Dê xwezayê biparêzin

Çalakgerên parazvanên ekolojiyê di çalakiya li dijî projeya GESê ya li gundê Malê Sala yê Erxeniya destnîşankirin ku ew ê destûrê nedin talankirinê û dê xwezayê biparêzin.

•
1 deqe xwendin
Dê xwezayê biparêzin

Gundî û nûnerên saziyên ekolojiye li gundê Malê Sala yê girêdayî navçeya Erxenî ya Amedê, li dijî projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) meşiyan. Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê, Baroya Amedê, Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî û bi sedan gundî beşdarî meşê bûn. Di meşê de pankartên ‘Xwezaya me xwebûna me ye, em dev jê bernadin’, ‘Ji talanê re na, ji xwezayê re erê’ û dowîzên ‘Dest nede av û axa me’, ‘Ne li xwezayê ji talanê re bisekin e’ hilgirtin. Meşê ji ketina gund dest pê kir û heta qada gund dom kir.  Di meşê de dirûşmeyên ‘Em ê bi berxwedanê bi ser kevin’, ‘Bijî berxwedana xwezayê’ û ‘Ji GESê re na’ berzkirin.

Gundî Rifat Încî daxuyanî da û diyar kir ku proje zirarê dide xweza û tenduristiyê û got: “Projeya GESê ya li gundê me bandoreke neyînî li kalîteya hewayê dike. Zirarê dide çavkaniyên avê û axê û wan dixe xetereyê. Di bikaranîna panelan de metalên giran tên bikaranîn. Beşek ji van Amûran madeyên kanserojen dihewînin. Ji bo tenduristiya mirovan rîskek mezin çêdike. Di panelên rojê de madeyên zirar ên wekî lîb (kurşun), sifir, zîv, galyum, kadmiyum tellûrid, kadmiyum sûlfid, polyvinûl florûr, selenyum, arsenit û di sîlîkona krîstal de jî silikon tetraklorûr hene. Em ê tu carî destûrê nedin axa me bi jehrî bibe û çandinî û sewalkarî bi dawî bibe.”

Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Arzak Bayar jî destnîşan kir ku ew ê bi tu awayî destûrê nedin talanê. 

Parlamenterê berê yê HDPê yê Mûşê Ahmet Yildirim jî diyar kir ku GES madeyên kanserojen berdide ser axê û dê destûrê nedin mêrgên ku zarokatiya wantê de derbas bûye, bibin qurbanî talanê. 

Serokê Komîsyona Jîngeh û Bajêr a Baroya Amedê Ahmet Înan jî da zanîn ku dixwazin vê qadê bi 60 hezar panelên bi jehr bigirin. 

Piştî axaftinan, girse derbasî qada mêrgê ya ku wek cihê çêkirina GESê hatiye diyarkirin, bûn. Gundiyên ku li vir bertekên xwe anîn ziman, diyar kirin ku ew ê destûrê nedin GESê.

Bertekên li dijî GESê bi dirûşmeya ‘Em ê bi berxwedanê bi ser kevin’ bi dawî bû.