Rewş heta dawî wisa naçe
Endamê OHDê Prz. Veysî Guneş bal kişand ser hevdîtinên bi sînor û got: “Têkiliya Rêber Ocalan a bi civakê re, bi sînorên îdarî û bi hevdîtinên kontrolkirî ve tên diyarkirin. Ev rewş nikarin heta dawiyê wisa bimeşe. Heke aktorek di çareseriya pirsgirêkeke dîrokî de xwedî roleke sereke ye, divê şertên ku ew rola xwe pêk bîne jî bên afirandin.”

Di vê pêvojoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji bo bêtir diyalog û muzakere pêş bikeve diviya bû şandeya îmraliyê bi rêk û pêk biçûya Îmraliyê. Pêwist bû rojnameger, nivîskar û akademîsyen biçûna bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûna. Li şûna hevdîtin bêne kirin, Mafê Hêviyê bihata dayîn û statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bihata naskirin, dijberî vê yekê şandeya DEM Partiyê an ji mehê carekê an jî ji 40/50 rojan carekê diçe Îmraliyê û diyalog bi sînor e. Tenê ji destpêka salê heta niha şande 7 caran çûye Îmraliyê û hemû serlêdanên rojnameger, hiqûqnas û akademîsyenan bê bersîv mane.
Endamê OHDê ya Wanê Veysî Guneş têkildarî şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoya çareseriyê nirxandinên girîng kir. Prz. Veysî Guneş anî ziman ku di pêvajoyên çareseriya pevçûnan de hin dem hene ku gotin êdî bi tena serê xwe têrê nakin û got: “Gotin divê veguherin qanûnê, qanûn divê veguhere mekanîzmayê û mekanîzma jî divê di jiyana rojane de bikeve pratikê. Di nêrîna min de, Rêber Abdullah Ocalan bi peyamên xwe yên dawî behsa gihîştina qonaxeke wisa dike.”
Prz. Veysi Guneş da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina 13ê Îlonê de careke din aştî bi devjêberdana çekan, siyasîbûna pêvajoyê jî bi siyaseta demokratîk û civaka demokratîk ve girêda û wiha berdewam kir: “Rêber Ocalan bal kişand ser wê yekê ku, divê gavên pratîk ên beramber bên avêtin û mekanîzmayên pêvajoyê bi awayekî çalak dest bi xebatê bikin. Ev peyam, ji perspektîfa hiqûqî ve gelek girîng e. Ji ber ku di vê qonaxê de pirsa bingehîn êdî; Em ê aştiyê bi kîjan hiqûqê ava bikin û biparêzin? Pêvajoyeke aştiyê nikare tenê bi îradeya aktorên siyasî yên heyî ve girêdayî bimîne. Dema pêvajo bibe mijara qanûnê û mekanîzmayên wê bên avakirin, wê demê ew ji sînorê niyeta siyasî derdikeve û dibe berpirsiyariyeke hiqûqî. Bi min birêz Ocalan ji bo vê yekê hewldanan xwe pêş dixe.”
Prz. Veysî Guneş da zanîn ku ji aliyê din ve jî şertên têkiliya Ocalan bi civakê bi sînorên îdarî û bi hevdîtinên kêm û kontrolkirî ve tên diyarkirin û ev nirxandin kir: “Ev rewş nikarin heta dawiyê wisa bimeşe. Heke aktorek di çareseriya pirsgirêkeke dîrokî de xwedî roleke sereke ye, divê şertên ku ew rola xwe pêk bîne jî bên afirandin. Ev ne mijara îmtiyazeke kesane ye. Ev rasterast bi pêdiviyên pêvajoya aştiyê ve girêdayî ye.
