Şewata li gundên Semsûrê hat tefandin
Li Semsûrê şewata ku duh bi şev derketibû, piştî xebatên temartinê ya ku heta derengiya şevê dewam kir, hate kontrolkirin û bi temamî hate vemirandin.

Li Semsûrê duh bi şev li gundên Fehrîkan, Dilkan, Mala Qasa û Mala Bawayê ji ber teqandinên kana keviran şewatek berfireh derketibû. Piştî xebatên domdirêj di saetên derengiya şevê de hate vemirandin. Gundiyan îdia kiribû ku şewat ji ber teqînên ji kana keviran a li herêmê derketiye.
Şewata ku li herêmê rê li ber xetereyeke mezin vekir, hat kontrolkirin û paşê bi temamî hat vemirandin.


