Li Baxçeyên Hewselê xebata paqijiyê dest pê kir

Li Baxçeyên hewselê xebateke berfireh a paqijiyê dest pê kir.

•
1 deqe xwendin
Li Baxçeyên Hewselê xebata paqijiyê dest pê kir

Tîmên paqijiyên yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Sûrê, li Baxçeyên Hewselê yên di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê de ne, dest bi xebateke berfireh a paqijiyê kirin. 

Piştî nûçeya ajansa me ya der barê qirêjiya Baxçeyên Hewselê, şaredariyan dest bi paqijiyê kir. 

Cîgirên Hevserokên Şaredariya Sûrê, müdiren yekeyan, endamên meclisê û xebatkarên şaredariyê tevlî xebata paqijiyê bûn.