Li dijî JESê 155 roj in nobetê digirin

Welatiyên Gimgimê li dijî projeya santrala enerjiya jeotermal JESê 155 roj in nobetê digirin.

•
1 deqe xwendin
Li dijî JESê 155 roj in nobetê digirin

Çalakiya nobetê ya ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) a li gundê Xwarik ê navçeya Gimgimê  ya Mûşê hatiye destpêkirin, berdewam dike. Li cihê çalakiyê pankartek bi nivîsa "Gelê Vartoyê santrala enerjiya jeotermal naxwaze. Dest nede ava min, axa min" hate daliqandin. Çalakî niha di roja xwe ya 155emîn de ye. Serdanên çalakiyê berdewam dikin.