Li Rewandizê kevirê fosîlî yê bi milyonan salî hat dîtin

Li gundekî ser bi navçeya Rewandizê kevireke kêmwêne ya ku temenê wê vedigere serdema ku Kurdistan di bin deryayê de bû hat dîtin; Rêveberê Şûnwaran a Soran Ebdulwehab Silêman diyar kir ku dîroka vî kevirê bi navê “Konkresyon” vedigere nêzîkî 66 heta 145 milyon sal berê.

•
1 deqe xwendin
Li Rewandizê kevirê fosîlî yê bi milyonan salî hat dîtin

Li gundekî navçeya Rewandizê ya Hewlêrê kevireke kêmwêne ya ku temenê wê vedigere beriya bi milyonan salan hat dîtin. Rêveberê Şûnwaran ê herêmê têkildarî mijarê diyar kir ku ji bo parastin, xwendin û sûdwergirtina ji zanista şûnwariyê, kevir niha di destê wan deye.

Rêveberê Şûnwaran a Soran Ebdulwehab Silêman, derbarê dîtina kevirek dîrokî ku tê texmînkirin ê beriya milyonan sale, ji ajansa Rojnews re axivî.

Ebdulwehab Silêman ragihand ku ji aliyê zanistî ve ji vî celebê kevir re “Konkresyon” (Concretion) tê gotin. Ev kevir di wê serdemê de ku Kurdistan di bin kûrahiya deryayan de bû, ava bûye.

Silêman li ser awayê çêbûna kevir hûrgilî dan û wiha got: “Ev kevir bi vî awayî çêdibe; dema ku giyanderekî deryayî dimire û dikeve binê deryayê, piştî wê madeyên kanzayî (Tiştê ku taybetmendiya madenê an mîneralê tê de heye) yên di nava avê de hene derbasî nava laşê wî dibin. Paşê ev madeyên kanzayî cihê parçeyên ku di nava laş de rûxandine digirin. Her wiha perdeyeke kilsî li deryadora wê çêdibe û bi derbasbûna milyonan salan re ev celeb şûnwarên xwezayî derdikevin holê.”

Rêveberê Şûnwaran di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li gorî lêkolînên berê yên li ser fosîlan hatine kirin, dîroka vî kevirî vedigere nêzîkî 66 heta 145 milyon sal berê.

IMG_1756-scaled-1.jpeg