Keybanûya Afrîkayê li Amedê ye
Pinpinîka Sultanê ku wekî "Keybanûya Afrîkayê" jî tê nasîn û berê kêm dihat dîtin, îsal li seranserê Baxçeyên Hevselê û Newala Dîcleyê bi awayekî berbiçav zêde bûye; wênekêş Masum Suer kêliya ku ev pinpinîk ji bo germbûnê baskên xwe mîna panelên rojê vekirine tomar kir.

Baxçeyên Hevselê yên dîrokî û newala Çemê Dîcleyê ya Amedê îsal bûn warê mêvaneke rengîn û kêmpeyda. Cureyê bi navê Pinpinîka Sultanê ku di qada navneteweyî de wekî "Keybanûya Afrîkayê" (African Queen) jî tê binavkirin, îsal li seranserê newalê û baxçeyên bajêr bi awayekî berfireh tê dîtin.
Wênekêş Mehmet Masum Suer, li Baxçeyên Hevselê kêliya ku Pinpinîka Sultanê piştî hewaya hênik û baranê di bin tîrêjên rojê de baskên xwe bi temamî vekiribûn û xwe germ dikir, bi kameraya xwe qeyd kir.
Mîna panelên rojê germê dikişînin
Pisporên li ser jiyana pinpinîkan didin zanîn ku ji bo ev cure karibin bifirin, nektaran berhev bikin û hevalê xwe bibînin, pêdiviya wan bi germahiya tîrêjên rojê heye. Li gorî zanyariyan, divê germahiya sînga wan bigihîje 30 heta 40 pileyan.
Pispor li ser vê tevgereyê destnîşan dikin:
"Di serê sibê de yan di hewaya hênik de, ew ji bo komkirina germê baskên xwe bi firehî vedikin û hema bêje wekî panelên rojê tevdigerin. Ev germahiya li ser baskan bi rêya damaran digihîje laşê wan. Her wiha ev cureyên koçber ji bo araste û rêya xwe bibînin, pişta xwe bi goşeya tîrêjên rojê girê didin."
Baxçeyên Hevselê ji bo wan jîngeheke guncaw e
Pinpinîka Sultanê ji ber ku hez ji avhewaya germ û şil dike, qada Baxçeyên Hevselê ji bo jiyana wê bûye stargeheke siruştî û gelek guncaw. Ev pinpinîk xizma nêzîk a cureyê navdar ê Amerîkayê (Monarch) ye ku her sal di demsala payîzê de ji Kanadayê heta Meksîkayê nêzî 5 hezar kîlometre rêya koçberiyê dibire.