Ji ber vê yekê, divê tecrîda li ser birêz Ocalan, bi pîvana “hevdîtin pêk hat an nehat” neyê nirxandin. Dibe ku hevdîtin pêk bên, lê heke têkilî bi civakê, bi hiqûqnas, bi akademiyê, bi medyayê û bi rêxistinên civaka sivîl re bi awayekî serbest û domdar neyê avakirin, wê demê tecrîd dikare formê biguhere û di şêwazeke din de berdewam bike. Ji xwe vê gave jî rewş wisa ye. Pêvajoyeke ku armanca wê “civaka demokratîk” e, nikare tenê bi aktorên siyasî ve were sînordarkirin. Çima? Ji ber ku aştî tenê mijara danûstandina di navbera dewlet û aktorekî siyasî de nîne. Aştî pêvajoyeke civakî ye. Rojnamevan dikarin pirs bikin. Akademîsyen dikarin analîz bikin. Hiqûqnas dikarin pêdiviyên hiqûqî destnîşan bikin. Civaka sivîl dikare di navbera pêvajo û civakê de piran ava bike. Her ku Îmrali ji van qadan dûr tê girtin, spekulasyon jî zêde dibin. Niqaş û provakasyonên dawî jî vê rastiyê nîşan dide. Ji ber vê yekê vekirina deriyê Îmraliyê ji bo aktorên civakî tenê daxwazeke demokratîk nîne; di heman demê de mekanîzmayeke ewlehiya pêvajoyê ye. Heke civak pêvajoyê nas neke, nîqaş neke û xwe wekî parçeyek wê nebîne, pêvajo li hember krîzên siyasî qels dibe. Ji ber vê yekê “civakîbûna aştiyê” ne slogane. Ew pêdiviyeke polîtîk e.”
Prz. Veysî Guneş da zanîn ku dema Ocalan qala siyasîbûnê dike, divê ev yek rast bê fehmkirin û got: “Siyasîbûn tê wê wateyê ku pirsgirêka kurd ji qada ewlekariyê derkeve û bikeve qada siyaseta demokratîk, civaka sivîl, akademî, medyayê û hiqûqê. Ji ber vê yekê jî Îmrali nikare di vê qonaxê de wekî giraveke ji civakê qut bimîne. Di vê qonaxê de çend pêdiviyên bingehîn ên hiqûqî derdikevin pêş. Ya yekem, pêvajo divê ji biryarên îdarî û pratîkên demkî derkeve û bikeve bin mîsogeriya qanûnî.
Ya duyem, şertên têkiliyê û hevdîtinên Îmraliyê divê ji rewşa îstîsnaî derkevin. Têkiliya bi parêzeran, malbatê û aktorên siyasî divê bi awayekî birêkûpêk û domdar bê mîsogerkirin.
Ya sêyem, ji bo rojnamevan, akademîsyen, hiqûqnas, rêxistinên mafên mirovan û nûnerên civaka sivîl mekanîzmayeke qanûnî û zelal a hevdîtinê divê bê avakirin.
Ya çarem, divê mekanîzmayên serbixwe yên çavdêrî û şopandinê bên avakirin. Pêvajoya aştiyê pêdivî bi mekanîzmayên çavdêriyê ku ji aliyê hiqûqî û civakî ve bêşopandin heye.
Û ya herî girîng, qanûn û rêziknameyên bên dariştin, divê ji mantiqa ewlekariyê derkeve û bibe bingeha hiqûqa veguherînek demokratîk.”
Prz. Veysî Guneş, herî dawî ev nirxandin kir: “Îro pirsa Îmraliyê, pirsa şertên girtîgehekê nîne. Ew bi awayekî rasterast bi pêşeroja pêvajoya aşitiyê ve girêdayî ye. Heke em ji Ocalan hêvî dikin ku di veguherîna ji çekan ber bi siyaseta demokratîk ve rol bilîze, divê îmkânên siyasî, hiqûqî û civakî yên vê rolê jî bên afirandin. Nabe ku ji aliyekî ve “civaka demokratîk” bê gotin, ji aliyê din ve deriyê têkiliya bi civakê re tengtir bê kirin. Nabe ku em behsa şefafiyeta pêvajoyê bikin, lê rojnamevan nekarin biçin. Nabe ku em behsa bingeha hiqûqî bikin, lê hiqûqnas nekarin çavdêrî bikin. Nabe ku em behsa civakîbûna aştiyê bikin, lê civaka sivîl li derveyî Îmraliyê bimîne. Ji ber vê yekê, di qonaxa nû de pêdivî bi ku kanalên wê yên têkiliyê berfirehtir bibe heye. Aşitî bi vekirina qada hiqûqê, siyaseta demokratîk û civakê tê avakirin û parastin. Û îro, yek ji hewcedariya herî girîng a vê pêvajoyê jî ev e: Divê Îmrali bibe yek ji qada ku aştî bi civakê re bête niqaşkirin.


