Şêniyên Kanîreşê dê li dijî talanê bêdeng nemînin

Meclisa Jinan a Platforma Parastina Jîngehê ya Geliyê Periyê, li dijî talana xwezayê daxuyanî da û destnîşan kir ku dê li dijî talana xwezayê bêdeng nemînin.

•
1 deqe xwendin
Şêniyên Kanîreşê dê li dijî talanê bêdeng nemînin

Meclisa Jinan a Platforma Parastina Jîngehê ya Geliyê Periyê, li ber Şaredariya Kanîreşê li ser talana ekolojîk daxuyanî da. Tevî nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl, gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê meclisê Nîlufer Uygun daxuyanî da. Nîlufer Uygun bal kişand ser Qanûna bi Hijmara 7554an ku di 24ê Tîrmeha 2025an de hatibû qebûlkirin û bi bîr xist ku di nava salekê de êrîşên li ser xwezayê, avê, xakê û qadên jiyanê yên di berjewendiya sermayeyê de zêde bûne.

Nîlufer Uygun destnîşan kir ku ev qanûn ne ya gel e, “qanûna talanê” ye ku berjewendiyên sermayeyê diparêze û wiha aixvî: “Îro di heman demê de salvegera berxwedana Daristana Akbelenê ye. Ne ku tenê ji Gimgimê heta Kanîreşê, ji Yedisuyê heta Geliyê Sarimê yê Gencê Caferan, Ercîşa Wanê, Akbelen, Zozana Perşembeyê, Çiyayên Kazê, ji Îkîzderetê heta Îlîç, Diyadin û Hewza Muradê; li çar aliyê welat gel ava xwe, xaka xwe, daristana xwe û paşeroja xwe li hember talana sermayeyê bi biryardarî diparêze. Em jin jî di rêza herî pêş a vê têkoşînê de jiyanê, xwezayê û paşerojê diparêzin.”

‘Em ê li hember talana xwezayê bêdeng nemînin’

Nîlufer Uygun diyar kir ku Geliyê Periyê, Yedisu, Kanîreş, Gimgim, Kêxî, Sancak û derdora Geliyê Sarimê yê Gencê bûne armanca rastrast a polîtîkayên talanê û got: “Mêrgên me, hewzeyên me yên avê, çiyayên me û qadên me yên jiyanê di bin dorpêça şirketên enerjî û madenê de ne. Em ê qet nehêlin ku xwezaya me û qadên me yên jiyanê ji bo komkirina sermayeyê bi awayekî ku paşvegera wê tune be werin xerabkirin. Em dizanin ku têkoşîna ekolojiyê ji têkoşîna azadiya jinê cuda nayê fikirîn. Têkoşîna mafê bajêr û têkoşîna ekolojiyê ji hev nayên qutkirin. Em çawa ku li bajêr li hember talankirina erdên giştî, betonkirin û desteserkirina qadên jiyanê yên hevpar ên gel bêdeng namînin; em ê li gundên xwe, zozanên xwe, daristanên xwe û mêrgên xwe jî li hember talana xwezayê ya ku tê domandin bêdeng nemînin. Em jiyanê, hilberînê, kedê û xwezayê wekî tewahiyekê diparêzin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Dest nede ava min, hewaya min, xaka min” bi dawî bû.