Berxwedana gel projeya JESê da rawestandin

Berxwedana gel ya li dijî projeyên JESê yên li gundê Lîcik ê navbera navçeya Gimgim a Mûşê û navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê, xebat ji bo 3-4 rojan dan rawestandin.

•
1 deqe xwendin
Berxwedana gel projeya JESê da rawestandin

Li gundê Lîcik ê navbera navçeya Gimgim a Mûşê û navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê, li dijî projeya JESê ya şîrketa Emerîkî IGNIS H2 Enerjî Hilberîn A.Ş. berxwedana gundî û ekolojîstan didome. Piştî ku makîneyên kar pêr li ser nerazîbûna gundiyan ji qadê vekişiyan, gund vê sibehê ji aliyê jendermeyan ve hate dorpêçkirin. Rayedarên şîrketê bi makîneyên kar careke din ketin nava gund û dest bi kar kirin.

Li ser vê yekê xelkê Lîcikê li gel hawirdorparêzên ji gundên derdorê û ekolojîstên ji Gimgimê û nûnerên partiyên siyasî li qadê civiyan. Girseya gel ber bi qadê ve meşiya û di encama hevdîtinên navbera girseyê û rayedarên şîrketê de karên li qadê bi demkî hate raweestandin û makîneyên kar ji qadê hatin derxistin.

 Nûnerên Platforma Parastina Jîngehê ya Geliyê Perî di daxuyaniya çapemeniyê de axivîn û xwestin ku sozên hatine dayîn bên bicihanîn û proje bi temamî were betalkirin.

Platformê diyar kir ku ji bo 3-4 rojan dem ji wan re hatiye dayîn û ragihand ku ew ê di vê demê de têkoşîna hiqûqî, siyasî û civakî bidomînin.

Ekolojîstan dan zanîn ku projeya JESê wê zirar bide çandinî û sewalvaniyê û xeteriya qirêjbûna av û xakê jî heye û xwestin ku proje bi temamî bê betalkirin. Gundiyan ragihand ku ew ê piştî biryara rawestandinê ya demkî nobetên xwe yên li herêmê bidomînin û têkoşîna hiqûqî bidomînin.