
KNK: Li hemberî jenosîda jîngehî deng derxin
Komîsyona Jîngehê ya KNKê der barê wêrankariya li herêmên sînorî yên Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya birîn û şewitandina daristanan bi awayekî sîstematîk sûcê "jenosîda jîngehî" dike; KNKê bangewaziyeke ji 5 xalan pêşkêşî raya giştî, gelê Kurd û saziyên navneteweyî kir ku xwedî li xwezaya Kurdistanê derkevin.














