Amerîka li dijî Îranê û Îran jî li dijî gelê xwe şer dike

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ku di 28ê Sibatê de dest pê kir, 7 meh û 7 roj li pey xwe hişt. Di 4 mehên destpêkê yên şer de herî kêm 3 hezar û 468 Îranî hatin kuştin. Îranê jî beriya wê li dijî welatiyên xwe êrîşên çekdarî dabû destpêkirin û herî kêm 4 hezar welatî qetil kiribûn. Tenê di 6 mehan de 532 welatî jî darve kirin.

•
1 deqe xwendin
Amerîka li dijî Îranê û Îran jî li dijî gelê xwe şer dike

Li Îranê gel di 28ê kanûna 2025an de li dijî pirsgirêkên aborî li Tahranê daketibûn qadan û dest bi çalakiyan kiribûn. Çalakiyên ku li Tahranê dest pê kir, li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bûn. Di 8ê çileya 2026an de li gelek bajaran gireva giştî dest pê kir û çalakî li tevahiya Îran û Rojhilat belav bûn. Rêxistina HRANAyê di derbarê binpêkirinên rejîma Îranê ya li dijî gelên Îranê de agahiyên nû parve kir. Li gor agahiyên rêxistinê belav kirine, ji destpêka xwepêşandanên ku ji 28ê Kanûna 2025an destpêkirine heta 28ê çileya 2026an (di mehekê de) 24 hezar 669 kes hatine binçavkirin. 3 hezar 919 kes hatine kuştin, 2 hezar û 109 kes jî birîndar bûn.

Li aliyekî Rejîma Îranê, li aliyê din Amerîka û Îsraîl 

Amerîka û Îsraîlê di 28ê sibata 2026an de li dijî Îranê dest bi êrîşên ezmanî kir. Beriya wê di dawiya sala 2025an de gelê Îranê li dijî qeyrana aborî û zextên li ser civakê çalakiyên girseyî li dar xist. Di 8-10ê Çileya 2026an de Rejîma Îranê li dijî gel êrîşên tund pêk anî. Çalakî li nêzî 100 navendên îranê belav bû. Li gorî daneyên ajansa nûçeyan a çalakvanên mafên mirovan a li Dewletên Yekbûyî hejmara miriyan 7 hezar nîşan da. Hikûmeta Îranê jî hejmara miriyan 3 hezar û 117 kes diyar kir. Serokê Amerîka Donald Trump jî diyar kir ku Rejîma Îranê 32 hezar welatî kuştine. 

Di şer de jî darvekirin didome 

Rejîma Îranê di meha dawî de 6 jê jin herî kêm 79 kes darve kirin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan, Rejîma Îranê di navbera 21 Adar û 31ê Tebaxê de herî kêm 532 welatî darve kir. Rejîma Îranê beriya Amerîka û Îsraîl êrîşî wê bike, li dijî serhilrdanên gel li ser welatiyan gule reşandibû. Di meha çile û sibatê de herî kêm 3 hezar û 919 welatiyên xwe kuştibûn. Bi hezaran welatî jî girtin û cezayên giran li wan birî. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Hana di Îlonê de 15 jin li Rojhilatê Kurdistanê bûn qurbaniyên tundiyê. Rejîma Îranê di 10 mehan de 64 welatiyên kurd bi darve kir. 

Rêxistina Mafên Mirovan a Hana, rapora xwe ya mehane ya derbarê rewşa mafên mirovan a li Rojhilatê Kurdistanê ji bo meha Îlonê belav kir.

Di raporê de hate diyar kirin ku di meha Îlona îsal de, li Rojhilatê Kurdistanê 2 jin hatine qetilkirin û 5 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. 

Zexta li ser esnafan

Hate destnîşankirin ku bi boneya çaremîn salvegera şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”, li 17 bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî hatibû ragihandin û rêjeya tevlîbûna esnafan nêzîkî ji sedî 80 bû. Ji ber vê yekê, Dezgeha Îstîxbaratê ya Supaya Pasdaran zextek zêde xistiye ser esnafan; bi rêya gefên girtina cihên kar, betalkirina lîsansan (destûr) û sepandina cezayên îdarî hewl dide wan bitirsîne.

72 kes hatine girtin 

Hate destnîşankirin ku di meha Îlonê de herî kêm 72 welatiyên kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatine girtin. Tê gotin ev kes piraniya xwe bi hincetên tevlîbûna çalakiyên sivîl, medyayî û siyasî hatine girtin.

64 kes hatine darvekirin

Li gorî daneyên saziyên mafên mirovan, ji serê salê heta niha 64 kurd hatin darvekirin. Li aliyê din, girtiyekî bi navê “Emîr Emîrî” di bin şert û mercên neasayî û bi awayekî gumanbar di Girtîgeha Qizilhesarê de jiyana xwe ji dest daye.

Di mehekê de 79 kes darve kirin 

Li gorî agahiyên kampanyayê, di navbera 23yê Tebaxê û 22yê Îlonê de herî kêm 79 kes hatine darvekirin. Hate ragihandin ku di nav kesên hatine darvekirin de 6 jin û 10 welatiyên Beluç jî hene.

Her wiha hate eşkerekirin ku li girtîgeha Meşhedê ji bo Mahbube Şabanî ya ku di dema xwepêşandanan de hatibû girtin biryara darvekirinê hat dayîn. Hate diyar kirin ku nêzî 200 girtiyên siyasî û baweriyê jî bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ne.

Îranê di 4 mehan de 57 kurd darve kir

Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Seîd Senendecî, di hevpeyvîneke xwe ya bi ROJNEWSê re dibêje “Rejîma di nav çar mehên borî de 57 Kurd darve kiriye û 200 welatiyên din yên Kurd di bin metirsiya darvekirinê de ne. 

13 kolber kuştin

Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê di 6 mehan de 13 kolber hatin kuştin. Kolber Newsê têkildarî binpêkirinên rejîma Îranê yên li hemberî kolberan raporek weşand. Di raporê de hatiye diyar kirin ku di nava 6 mehan de, herî kêm 20 kolber û kasibkarên Kurd li navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê bûne qurbanî.

46 welat li dijî darvekirinê derketin 

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê di raporeka 1ê cotmehê de ragihand ku 46 welatan daxuyaniyeke hevbeş weşandin û rêjeya zêde ya cezayê darvekirinê ji aliyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve şermezar kirine.

Mîsyona Lêkolîna Rastiyan a Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî ya Îranê di rapora xwe ya dawî de ragihand ku pênc ji wan li ber çavan, di navbera Adar û dawiya Tebaxa 2026an de herî kêm 29 kes, ji ber xwepêşandanan hatine darvekirin. Mîsyonê diyar kir ku zêdetirî 70 kes rastî cezayê darvekirinê hatine.