Şîrketê ji bo petrolê daristan şewitand

Şîrketa TBCê ya ku bîrên petrolê dikole, li gundewarê Sisê ya Licê agir bi daristanê xist.

•
1 deqe xwendin
Şîrketê ji bo petrolê daristan şewitand

Li gundewarê Sisê ya navçeya Licê ya Amedê Şîrketa li petrolê digire li Sisê agir bi daristanê xist. Li gorî agahiyên şêniyên herêmê dan, şîrketa bi navê TBCê ku li herêmê li petrolê digere, agir bi daristanê xist. Şêniyan diyar kirin ku şewat hîn jî berdewam dike. Şêniyan anîn ziman ku şewat li cihê kolandinê dest pê kiriye û piştî 10 deqîqe şûnde belav bûye. Şêniyan anîn ziman ku endamên şîrketê bi zanebûn agir bi daristanê xistine. Şêniyan bi vîr xistin ku şewat di navbera gundewarên Sisê û Alaxuşoyê de derketiye û 3-4 donim erd şewitiye. Şêniyan diyar kirin ku şewat ber bi daristanê ve belav dibe.

Şêniyên herêmê yên ku hewl didin bi derfetên xwe şewatê vemirînin, banga alîkariya lezgîn kirin.