33 salin nexşerêyên aştiyê xêz dike
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 33 salan de bi dehan caran nexşerêyên aştî û çareseriya demokratîk danî pêşiya Tiriyeyê. 33 sal in ji bo aştiyek mayinde û siyaseta demokratîk têkoşiya. Lê dewlet li dijî vê yekê 33 sal in di şer de israr dike. Li şûna gavên ji bo aştiyê bavêje, 52 rojin dîsa tecrîdê giran dike.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1993an heta niha her tim li dijî şer agirbestên yek alî îlan kiriye. Her tim ketiye nava lêgerîna muxatabekî wêrek, bi biryar û xwedî hêz. Rêber Abdullah Ocalan herî dawî li ser banga Dewlet Bahçelî ya ‘Bila were meclisê û bang bike…’ bang kir. Lê ji ber ku derfetên deriyê meclisê li wî nehat vekirin, di 27ê Sibata 2025an de li Îmraliyê banga Aştî û Civaka Demokratik kir. Di vê bangê de nexşerê û perspektifên çareseriyê danî pêşiya gelê kurd, tirk, dewlet û gelên Rojhilata Navîn. Lê ji banga 27ê Sibata 2025an heta niha dewletê ji bo çareseriyê gavek şênber neavêtiye û rê li pêşiya siyaseta demokratîk venekiriye.
Dema em li hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dinerin, ji 1993an heta niha her dem ji bo rê li pêş siyaseta demokratîk û civaka demokratîk veke, hem têkoşiya ye, hem jî nexşerêya çareseriyê danîye pêşiya dewleta tirk.
Rêber Abdullah Ocalan herî dawî di 27ê Sibata 2025an de banga ku wekî “Manîfestoya sedsalê” tê naskirin kir. Ev bang ji aliyê hemû hêzên dewletê û rêxistinên civakî ve pir erênî hat dîtin û bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.
Werin em bi hevre berê xwe bidin çend nexşerêyên çareseriyê yên Rêber Abdullah Ocalan.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di cewherê banga 27ê Sibata 2025an de wiha dibêje: “…Têkiliyên Kurd û Tirkan; di dîroka zêdetirî hezar salan de Tirkan û Kurdan ji bo hebûna xwe bidomînin û li dijî hêzên hegemonîk li ser piyan bimînin, her tim pêwîstî pê dîtine ku bi dildarî di nava tifaqekê de bimînin.
Du sed salên dawî yên modernîteya kapîtalîst, şikandina vê tifaqê ji xwe re kiriye armanc. Hêzên ku bandor li wan bûye, ligel bingehên xwe yên çînî, xizmeta vê yekê esas girtine. Ev pêvajo bi şîroveyên yekreng ên Komarê leztir bûye. Erka sereke ew e ku têkiliya dîrokî ya îro şikestiye, bi ruhê biratiyê û yekîtiyê, tevî em baweriyan jî paşguh nekin, ji nû ve birêxistin bikin.
Pêwîstiya civaka demokratîk jêneger e. PKK, di dîroka Komarê de tevgera serhildan û şîdetê ya herî dirêj û berfireh e. Ji ber ku rêya siyaseta demokratîk girtî bû, PKK bi hêz bû û destek stend.
Netew-dewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên kulturalîst ku encama pêwîst a neteweperestiya tund in, nikarin ji sosyolojiya civaka dîrokî re bibin bersiv.
Rêzgirtina nasnameyan, azadiya ramanê, rêxistinbûna demokratîk, avakirina civakî-aborî û siyasî ya hemû pêkhateyan, tenê bi hebûna civak û qada siyasî ya demokratîk mimkin e.
Sedsala duyemîn a Komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin dikare bibe xwedî yekîtî û berdewamiyek mayînde. Ji demokrasiyê pê ve tu rêyeke lêgerîna pergalan û pêkanîna wan tuneye û ne mimkin e. Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e. Divê zimanê serdema aştî û civaka demokratîk jî li gorî vê rastiyê bê pêşxistin.
Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dildarî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bistînin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike. Ez silavên xwe ji hemû kesan re dişînim ku baweriya jiyana hevpar dikin û guh didin banga min…”
Pêşniyarên Rêber Abdullah Ocalan ên 28ê Kanûna 2024an
Şandeya DEM Partiyê di 28ê Kanûna 2024an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya meseleya kurd pêşniyarên girîng peşkeş kir.
Çarçoveya giştî ya raman û nêrînên Rêber Abdullah Ocalan wiha ne:
“Bihêzkirina biratiya Kurd û Tirkan ne tenê berpirsyariyeke dîrokî ye, di heman demê de ji bo hemû gelan jî xwedî girîngiyeke çarenûssaz û lezgîn e.
Ji bo serkeftina pêvajoyê pêwîst e ku hemû aliyên siyasî yên li Tirkiyeyê bêyî ku bikevin nav hesabên kurt û demkî înîsiyatîfê werbigirin, helwesteke erênî nîşan bidin û beşdariyeke erênî bikin. Bê guman yek ji qadên herî girîng ên vê beşdariyê jî dê Parlamentoya Tirkiyeyê be.
