Ji Giyadînê heta Gimgimê dorpêça li ser xwezayê

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, endamên Konseya Bajêr a Mûşê ragihandin ku projeyên zêr ên bi sîyanur û santralên jeotermal (JES) gefê li Çemê Mûradê û tevahiya herêmê dixwin û banga berxwedaneke hevpar a li hemberî ekokujiyê kirin.

•
1 deqe xwendin
Ji Giyadînê heta Gimgimê dorpêça li ser xwezayê

Endamên Konseya Bajêr a Mûşê hişyar kirin ku projeyên wekî JES û bi siyanurê lêgerîna li zêran dê bibin sedema ekokujiyeke mezin û gotin: "Em ê bi hev re li dijî ekokujiyê rabin." 

Piştî "Qanûna Avhewayê" ku di 2'yê Tîrmeha 2025'an de ji aliyê Meclisê ve hat pejirandin û piştî weşandina wê di Rojnameya Fermî de di 9'ê Tîrmeha 2025'an de ket meriyetê, xwezaya li seranserê Tirkiye û Kurdistanê ji bo şîrketan veguherî qadên madenê. Li pey vê qanûnê, li herî kêm ji bo 40 bajaran 104 destûrnameyên lêgerîna madenê hatin dayîn.

Armanca şîrketên madena lêgerîna zêr a bi rêbaza siyanurê li navçeya Giyadînê ya Agiriyê û projeyên Santrala Enerjiyê ya Jeotermalê (JES) li navçeya Gimgimê ya Mûşê û navçeya Kanîreşê (Karlıova) ya Çewligê ye.

"Turk Altin" ku berê wekî Koza Holdîng dihat naskirin û li navçeya Giyadînê xebatên lêgerîna zêr bi rêbazên siyanurê dimîşîne, ne tenê ji bo Giyadinê, lê ji bo xwezaya Kurdistanê bi giştî jî dibe gef. Qada madenê tenê 55 metreyan dûrî wê hewzê ye ku Çemê Mûradê jê dest pê dike. Ev xebata lêgerîna zêr ku bi bikaranîna siyanurê gefa jehrîkirinê li Çemê Mûradê dixwe, bi bandora kîmyewiyên projeyên santrala jeotermal ên li Gimgim û Kanîreşê ku tê plankirin bên avêtin lı nav çem, girantir dibe. Bertekên gel ên li dijî xebatên madenê û santralên enerjiyê, yên ku bi rastî Çemê Mûradê dorpêç dikin, roj bi roj zêde dibin.

Endamên Konseya Bajêr a Mûşê, Taner Yîgît û Işik Akman, der barê wê wêrankirina ekolojiyê a ku bandorê li bajar û derdora wî dike de ji nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Can Kirbaş re nirxandin kirin.

Taner Yîgît destnîşan kir ku projeya Santrala Enerjiya Jeotermalê (JES) li Gimgimê û kana zêr li Giyadînê niha li Mûşê di rojevê de ne û got: "Em li dijî bandorên zirarê yên lêgerîna zêr a bi rêbaza sîyanurê û projeya santrala enerjiya jeotermal têdikoşin; bandorên ku ew qas giran in ku dikarin bibin sedema ekokujiyê. Panel û komxebatên têkildarî vê ekokujiyê hatine lidarxistin. Çalakiya lêgerîna zêr a bi rêbaza sîyanurê li gundê Mollakara yê Giyadîna Agiriyê, karesateke wisa mezin e ku ji karesatên xwezayî yên asayî gelekî wêdetir e. Zirara ku dê ji ber têkelbûna sîyanurê bi hawîrdorê re û bi taybetî bi Çemê Mûradê re, di nava sedsalan de çêbibe, dê pir mezin be. Têkelbûna sîyanurê bi Çemê Mûradê re gefeke rasterast li ser zindiyan çêdike. Divê em bêguman hişyar bin û bi rêya berxwedaneke çalak li dijî vê yekê rabin."

'Pêvajoyên hiqûqî hatin destpêkirin'

Yîgît anî ziman ku destwerdanên li ser xwezayê encamên cidî bi xwe re tînin û destnîşan kir ku Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) a li Gimgimê mînakeke vê yekê ye. Taner Yîgît, bi balkişandina li ser wê yekê ku Konseya Bajêr girîngiyê dide têkoşîna ekolojîk a li herêmê, got: "Li Kurdistanê, bi taybetî li Gimgimê û Mollakaradayê, xebat hene ku dikarin wekî 'ekokujî' bên pênasekirin. Me serdanên li cihê bûyerê pêk anîn û dest bi pêvajoyên hiqûqî kir. Ez bang li hemû gelê xwe û rêxistinên civaka sivîl ên navneteweyî dikim ku li hemberî van mijaran hestiyar bin."

'Em bi hev re li dijî ekokujiyê rabin'

Işik Akmanê destnîşan kir ku Konseya Bajêr ji bo rawestandina çalakiyên madenê li Giyadînê dest bi pêvajoya hiqûqî kiriye û bal kişand ser bandorên zirarê yên sîyanurê. Işik Akmanê bal kişand ser girîngiya Çemê Mûradê û got: "Sîyanur ne tenê xwezaya me wêran dike, di heman demê de jiyana me jî dixe xeteriyê; ew ji bo hemû zindiyên cîhana xwezayî gefekê çêdike. Em hewl didin ku vê mijarê di rojevê de bihêlin. Ez van çalakiyan wekî polîtîkayeke 'şerê taybet' dibînim; yanî hewldanek ji bo neçarhiştina mirovan li ser koçberiya bi zorê û asîmîlasyonê. Jiyana mirovan ji bo wan ne girîng e. Me karesata Somayê dît, lê tiştek neguherî; me dît ku li Erzinganê jî heman tişt qewimî. Jiyana mirovan ji bo wan  ne tu tişt e. Em ê li hember van xebatan bi yekdengî rabin."