. Dixwazin zêdetir propaganda girtîgehê bikin. Lê eger hevdîtin neyê kirin, diyalog neyê pêşxistin û Rêber Abdullah Ocalan nikaribe bi nûnerên sazî, rêxistinên civaki û gel re dan û stendinê bike, tecrîd bi her awayî tecrîd e. Navê vê tecrîdê, tecrîda moderg e.