Bûyerên li Xeze û Sûriyeyê nîşan da ku ev pirsgirêka bi midaxeleyên derve dixwazin bikolin û bikin birîn, êdî nabe ku çareseriya wê were bipaşxistin. Ji bo serkeftina xebateke bi vê cidiyetê pêşniyar û beşdariya mixalefetê jî bi qîmet e.
Ez jî xwedî pisporî û îradeya pêwîst im ku piştgiriyeke erênî bidim paradîgmaya nû ya ku Bahçelî û Erdogan piştevaniya wê dikin.
Şande dê vê nêzîkatiya min hem bi dewletê hem jî bi derdorên siyasî re parve bike. Di bin ronahiya van de ez amade me ku gavên erênî yên pêwîst biavêjim û bangê bikim.
Hemû ev hewldanên me dê welat bigihîne asta ku heq kiriye û di heman demê de dê bibe rêberekî gelekî hêja ji bo veguherîna demokratîk jî.
Ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî, demokrasî û biratiyê ye.”
10 xalên Peymana 28ê Sibata 2015an a Dolmabahçeyê
10 xalên di nivîsê de wiha ne:
1-Siyaseta demokratîş; pênase û naveroka wê.
2-Diyarkirina aliyên neteweyî û herêmî yên çareseriya demokratîk
3-Temînata hiqûqî û demokratîk a hemwelatiya azad
4-Têkiliya siyaseta demokratîk bi dewlet û civakê re û sazîbûna wê
5-Pîvanên sosyo-aborî yên pêvajoya çareseriyê
6-Avaniya ewlehiyê ya nû ya ku pêvajoya çareseriyê wê bi rê ve bibe
7-Çareseriyên qanûnî û misogerkirina pirsgirêkên jin, çand û ekolojîk
8-Garantiya mekanîzmayên piralî, demokratîk û wekhev ji bo têgîn, pênasekirin û naskirina nasnameyê.
9-Komara Demokratîk, welatê hevpar û danasîna neteweyê li gorî pîvanên demokratîk, di sîstemeke demokratîk a piralî de garantiyên qanûnî û destûrî dabîn dikin
10-Destûreke bingehîn a nû ku armanc dike van hemû tevger û veguhertinên demokratîk di hundirê xwe de digre.
Ji 1993an heta 2015an têkoşîna aştiyê
*Reber Abdullah Ocalan ji agirbesta yekem a yekalî ya sala 1993an û vir ve ji bo çareseriya siyasî têdikoşe. Di sala 1995 û 1998an de du agirbestên yekalî yên din ragihand.
*Di sala 1999an de, tevî zehmetiyên mezin, veguherîneke cidî pêk hat û Rêber Abdullah Ocalan daxwaz kir ku hemû hêzên çekdar ên tevgera azadiyê ji axa Tirkiyeyê vekişin û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd rola hemû hêzên demokratîk û bi taybet PKKê bilîzin. Bi vî awayî agirbesta herî demdirêj a pêvajoya pevçûnê ku wê 5 salan bidome dest pê kir.
*Di sala 1999an de Reber Abdullah Ocalan ji bo ku amadebûna xwe ya ji bo çareseriyeke aştiyane nîşan bidin, pêşniyar kir ku endamên PKKê bi du milande bi şeklê “Koma Aştiyê” vegerin Tirkiyê. Du grup, yek ji gerîlayên bêçek û ya din jî ji çalakvanên Kurd ên ji Ewropayê, hatin Tirkiyê. Lê hemû endamên grupa aştiyê hatin girtin û gelek sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
*Piştî 10 salan, di sala 2009an de Rêber Abdullah Ocalan banga avakirina grupeke din a aştiyê kir. Grupeke din a gerîlayên bêçek û komek penaberên wargeha penaberan a Mexmûrê ji sînorê Iraqê derbasî Tirkiyeyê bûn. Ev grup tavilê nehatin girtin û ji aliyê sed hezaran ve bi coş û heyecaneke pir mezin hatin pêşwazîkirin. Lê piştre gelek endamên komên aştiyê hatin girtin û cezayê girtîgehê hat birîn.
“Nexşeya Rê” ji bo Muzakereyan
*Rêber Abdullah Ocalan da zanîn ku ew ê di sala 2009an de “nexşeya rê” binivîsin û banga pêşniyar û nêrînan kir. Vê yekê li Tirkiyeyê hawirdoreke berfireh a nîqaşê çêkir. Di 25. salvegera destpêkirina şerê çekdarî de nexşerêya xwe temam kir. Lê belê rayedarên dewletê ev belge desteser kirin. Wergera îngilîzî ya belgeyê di sala 2012 de hate weşandin.
