Ji her demê bêtir parastin

Eger mirov ji civakê qut bibe, ji hiş, wîcdan û sincê mirovî qut dibe. Eger hiş, wîcdan û sincê mirov biçe, bê parastin dimîne û her tişt ji dest diçe. Parastina vê yekê bi xurtkirina pergala Aştî û Civaka Demokratîk pêkan e.

•
1 deqe xwendin
Ji her demê bêtir parastin

Îro pêdiviya me ji her demê bêtir bi parastina pir alî heye. Eger di parastinê de em aliyekî vala û sist bihêlin, ew dê milê din ê parastinê jî sist û bêhêz bike. Loma hemû aliyê parastinê hev temam dikin û divê aliyek jî kêliyekê sist nemîne. Her wiha divê bi qasî misqalekê jî vala nemîne. 

Îro ji her demê bêtir pêdivî bi parastina cewherî heye. Ji her demê bêtir pêdivî bi parastina civakî, sincî, hiş, wîcdan çand û ziman heye. Divê em her kêlî û her dem bi her awayî xwe biparêzin. Eger em saniyakê bê parastin bimînin nexweşî dê di valahiyê de bi cih bibe. Ew nexweşî dê belav bibe û laşê me jahrînî bike. Ku laş bê parastin bimîne dê enerjiyê nede mejî. Eger mejî bê parastin bimîne dê şiyariyê nede laş, eger ruh bê parastin bimîne dê sinc û wîcdan hilweşe. Ev jî dê bi xwe re xîret, rûmet, şerm û edebê lawaz bike. 

Îro em dibînin pergala serdest bi her awayî êrîşî hemû mekanîzmayên me yên mirovahiyê dikin. Êrîşî hemû şan û kozikên me yên parastina hiş, sinc, beden, ruh, civakî û baweriyê dikin. Êrîşî hiş û aqilê me dikin û aqilê me ji serê me didizin. Êrîşî wîcdanê me dikin û me li hemberî zilm, neheqî û bê edaletiyê bê wîcdan dihêlin. Êrîşî sinc-ehlaqê me dikin û li dijî, tiryak, fihûş, derew, bêhurmetiyê bê bertek û parastin dihêlin. Êrîşî bedena me dikin û me wekî kole di xizmeta berjewendiyên xwe de bikar tînin. 

Êrîşî ruhê me yê civakî dikin û  tora meya jiyana hevpar, tifaq, komun û aqilê civakî parçe dikin. Me wekî noka li tahtê parçe parçe dikin. Dixwazin kes bi hawara kesê din ve neçin. Dixwazin cîran cîran nas neke. Dixwaze cîran cîran neparêze. Dixwaze xwişk û bira alîkariya hev nekin. Dixwaze xizm pirsa xizm nekin. Mirovên bê parastin bimîne dê nikaribe parastina axa xwe jî bike. Dê nikaribe parastina cîranê xwe û xizmê xwe jî bike. Mirovê bê parastin bimîne dê nikaribe mafê xwe yê gerdûnî jî biparêze. Dê nikaribe ziman çand, nasnameya xwe jî biparêze. 

Êrîşî çanda me dikin. Dixwazin me ji hafiza çandî û dîrokî qut bikin û çandên din di hiş û bedena me de ava bikin. Êrîşî zimanê me dikin. Dixwazin me ker, kor û lal bihêlin û li gorî xwe me kontrol dikin. 

 Piştî PKK ava bû û şervanên kurd bi rêbazên çekdarî xwest ax, ziman, çand û nasnameya gelê xwe biparêze, vê carê hêzên girêdayî artêşa Tirkiyeyê dest bi valakirin û şewitandina gundan kir. Xwest me ji axa xwe dûr bixe. Dema em ji axa xwe dûr ketin em ji koka xwe dûr ketin. Dema em ji koka xwe dûr ketin, êdî me nekaribû wekî berê parastina nirxên civaka sincî û polîtîk bikin. Ji ber ku civak parçe kirin. 

Şerê taybet îro bi gelek alav û amûran û bi gelek rê û rêbazan êrîşî hemû nirxên mirovahiyê û civakê dikin. Hem kes parçe parçe dikin û hem jî civakê parçe dikin. Îro êrîşên li ser ziman, çand, nasname, beden, hiş, sinc û hemû nirxên civaka demokratîk, êrîşên li ser civaka sincî û polîtîk didomin. 

Eger îro hêzên navdewletî û hêzên serdest ên di nava Tirkiyeyê de êrîşên xwe yên li dijî civaka sincî û polîtîk, her wiha êrîşên li ser pergala Aştî û Civaka Demokratîk bikin, wê demê divê li dijî van êrîşên pir alî em jî karibin parastina pir alî pêş bixin. Divê di serî de em xwe ji esrar, tiryak, dizî, derewan dûr bixin. Divê ji her demê bêtir em li ziman, çand, nasname, nirxên civaka sincî û polîtîk xwedî derkevin. Divê ji her demê bêtir em li hemû nirxên Civaka Demokratîk, Aştiyeke Demokratîk û Civaka Sincî û Polîtîk xwedî derkevin. Divê ji her demê bêtir em li perwerdehiya zarokan xwedî derkevin. Divê em zarokan teslîmî alav û teknîka înternet û bazirganan nekin. 

Divê ji her demê bêtir em li gundê xwe, axa xwe, cîranê xwe û ekolojiya xwe xwedî derkevin û biparêzin. Divê em ji her demê bêtir hiş, ruh û wîcdanê xwe biparêzin û lê xwedî derkevin. Divê di serî de em zarokan biparêzin. Em xwe, axa xwe, sinc, çand, nasname û meşiyê xwe biparêzin. Nexwe dê hemû nirxên mirovahiyê ji destê me biçin û emê êdî nikaribin tu nirxên xwe yên hebûnê biparêzin. Loma divê em ji her demê bêtir xwe û hemû nirxên mirovahiyê biparêzin. Divê ji her demê bêtir em pergala Aştî û Civaka Demokratîk biparêzin û têxin meriyetê.