Pêvajoya Osloyê
*Ji sala 2009an heta nîvê sala 2011an bi navê “Pêvajoya Osloyê” di navbera heyeta dewleta tirk a bi navê Rêber Ocalan ku ji aliyê hikûmetê ve hatibû wezîfedarkirin û endamên payebilind ên PKKê de hevdîtinên veşartî hatin kirin. Di pêvajoya ku li ser nexşeya rê ya Rêber Abdullah Ocalan hatiye nivîsandin de, li ser 3 xalên protokolê li hev hatin.
*Ev protokol; plansaziyeke Ji bo bidawîkirina aloziyê û çareseriyeke siyasî ya pirsgirêka Kurd qonax li xwe digirt. Lê dewleta Tirk ev plan pêk neanî. Bi girtin, binçavkirin û operasyonên mezin ên leşkerî bersiva vê pêvajoyê da.
Piştî axaftina Newrozê
Di pîrozbahiya Newrozê ya 21ê Adara 2013an de peyama Rêber Abdullah Ocalan ji girseya bi sed hezaran kesî re hat xwendin. Reber Ocalan di peyamê de; Bang li hemû pêkhateyên civakê û gelan kir ku beşdarî avakirina ne tenê Tirkiyeya nû, di heman demê de Rojhilata Navîn a nû jî bibin. Rêber Ocalan bang li hêzên gerîlayên Kurd jî kir ku xwe ji sînorên Tirkiyeyê vekişînin û got, divê têkoşîna xwe ya siyasî bidomînin. Ev bang hatin bicihanîn. Hêviyên ji bo pêvajoyeke rast a aşitiyê tu carî ji vê bihêztir nebûne. Lê ji bo pêşketineke rast çêbibe divê dewlet-hikûmet gavên cidî biavêta.
Heyeta Mirovên Aqilmend
Di 3ê Nîsana 2013an de li ser pêşniyara Rêber Ocalan ku di axaftina xwe ya Newroza 2013an de bal kişand ser destpêkirina serdemeke nû, li Tirkiyeyê rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, rojnamevan, akademîsyen û rayadarên navdar “Komîteya Mirovên Aqilmendan” hat avakirin. Ev heyet bi armanca ku rewşenbîran bi awayekî aktîf tevlî pêvajoyê bike, pêvajoya çareseriyê ji gel re rast vebêje, li her derê bi organîzekirina civînan tevkariyê li yekîtiya civakî bike û hwd. ji bo pêkanîna armancan hatiye avakirin. Lêbelê, ji ber bidawîbûna pêvajoyê, ew fonksiyona wê ya heyî nema.
Biryara vekişandina gêrîla
Piştî axaftina dîrokî ya Newrozê, KCKê ragihand ku di 8ê Gulana 2013an de gav bi gav vekişîna dest pê kiriye. Dema HPG yî dest bi vekişînê kirin, hikûmetê li herêmê lez da avakirina qereqol û qeleqolan. Medenî Yildirim ê 17 salî di 28ê Hezîrana 2013an de dema li Licê li dijî çêkirina qereqolê çalakiya şermezarkirinê pêk anî ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin.
Nameya nû ya Rêber Ocalan di Newroza 2014an de hat xwendin. Di nameyê de vê carê jî “Pêvajoyeke diyalogê ya heta niha hatiye meşandin û girîng bû. Di vê pêvajoyê de her du aliyan jî niyeta hev ya baş, rastiya wê û têrbûna wê ceribandin. Di vê nuqteyê de ji bo muzakereyên sîstematîk çarçoveyek qanûnî neçar bûye. Aştî ji şer dijwartir e, lê di her şerî de her dem aştî heye. Di dema berxwedanê de em netirsiyan, di dema aştiyê de jî em ê netirsin.”
Lihevkirina Dolmabahçeyê
Hevdîtina herî girîng a pêvajoya Îmraliyê di 27ê Sibata 2015an de pêk hat. Di vê hevdîtinê de ku Peymana Dolmabahçeyê jî hatibû amadekirin, Reber Ocalan hişyariyên pir krîtîk da.
Li gorî agahiyên di pirtûka bi navê “Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad a Înşa-Îmraliyê” de Rêber Ocalan got, “Em ji bo pêşxistina vê pêvajoyê têdikoşin. Ger çareserî nebe dê bi hezaran mirov bimirin. Ez vê yekê fêm dikim û tiştê ku hewce dike dikim. Nizanim ew jî girîngiya vê yekê fam dikin. Got ku; Gotûbêjek baş bi wan re bikin.
Di heman civînê de Rêber Ocalan di berdewamiya israra xwe de ji bo avakirina komîsyonek di nava Meclîsê û Lijneya Şopandinê de israr kir. Bi bîr xist ku daxuyaniya ku li Dolmabahçeyê bê dayîn qonaxa yekemîn e, Rêber Ocalan ku ev yek weke “qonaxa niyetê” pênase kir, qonaxa duyemîn jî weke qanûnîkirina pêvajoya ku Desteya Şopandinê û Meclîsê tê de cih digire û tevlîkirina Dadgeha Destûra Bingehîn formule kir.


